
Ji bonî Xweda
Can kîrî feda
Hetanî heta
İslâm digerim
Bî canê şêrîn
Bî dilê narîn
Bî hizn û girîn
İslâm digerim
Ez serfîrazim
Deng û avazim
Wek teyrê bazim
İslâm digerim
Xweda ferman kîr
Me-b pê îman kîr
Birîn derman kîr
İslâm digerim
Bajar bî bajar
Sêwî û hem jar
Me ji xwêr kir yar
İslâm digerim
Hubb û evîne
Dîjminê kîne
Şekir şirîne
İslâm digerim
Hem ruh û canê
Ahd û peymane
Xaliq Rehmane
İslâm digerim
Mîna barane
Xwedyê jarane
Taca serane
İslâm digerim
Li hember pîsa
Em rabun dîsa
J-bonî bê kesa
İslâm digerim
Ronî kîr cîhan
Mer şeref û şan
Ez bî dil û can
İslâm digerim
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.