
Her tuyî Rebbé kaînaté
Te da me vî jîn u heyaté
Ketin rîya rast u felaté
Em hîwîdarin ji rihma te
Te çékirîye erd u esman
Pesné te dida qelb u ziman
Ji mer bexşand Quran u îman
Em hîwîdarin ji rihma te
Me Quran sunnet ji dest berda
Xilas nebun ji kul û derda
Şeytan em girtin hawîdorda
Em hîwîdarin ji rihma te
Me tim îsyan û bé bextî kir
Emr û ferman nava xwe rakir
Bi roj û şev gazî te dikir
Em hîwîdarin ji rihma te
Ferman da pahîşahé alem
Yek u yek xweş dinvîsî qelem
Ji me durdixist derd u elem
Em hîwîdarin ji rihma te
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.