
Îro qewî derdek li min peyda ye
Ji derdê te ji jînê min dev berda ye
Nizanim çi bejim ez eya dunya
Peyrewê te mehrûmê her du dunya ye
Pir bi naz û ‘işwe û xapînokî tu
Devbiken rûxweş dixwîyî lokî tu
Yar û yawerê xwe dixwî teresbav
Pişt bi te nayê girêdan pîr‘ebokî tu
Badilhewa ‘umrim borî wax û wax
Axir zeman fitne giran e ev çax
Dinê me dixapîne bi xeyal û meyala
Ha te dî melkemot rûnişt li du tax
Îdî fursetê hew dibîbînin li tobê
Piştî ku newbeta mirinê li dû bê
Lewma lazim e hê ku furset heye
Xwe bi xemlînin li gor emrê kutûbê
Cewatim! ‘Umir borî çû sal û zeman
Tu peyda nekir li dinê te xeyrî eleman
Çil sal wek çil deqîqe dewra te borî
Te ‘umir da ber bayê, neqencî te her man
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.