JI MEWLÛDA SÎYER

Article

Bi mîladî tarîx şesed bîst û yek
Mûhemmed wê salê ezyet dî gelek


Rebbê ‘alem hebîbê xwe dilxweş kir
Wî-b seferek pîrozbayî dilgeş kir


Di yek şevê ji camîya ‘heremê
Wî li rê bir bi şev Rebbê ‘alemê


Di wê şevê gihaşt Qudsa pir şerîf
Çû Eqsayê ew mizgefta pak nezîf


Enbiyayê kîram civyan tevdê wan
Resûlûllah bûye îmam ji bo wan


Ji Eqsayê ew û Cibrîl hilkişîn
Bilind dibûn li ‘ezmana bi jorîn


Doj û beheşt wî bi çavê xwe didî
Ji wî pêve li dunyayê kes nedî


Resûlûllah li pir ciya geriya
Nikarî bû Cibrîl ji dû vekşiya


Di wê şevê ferman bûye l-‘ezmana
Pêncî limêj ferz bûye ser mu’mina


Li vegerê hat cem Mûsayê kelîm
Gotî pencî limêj ferzin bi mûqîm


Mûsa digo ya Mûhemmed her veger
Bo sivkayê li ber Rebbê xwe biger


Resûlûllah rica xwe daxwuyanî
Rebbê ‘alem ji bo wî deh jê danî


Mûsa digo rica xwe bik tekrare
Ummeta te van limêja nikare


Wî rica xwe dewam dikir car bi car
Rebbê ‘alem her car deh jê anî xwar


Heta daket pênc limêja roj û şev
Ferza li ser ummeta wî maye ev


Mûhemmed go nema rica ez dikim
Ez nikarim, ji Rebbê xwe şerm dikim


Limêja me ew mî’raca mumina
Wê bernedin li tu ciyû zemana


Limêj nûr û ronayîyû bereket
Lê terka wê rûreşîyû nedamet


Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê JI SÎYERA NEBÎ
Ê Li Pey JI MEWLÛDA NEBÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.