
Ey pêxemberê dilovan
Fedayê te xort û ciwan
Hezar selam selat ser te
Em tev amadene ber te
Pêxemberê şur û rehmet
Tu bûyî rehberê ummet
Bi te xweşe jin û heyat
Qurbana te mal û malbat
Xweda şand Qur’ana piroz
Hatina te îd û nevroz
Ey Muhammedê can û can
Tuyi rehber tuyi eman
Dunya bê te tev gemare
Ey Resûl dijmin neyare
Şefi'ê roja mahşerê
Tu xwedyê ava kevserê
Warê te Mekke Medine
Armanca te iman dine
Qala te dikin gund bajar
Tuyi xwedyê bê kes û jar
Tu Muhammed Rasulullah
Dostê Xweda Hebibullah
Ab-ı heyati j-axêre
Rêya te rêya a xêre
Tu serbilind û azadi
El emin û Muhammedi
Şeref dayî kâinatê
Tu ronya çavê ummetê
Pexemberê şîr û şekir
Xweda weki wi çênekir
Kulilka bağ û bostani
Sohbeta heval dostani
Merhema êş û birini
Hêviya çavê girini
Tu hubba Rebbê ekberi
Heta qiyamet rehberi
Serwer û hem embiyayi
Tu despêka her duayi
Dilêm bi birin û kule
Evinam a bilbil û gule
Histir çavên me kêm nema
Xilas nebun j-derd û ğema
Em weki hezreti Osman
Feda dikin tev mal û can
Em weki hazreti Omer
Li hember dijmin dikin şer
Wek hezreti Ebûbekir
Bi Resûl dilê xwe şakir
Em weki Aliyê heyder
De'wa Qur’an biri her der
Adem KILIÇ
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.