BIZAR

Article

 

Li dû şahiya payîzxêrekê dest bi bizarê kiribû bav. Ga û nîrê xwe serrast kiribû. Tov û toximê xwe ji debra sala borî neqandibû. Li sirra sibeyeke cotmehê wî û kurê wî pî dabûn hev. Û rêya erda êlaxê girtibûn.

Li rohilatê erd sekinîn. Mijeke nermîn ji sirra sibeyê girtibû rûyê axê. Gayê xwe li tûma gûhîjkê girê da. Û roniya çavê xwe li ber kîsên genim danî. Toximê xwe xiste dawa xwe û çû serseda erd. Li serseda erd, rast û çep direşand genimê sorgul. Ji aliyekî hîskehîska bîna wî ya derneketî û wîtewîta kewên govenda payîzê, ji aliyê din dengê kurikê ber dilê wî...

Tûmên xuşîl û guhniyan çi darên mezin bûn li ber çavên kurik. Wîtewîta kewên ribatî yên payîzê bala wî kişandibû. Û her ku dengê kewan dihat, kurik digot: “Bavo! Ev dengên çine?” Bav bêyî ku acis bibe, her demê bersiva ber dilê xwe dida û digot: “Bavê bavê xwe ev kew in. Kewên gozel in.” Bav, heta serseda xwe bire ser, bi dehan car bersiva roniya çavê xwe dida û digot: “Bavê bavê xwe ev kew in. Kewên gozel in. Ferxên salê ne. Li hevalên xwe digerin.” Heta bizara erd qediya bi heman pirsê kurik dipirsî. Û bav jî bi xweşiktirîn bersiva roniya çavên xwe dida.

Bizar qediyabû. Bav, li ber kurê xwe rûnişt. Û bîneke ji lingan heta serî westiyayî kişand. Lê carde jî pirsên zarok neqediya bûn.  Û zarok bi heman şêweyê dipirsî: “Bavo! Ev dengên çine?” Bav bi ser vê rewşa westiyayî de jî carde bersiva kurê xwe dida û digot: “Bavê bavê xwe ev kew in. Kewên gozel in. Ferxên salê ne. Li hevalên xwe digerin.”

Bav, cûherê xwe vekir. Ji xwarinê tenê çend gurşî tirî û şûşeyeke dew anî bû. Ji ber meşa gê, hebên tirî weşiyabûn û dewê wan jî kiliya bû. Bav, gurşiyeke tirî rahişt û ji mehûj û hebên perçivî neqand û gurşiya tirî da roniya çavê xwe. Dew,  ji ber payîzxêrê piçeke tîr û bîna zêrçinê dihewand. Baş kiliyabû ji ber meşa gê û rûnê wî li ser şûşeyê kom bû. Qurtek du li dewê ji mîhên hillîzane xist. Kefa rûna dew, li simbêlên ji dûxana cixarê zer bûne digeriyan. Û li ser lêvê ekleke cuda dida.

Bav qutiya xwe ya cixarê ragirt. Bi her du tiliyên girdik û şahidê yên her du destan tûtina pelê gilover dikir. Û bi lêvên ji dewê mîhên hillîzane kêleka pelê cixarê kurisand û şil kir.  Û paşê li pelê tûtinê pêça. Carek, du, sê kevir û heste li hev xist. Û agirê sor û şîn li kujê cixarê da. Bi hilmek du, heta hêl tê de bû, mîna teyreke bazî li sûlavê xwe bera êlaxê de, dûxana cixarê ji ser simbêlan de bera jêr da. Û xelekên dûxanê li simbêlên zerîn digeriyan mîna çerxa felek û zemanê. Her xelek li tayekî simbêlan asê ma.

..........................

Û dewr û zeman, geriya û geriya. Kurik mezin bûbû û xeftanê mirinê li bêv girtibû. Êdî kar û bizar ketibû stûyê kurik. Dema bizara kurik bû.

Kurik, bavê xwe hildigire û dibe nav erd. Êdî tûmên xuşîl û guhniyan mezin nedihat. Tenê gûhîjka girêdanê mezin bûbû. Û heta nav re gûhîjan jî digirt. Kurik mezin bûbû. Êdî ne di bala wî de bû dengê çivîkan.

Xeyal û bîranînên di bin xelekên dûxana simbêlên zerîn, hêdî hêdî şemitîn. Û bi ser ava hişê wî ketin. Lê carde jî tevlihev dibûn û mîna xewnên şevan jibîr dibûn. Bav, bûbû mîna zarokekî. Hişê wî nema, roniya wî tarî, guhê wî giran bûbû. Ba li ber guhê wî diket û ji roniya çavê xwe dipirsî: “Kurê min te got çi?” Kur mîna bavê xwe ne bînfireh bû. Carek du bersiva bavê xwe da û got: “Min tiştek negot bavo! Heye tune ba li ber guhê te ketiye.” Lê ji ber ku hişê wî nemabû, carde ji kurê xwe dipirsî û digot:“Kurê min te got çi?” Kur, êdî hew debar kir. Û got: “Ma tu kerr î! Tu fêm nakî! Wehew! Bes e law! Ezê çend caran bibêjim, min tiştek negotiye!?”

Belê, jê hebû rast digote kurik. Lê belê tiştek ji bîr kiribû. Ji sibê heta êvarê wî jî ji bavê xwe pirsîbû. Lê bavê wî qet acis nebûbû. Û bi xweşiktirîn bersivê bersiv dabû wî. Lê wî debar nekiribû û hêrs bûbû. Û xwe ji xêr û bereketa bizarê kiribû. Ji xêr û duayên bavê..

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê ŞIV
Ê Li Pey SED Û BÎST YEWRE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.