SED Û BÎST YEWRE

Article

Bi hilgirtina piştiyan, rêwîtiya çend hevalan dest pê kir. Destê wan li benê bendekê, devê wan di erdê de, peyarêkên bi mij aviya sibê şematokî dişopandin. Bi her gavê re sol û çaroxên wan, gola av û xwêdanê digirt. Çonkên wan lawaz, bêhna wan xurt dibû bi rêka berjora Sîxikan re. Xwêdanê ji canê wan dabû der. Derekî zuha di wan de nemabû. Car dişemitîn û di bin barê xwe de diketin erdê. Car jî nigên xwe didan tûmên guhniyan û li qefdikeke gîhayê şil disekinîn. Di ber barên xwe radibûn û digotin: “Nigno heyran!”
Di vê rêwîtiya sext û dijwar de, Kejo jî hevalek ji rêhevalan bû. Xortekî gir û navpî bû. Wî jî wekî her Kurdekî ji salên pêş ên jiyê xwe xwaribû. Belam xortekî çarde salî bû. Hîn nû dewsa rîh û simbêlên wî, xwêdana zîpik zîpikî dida. Û heya çend ta mûyên rîhê, di çengê wî de wekî bê serê xwe hatibin, mezin bûbûn. Yekem car bû ku ketibû rêyeke wusa zor û zehmet. Li paş hevalan di bin piştiya bi her gavê re dibû barê hesin û kevir, tena tena dimeşiya. Her striyên guhniyan, li xwe dipêça û xwe li herîsorkê hildida. Car de jî bi hêrsa xortaniyê dev jê bernedida û pê hevalên xwe dimeşiya.
Hewa bi reşbelekên li ezmên hêdî hêdî tarî dikir. Û xebera nexweş ji destê sibê dida. Bayekî hênik xwêdanê li wan dicemidand û nigên wan diteziya. Gul û gîha aviyeke zêde girtibû. Heya guhniyan jî bi her striyên xwe dilopekê li xwe girtibûn. Erd û ezman li hember wan rijd bû, ew jî di karê xwe de...
Dengekî lawaz ji pêşiyê dihate guhê Kejo. Ev dengê halan û stranên rêhevalên pêş ên sere bû. Li ser hal û hewalê xwe wekî hevîrê sorgulê distran. Û car bi hawar û gaziya Kejo dihatin. Temanê wan bi vî karî re derbas bûbû. Her qul û qulêsek, tat û terîş, çiv û fitlekên vê rêyê zanibûn. Belam Kejo, korê ev rêya zor û zehmet bû. Lê jê re digotin: “Çê be! Pişta te biçûkayî bistewe.” Ji van herf û bêjeyan nîva nêvî nedihate guhê Kejo. Ji ber ku ba gûr bûbû û wekî gurên li nav kerîpezan ji herf û bêjeyan direvand.
Hîn xwe negîhandibûn darên Sîxikan, hawara dijmin li pê wan ketibû. Û ew û dijmin ji hev xwuya bûbûn. Tuyê bigota qey berx û beran ji nav keriyên wan girtine. Lê tenê alav û pertalên xwe ji sînorî derxistibûn. Û li bin sînorî bi pênc pereyekî kêm dikirîn û difirotin. Dijmin li dû wan suwarî dibezandin. Û bi fermana serê wan, alav û pertalên wan bi Sikura Sîxikan re hildikişiyan. Lê Kejo û rêhevalên wî leztir hildikişiyan bi Sîxikan re. Qet li dû xwe danedigeriyan. Alav û pertalên ji wan ketî, li paş xwe dihiştin. Dixwastin hema canê xwe xelas bikin. Ji xwe encam, an bi guleyekî kuştin, an jî zeftkirin û sêdar bû. Bi zerar û ziyaneke mezin, dijmin nêzîkî li wan kir, wan jî li Serê Elîkê...
Lê vê carê, ‘ewrên giran û barana gij, ligel wan bû. Dijmin ji wan dûr diketin û ew jî ji herîsorkê dihatin şuştin. Kejo û rêhevalên wî, bi elveketî xwe gîhandin Serê Elîkê. Êdî rêya wan hindik mabû û dijmin li paş sînorî mabû. Xwe ji Serê Elîkê bera Şewla Mazîkê dan. Bi nigên westiyayî, ser berjêr bi xwe dadiketin Şewla Mazîkê. Şewl û guhereke bi star bû. Ev der, cihê danûstendinê bû.
Belê her yekê alav û pertalên xwe nîvbuhakî firotin. Alavên Kejo jî bi sed û bîst yewreyê hate firotin. “Yewre! Yewre çi ye?” Gote Kejo. Ji bo wî tiştekî gelek nû û cuda bû. Tu carî û li tu derî nebihîstibû.
Rêhevalên Kejo, li matmayîbûna wî hesiyan û jê re gotin: “Bi hesabê kavirê beravêtî.” Belê bi sed û bîst yewreyê, kavira beravêtî li pişta xwe kir û berî xwe da Serê Elîkê. Û serboriya Kejoyê li ser sînor, bi sed û bîst yewreyê dest pê kir.

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê BIZAR
Ê Li Pey MEŞA LI EWRAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.