DAYKA MİN

Article


Min gotî dayê
Ezê-l vir herim
Şîrê xwe l-min helal ke
Dayka min got
Lawkê min
Rêya te her tim vekirî be
Oğir be lawo oğir be

Min xwe spart Rebbê âlî
Ez ketim rêkek pir dur
Ax dayê tu ketî bira min
Ne dost û heval
Ne ji ehbab û bira keskî tune bu
Dua bû dermanê bêkesiya min

Di welatê biyanî de
Ez mam ğerîb û bêkes
Min ça’vê xwe l-te digerand dayka min
Rast dînêrim kesek nabînim
Di çep dinêrim
Kesekî min derkeve xwedî tunîne
Û ez di vî halê xwe de mam bê çare

Ax dayê
Min dewa Xweda dabu ser mila
Ev de’w, de’wa Hüseyna bû
Ev de’wek pir bi qedr û bî qîmet bû
Hem de’wa mêrxwas û hem ya ‘egîda bû
J-bo vê de’wa mübarek û pîroz
Gelek ‘egîd û nazenîn
Can û mal û ewlad kirin feda

Lê belê ez hêvîdarim
Dîsa roj wê li me derkeve
Her derê cîhan
Wê bîbe gul û nergiz û gülîstan
Bes îdî bila mezlum bikene
Ne rojek bila her roj
Bikin şahî û îd

Di debarê nivîskar de

Têhev

26

Gotar

Ê Berê QUR’AN XWEŞ KELAME
Ê Li Pey ROBOSKİ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.