HALÊ UMMETÊ

Article

1436 sal berê zaroyên Adem (‘e.s), rêya xwe şaş kiribûn. Armanca ku jibo wê hatibûn afirandin, bi rêberxistin û telqînên şeytên jibîr kiribûn. Tarîtîyeke weke qîrê bi ser însana de digel temamê cîhanê girtibû. Lê belê roja ku Xweda xistibû xizmeta însên, li cîhê xwe bû û li gorî meqseda afirîna xwe ku ronîkirina cîhanê bû, digeriya. Lê belê ev reşayî ne reşayîya ji tunebûna rojê bû. Belkî ev reşayî û tarîtî ji nava însên û ji exlaqê însên bi xwe derdiket.

Însan, wek çêtirê mexlûqên Allah Te‘ala hatiye afirandin. Lê belê wexta ku rê şaş dike, digel hebûna rojê, jîyanê li temamê xwedî ruha tarî dike. Bihêz bêhêzan dixe, xwedîmal bêmalan dike bende, mezin biçûkan didabeli‘îne. Bi kurtayî xwedî hêz, bêhêzan ji te‘amên jîyanê mehrûm dike. Bi vî awayî yê ku îro xwedî hêz e jî, sibê li hemberî yekî ji xwe bihêztir heqqê jîyanê wenda dike.

Wexta ku ‘halê însên bibe ev ‘hal, nîzam û întîzam jî di navbeyna civaka beşer de namîne. Lewra bêhêz jiber zaliman bi çiya dikevin û jîyana çetewarî, bêhiqûqî li çiya û rêyan jî dest pêdike. Rêwîtî û tîcaret dikevin bin xetereyê. Bi vî awayî di nava zaroyên Adem de bendetî çê dibe.

Cîhan wisa bûbû ku jiyan ji temamê xwedîrûhan re bûbû tarî, bûbû zehmet, nexweş bûbû. Di wê demê de xwediyê jiyanê û afirînerê cîhan û tiştên tê de, hat şefqet û merhemêtê jibona mexlûqên xwe yên ku li wan neheqî dibû. Hebîbê xwe durra yetîm (s.‘e.w) ku wê heta roja qiyamet û heşrê nîzam û şerîeta wî baqî û çareserî be jibo temamê însan û tiştên li cîhanê, şand ser rûyê erdê. Lewra Xweda hz. Adem û zaroyên wî li ser zemînê ji xwe re kirine xelîfe. (Beqere-30) Karê serrastkirina cîhan û însanan, deranîn û çêkirina sen’et û me’denan û me’mela di navbeyna xwedîrûhan de bi ‘edalet dane ser milê vî xelîfeyê.

A vî Durra yetîm (Silavên Xweda lê bin) jibo însaniyetê, rêberiyeke bêmîsal pêk anî. Însan çiye, ji kû hatiye, wezîfa wî çiye û ewê dûre bi kû ve here, tev ji însanan re gotin û rê nîşanî wan da, bi gotin û ‘emelê xwe ji însanan re bûbû xweşmîsal. Cîhan bi vê micadela pêxember rêya xwe ya rast a fitrî hîn bû, ev mînak jibo temamê ketî û birçî û pêxwasan bû hêvî. Her yek ji heval û dostên bi vî ezîz re mîna stêrka li asîmanan jî, di rêya rast a fitrî de ji jar û qels û însanan re bûn rêber û hêvî. Hedîsa pêxember dibêje: “Her eshabekî min, mîna stêrkekê ye. Hûn xwe bi kîjan bigrin, hûnê xelas bibin.”

