
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
“Çewa ku zilamekî quwweta wi ya ku wî ji zirara mudafe’e dike û quwweta wi ya ku menfe’etan bi bal ve celb dike tune be ew zilam îdî mirî tê hesibandin. Sağ e lê miri ye. Û hem çewa ku tirênek qazana wê ya buxarê tev qulik milikî bûbe îdî perîşane û ji hereket dikeve. Û hem çewa ku tizbiyek dema benikê wê biqete ji hev bela dibe. ‘Eyenen bi wî şeklî her milletek şexsê me’newi ye. Serokên ku hawuzê quwwet û malê vî milletî û xezînên wî vala dikin wî milletî gêj û perişan û tune dikin, fikra dîn dibirrin û wî perçe perçe dikin.”
Hebûna qewm bi muhafezekirina qîmet û muqeddesat û zengîniyên wî ne. Evana jî bi serok û desalata hukumran tên muhafezekirin. Îja ku van serokên hukumran bi xwe diz bin yan xayin bin yan bi ‘eqîdew bîr û bawriya xwe ne ji vî milletî bin yan firotiyên dujminê qewmê xwe bin ewê halê millet çewa be? Ka hema hûn bifikirin!
حَقِيقَتِي كَتْم نَمِيكُنَمْ بَرَاى دِلْ عَامِى چَنْد”
(yanî:) Ji bo xatirê çend kesên ‘amî ez xatirê heqîqetê naşkînim”
S: - “Ev mesele di dereca herî paşî de tefsîlê heq dike. Wê kin û ne zelal nehêle.” Meselên ku di vê derecê de zêde zêde mûhîm in lazim e werin tefsîlkirin. Ka tu jî ji me re tefsîl bike.
C: - “Zemanê berê tenêbûna we û nezaniya we ji xwe re bi kar anîn. Riyeke pîs û pilanan hazir kirin. Hinik şêxên neehl û sexte bi quwweta hîleyan, hinik beg û ağayan jî bi quwweta zordestiyê wê kaniyê, wê xwzîneya me’denan, wî hawuzê ava heyatê bi çolê de û bi erda bejî de berdan.” Tenêbûn û dûrmayina ji ‘ilmê sebebê nezaniyê ne. Kesên ku bi cema’etkî hereket dikin û kesên xwenda bêtir jîr dibin û haydar in, zû bi zû nayên xapandin. Carna şêxên sexte bi hîlan însanan di xapînin. Carnan jî dewlet û beg û ağa bi zora quwetê însanan dixin bin emrê xwe, fi’lên ğeyrî meşrû’ dikin, serweta ummetê telef dikin.
“Di wê rewşê de hinik kesên tiral û keslan û çav birçî peyda bûn. Van kesan, civandina serweta dinyewî bi xelkê dan nefretkirin. Hetta feqîrên bêçare weqta ku destê xwe davêtin nêçîreke biçûk vana dest davêtin damara wanî ze’îf ji bo ku ew feqîr dev ji wê nêçîrê berde û ew ji xwe re wê birevînin.” Kesên rêbertiya xelkê dikin îdarevan û ağa û beg û şêx û mela ne. Weqta ku vana jî ji dinyayê heskirin û ji bo dinya xwe dest bi hîleyan kirin di nav xelkê de jî kesên çavbirçî û tiral û keslan peyda bûn, bi hîlan civandina malê dinyayê bi xelkê dan nefretkirin, wek parsekan malê xelkê ber bi xwe de kaşkirin. Feqîrên belengaz dema destê xwe davetin nêçîrekê vana bi damara wanî ze’îf digirtin ji bo ku dev ji wê nêçîrê berdin û ew ji xwe re wê birevînin.
“Belê, her millet ji bo menfe’etên xwe bi malê xwe hinik fedakarî û camêriyê dike. Bes camêrî û fedakariya ku milletê me kir ji rê hat derxistin.” Her millet bi fedakariya ferdên xwe li piya dimîne û pêş de diçe. Di nav milletê musluman de ev fedakarî bû ye ji ‘îbadetan, wek zekat û sedeqe û înfaq û nezr û wekî din. Bes van îbadetan bi neqencî hatin edakirin, hîle di wan de hatin kirin. Feqîr mehrûm man, meslehetên ‘umûmî hatin îhmalkirin û kesên hîlebazên ne musteheq wan ber bixwe de kaşkirin.
