
Daxwazîya me İslâme
Xêr xwazîya xas u a’me
Rebbê me kir lütuf da me
Îslâm hem war û evîne
Îslâm wek ava heyate
Bê wî jîyan dil şewate
Doza me kar û xebate
Dînê İslâm xweş mîzgîne
Ew hêza me müslümana
Ew dermanê qelb û cana
Ew e’rdê heta e’zmana
Merhema hemî birîne
Em can fedayê İslamin
Xîzmetkar û jêr xulamin
Nava baxça û gulanim
Îslâm gul û baxçê dîne
Ew doza tim pêxembera
Ew ronahîya rehbera
Serfîrazin li her dera
Rihmê serme dibarîne
Cîhan bi şîn û girîne
İslam mezlum dihebîne
Wî heq edaletê bîne
Heta qîyamet bendêne
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.