ZAROKÊN ME

Article

Ev nivîs jibo kurtefîlmê hatiye nivîsandin. Di serî de melodîya bi navê “zarokên me” ya ku hunermend Nurûllah dihunirîne, tê gotin di TVyê de. Di heyama gotina melodîyê de, cûrbecûr kêf û şahîyên zarokan tên ser ekranê. Zarok hem bi hev re hem li ba mezinên xwe gelek kêfxweşin. Piştî melodîyê ev hedîs li ser ekranê tê nîşandan:
“Tu dê û bav, xelateke ji terbîya xweşik baştir, nedane ewladên xwe” Hedîsa Pêxember

Xalê ‘Elî nêzî çel saliye. Tîpa memûra pê dikeve. Rû biken e. Şên e. Bi zarokên xwe re kêfxweşe, bi mûhebbet e. Bi wan re dilîze, dikene, heneka bi wan dike. Sê zarokên wî hene. Ê mezin kurek 15 salîye. Şekl û kincê wî pir efendî xuyaye. Ji bav û birayên xwe hez dike. Ê didûyan jî kurek deh saliye. Ew jî efendîye. Lê hinekî bi meraq e. Tişta pir dipirse. Ya sisîya jî qîzek pênc salîye. Carna serê xwe xweşik dinuxumîne, carna jî heger kesek ji wê re nebêje, desmala xwe navêje serê xwe. Carna dersa Elîfba jî digre. Biçûka malê, delala malê ye. Evan rewş û tevger li pey hev tên ser ekranê:
1) Xwarina bihevre.
‘ELÎ: Berxikên min! Ka em bihev re sifrê deynin? Ehmed, tu sênîya xwarin li serê bîne. Muhammed! Tu jî sênîya biçûk bîne. Fîrdewsa min! Tu jî tiştê biçûk bîne.”
Sifrê bihevre datînin. Bav binkê sifrê tîne. Kurê mezin sênîya mezin tîne. Kurê din çetel û kefçîyan tîne. Qîzik jî avê tîne. Alîkariya hev dikin. Diya zaroka jî tê. Nixumandî û biedeb e. Bi kêf xwarinê dixun. Paşê sifrê bihev re radikin

2) Di xebata dersan de Xalê ‘Elî alîkariya zarokên xwe dike.
‘ELÎ: Kîjan jimar, li sê qatê wê bîst zêde bibe, sî û heşt der tê? Hiiii? Ka em ji paşî ve hal bikin. Ewwilî em bîstê zêde, ji 38an derxin. Çi dimîne?
EHMED: Hîjdeh.
‘ELÎ: Madem sê qat bû, em jî hîjdehê bi sisiya parkin. Çi der tê?
EHMED: Temam cewab şeş e.
‘ELÎ: Îja yên din jî weha bi cewab ke.
Pirsê wan bi cewab dike. Di hinekan de jî rê ber wan dixe. Bi qîza xwe re bi lîstokan dilîze.

3) Tevgerên îbadetê. Bav û zarok bihev re desmêj digrin, limêj dikin, diçin camiyê. Bihev re Qur’an dixwînin.
‘ELÎ: Caaaaae! Muhammed! Di vir de kîjan qaîde heye?
MUHAMMED: Meddê mûttasil.
‘ELÎ: Îja hikmê wê çi ye?
MUHAMMED: Wacib e, bi qederê çar elîf bê dirêjkirin.
‘ELÎ: Maşallah! Aferî!
Bi sebr û xweşik dersa Qur’anê dide wan.

4) ‘ELÎ û zarokên xwe, goga xwe digrin û diçin parqê. Ewwilî rûdinin, mihebbetê dikin. Dûre her dû kur bi gogê dilîzin. Fîrdews ser nixumandîye.

Selîm 35 salîye. Betilî xuyaye. Tevgerê wî hişk û biemrin. Ê wî jî sê zarokên wî hene. Lê bi wan re xoşbeşiya wî tune. Zarok jî xwe lê nagrin. Evana têne ser ekranê:
1) Selîm ji kar tê, çakêtê xwe dide kurê xwe. Dibêje
SELÎM: A ji te re, bi dar veke.
Gazî zarokê xwe nake. Li ser sederê pal dide. Dibêje
SELÎM: Oooof! Ez çiqas betilîme. (Dûre hinekî diqîre)
SELÎM: Çima xwarina we ne hazire? Hema zû bînin
Zarok sifrê hazir dikin. Selîm liser xwarinê bi kesî re napeyve. ‘Ecele dixwe û radibe. Hê zarokên wî xwarina xwe neqedandine. Bi wan re diğeyde:
SELÎM: De zû xwarinê bixun, sifrê rakin! (Zarok hinekî mehzûn dibin, aciz dibin.)
2) Zarokên Selîm, dersê xwe dişiğulin. Selîm diçe nava wan, li wan dinhêre û dibêje:
SELÎM: Dersê xwe baş bixebitin ha. Ze‘îfê we kê çê bibe, bila xwe ji lêdanê re hazir bike.” Zarok bê dilê xwe mecbûrî dixebitin. Maseya zarokan tuneye. Li ser erdê dixebitin. Oda wan belawela ye.
3) Azan tê xwendin. Selîm ‘ecele ferza tenê dike. Silavê dide û radibe ji zarokên xwe re dibêje:
SELÎM: Azan hat xwendin, haydê zû limêja xwe bikin. Îro êvara înê ye. Hey min nexwend. Wun Yasînkî bixwînin.
Gedê wî yê mezin ‘ecele secdê datîne jibo ku limêj bike. Selîm şîmaqekê li wî datîne.
SELÎM: Xwedê zanî bê hema bê desmêj dikeve ser limêjê. Zû her desmêja xwe bigir.
Wî dişîne desmêjê.

4) Selîm ji kurê xweyî mezin re dibêje:
SELÎM: Min rûn û şekir û arvan, li marketê ‘eyar kirne. Here wan bîne.
Ji kurê xweyî biçûk re jî dibêje:
SELÎM: Ka em jî herin pazarê. Emê hinek eşya bînin.

Selîm û zarokên xwe ji malê derdikevin. Gava di ber parqê re derbas dibin, ‘Elî û zarokên wî dibînin. Selîm û kurê xwe diçin ba wan. Selîm silavê didê. ‘Elî jî wan dide rûniştandin. Halê hevdû dipirsin… (Wê dewam bike)

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê DEVOKA ŞEMREXÊ 2
Ê Li Pey HOSTÊ DÎWARA

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.