Piştî ku ev mesaja bi rûmet gihaşt gell û xelkan, van xelk û milletan jî yek bi yek zordest û zalim ji ser serê xwe qulibandin û xwe azad û rizgar kirin. Lewra fêm kiribûn ku li vê dinyê me’na jîyanê îman û berxwedane. Bi vî awayî qewm û cemîyetan bi şopa wehya Xweda û rêya pêxember Hz. Mûhemmed (s.‘e.s) û eshabên hevalên Resûlê Xwedê, bi sedsalan jîyaneke bi şan û şeref li dinyê borandin. Lê belê nevîyên nevîyan (zaryê zaroyan) ên ku tarîtiya kufrê nedîtibûn û di nava xweşî û exlaq û îmanê de mezin bûbûn, qîmeta vê îman û Îslamê fêm nekiribûn, zêde qîmet nedanê. Zeîf bûn. Aha di vê yekê de koledar û û maldarê di kemînê de, hêdî hêdî xwe berdane holê û yek bi yek bi kemîn û alîkariya xennas, mislumanên exlaqzeîf ji rê deranîn. Gelek bi pûl û pere, bi şehvet û lîstikan û bi we’dên nerast xapandin. Digel ku azadî û rizgariya herî mezin ji însên re naskirin û girêdana bi Xwedê re jî, lê van kêmhişan bi telqînên şeytanên ins û cinnî wehm kirin ku şexis bi Allah re negirêdayî be, ewê bêtir azad be, lê nizanibûn ku kesê dev ji werîsê Xweda berde, ewê bibe bendeyê şeytan û koledaran.

Bi vî awayî new‘ê beşer hêdî hêdî ji rêya xelasiya Îslamê bi dûr ket. Çiqas ji rêya Xweda bi dûr ket, ewqas nêzî kemîna koledar û şeytanan bûn. Van koledaran piştî ku ew halê ummetê dîtin, zêde bêhêvî bûn û xebata xwe ya îfsadê bi hîleya xennas zêde kirin, heta hatin halekî ku jehra dijmin û tîryaqa hekîman bi hev ve diguherîn. Lewra jehra dijmin di nava firax û embalajê neqişkirî de dihate pêşkêşkirin. Bi vî awayî hedîsa pêxember bi can dibû: “Cennet bi zehmetan dorpêç bûye, cehennem jî bi şehwet û rihetiyan dorpêç bûye.”

Ev nexweşî roj bi roj  bi pêşve diçû, ji ğeyrî çend xêrxwazên neqane weke Îmamê Rabbanî, Cemaleddîn Efğanî, Şêx Xalid, Bedîuzzeman hwd, kes li ber nedisekinî. Bi sedem vê xefletê Xwedayê Teala, qîmeta nîmeta xwe ya mezin ku Îslame, di nav ummetê de her dem zêde kir daku bibe dînê cîhanê. Her wiha Xweda xwest ku însan fêm bike bê bi wendakirina vê nîmetê çi zerarê dikin û çi felaketê tînin serê xwe û li hukmê Xweda bi poşmanî vegerin. Erê me fêm kir em poşmanin, lê belê koledaran ji dîrokê pirs ders nestendin, tim kemîn û xerabî rêz kirin, gelek ğulamên xwe li ser serê milletan bi cî kirin, gava milletan yek ji ser serê xwe radikirin, yekî din dianîn wekî Misr û Yemen û Lîbyayê. Ji bo kemînên xwe leşker û saziyên xwe yên weke Nato û UN (Neteweyên Yekbûyî) ava kirin. Bi şehwet û lîstik û qûmarê, derbên dijwar ku her yek wekî narqozê civatan ji hiş dikin, li xelkan dan.

Digel van hîle û xerabiyên kafir û zaliman û palê şeytên, hêvî ji Xweda heye ku ummeta Hebîbê xwe bighîne silamet û serferazî û yekîtîyê li ser heqîqet û hîdayet û biratî û nûra Hêbîbê xwe, ehlê şeytan jî xusran û zelîl û meğlûb bike.

 

Afirandin: Yaratmak
Hêz: Kuvvet
Bende: Abd, köle
Beli‘andin: Yutmak
Civak: Toplum
Xetere: Tehlike
Aferîner: Yaratıcı
Mînak: Örnek
Nevî: Torun
Netewe: Ulus
  

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê Di Meclîse Tirkîde Qahremanek
Ê Li Pey Dîroka Ummetê Û 'Halê Ummetê -2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.