“Camêrtiya milletên ğeyrî muslim ji wan re wek hawûz e. Çi camêrtî û fedakartiya ku dikin di keve wî hawûzî. ‘İlm û me’rîfet jî wek avê wî hawûzê me’newî bi quwwet dike.” Xelk hawûzê xwe xwedî dikew mezin dike, lê ême şêxên sexte hawûzê me qulqulî kirin, menfe’etên xwe yê şexsî xistin pêşiya menfe’etên ‘umûmî.
“Û hem jî di dewrên berê de hinik îdarevanan cesareta milletê a ku namusa wê muhafeze dike di xerabiyê de bikar anîn, di zemîna îxtîlafê de ku weke qûmistanê ye fetisandin. Her yek ji wana bi alîkî wê quwwetê girtin û li sityê ê din xistin û serê hev û sityê hev şikandin. Hetta bi pênsed qehremanê ku karibûn namûsa millet muhafeze bikin vê quwweta mezin di nav hev de bikar anîn, di zemîna îxtîlafan de qeli’andin, xwe kirin musteheqqê ku bi destê hinkî din werin terbiyekirin.”
Îdarevan û şêxên sexte ne malê millet bi tenê, cesareta milletê jî di xerabiyê de bi kar anîne. Cesareta ku millet li hember dujmin dide nişandan vana di îxtîlafên navbêna xwe de bi karanîn. Îdarevan û beg û ağayan her yek ji wan bi alîkî wê cesareta millet girtin û pê li hev xistin. Di îxtîlafên navbêna xwe de muslumanan serê hev û sitwê hev şikandin. Leşkerên ‘Usmanî û begên ‘eşîran di berberiyên nav hev de pênsed hezar qehremanê ku namûsa milletê pê dihat muhafezekirin qeli’andin.
Ji ber ku wê quweta mezin di nav hev de serfkirin bi destê dujminên xwe hatin terbiyekirin. Ji vî şerê navxwe dujminê wan îstîfade kir. Lîbya, Yemen, Ernawût û erdê Belkan ji destê ‘Usmaniyan derket.
Cesareta ku ji dîn tê, beg û ağa û amiran ğesbkirin û ji bona menfe’etên xwe heder kirin. Camêriya ku ji dîn tê jî şêxên sexte ğesb kirin û ji bo menfe’etên xwe heder kirin. Herdû aliyan jî zirar dan dîn û milletê musluman. Hal ew e ku van her dû sinifan ji bo meslehet û menfî’eta millet hene. loma Resûlê xweda selat û silavên xweda li ser bin dibêje:
“Ji însanan du sinif hene ku ev herdû sinif qenc bin însan jî qenc in, ku xerab bin însan jî xerab in. Ew herdû sinif jî ‘ulema û umera ne.”
“Heger hûn ji meşrûtiyetê û ji huryeta şer’î îstîfade bikin û wan qulikan bigrin yan jî bigerînin hawûz û wê quweta bi qîmet bidin destê dewleta me ku ew jî li hember êrîşên derve serf bike hûnê bi bihayê wê merhemet, ‘edalet û medeniyetê qezenc bikin.”
Ger hûn dixwazin van ğeletiyên mezin biqedînin di destê we de firset heye: Ji huriyeta şer’î û ji van şoreşên nû îstîfade bikin, wan qulikên ku wan herdû sinifan vekirine yan bigrin yan jî vê quwetê bigerînin wek hawuzekî û bidin destê dewleta xwe ya şer’î û dewlet jî vê quwetê di karên Îslamî de yan jî li hember kufrê serf bike hûnê jî di muqabilî wê de merhemet û ‘edalet û medeniyetê bi dest bixin, wê zulum rabe, meyla sefahetê wê bê birin, hûnê bi hev re bi huzur jiyana xwe bidomînin.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.