
Hiştin tenê dost û heval
Bûne zindan xewn û xeyal
Deng nadin min deşt û newal
Ax dilo ez bê hal mame
Xemginim di nav ğurbetê
Me tev nekir muhabbetê
J-kîra bêjim vê hesretê
Ax dilo ez bê hal mame
Bahar nayê zivistane
Dilê min hêvya dostane
Dünya wekî goristane
Ax dilo ez bê hal mame
Dîweşiyan pelên dara
Ser me bûn çavê neyara
Nay bihîstin dengê jara
Ax dilo ez bê hal mame
Bû para min hîzn û keder
Dilêm bî kule bû heder
Bi hêvi mam hêvya xeber
Ax dilo ez bê hal mame
J-min tenge warê xeribi
Bê çare doxtor tebibi
Ka bêj dosto kengê hebi
Ax dilo ez bê hal mame
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.