DI DÎWANA SEYYÎD ‘ELÎYÊ FINDIKÎ DE HINEK SEMBOL

Article

Sembola “Dinyaya fanî”

‘Elî rabe wiha nabê,
Bi hîl u pîla çênabê,
‘umir borî mirin ha bê,
Çira tedbîrekî nakî?

Ev e ‘umrê te çil sal e,
Te ne milk e,  ne pertal e,
Xwelî-l ser te qebir mal e,
De ka ti kengê peyda kî ?[1]

Seyyid ‘Eliyê Findikî çawa ku di helbestên xwe yên din de jî nîşan dide bi heman awayî di van çarînên jor de jî şîret û we’za cara ‘ewil li xwe, li nefsa xwe dike.  Seyid Eliyê Findikî di van çarînan de temenê fanî destnîşanî me dide. Jiyana li dinyayê kin û demborî ye. Ji ber vê yekê divê mirov rabe û tedbîrekê bistîne. Ev tedbîr çi ye? Ew mala ku me li dinyayê ji xwe re kiriye sitargeh ne malak e rastî û mayînde ye, berevajî maleke derewîn e. Mala meriv ya heq û rastî qebr e. Bersiva vê tedbîrê ev e ku Seyid Eliyê Findikî di çarînên din de jî wek aniye zimên evîna îlahî û razîkirina Xwedayê Teala ye.

Sembola “Terîqet û Şêx”

Me hewar e li deryê Xewsê Geylan
Hewar û sed hewar e Xewsê Geylan
Rezîl bû me di nêv pêw destê xelkê
Mecala min tu yî ey Xewsê Geylan[2]

Li Kurdistanê em karin bêjin ku tesewif û terîqet ne têgehên olî yên ji hev cihê ne.  Di navbera wan de têkiliyek çalak û germ heye. Bêguman terîqetan her dem bandor li mitesewifan kiriye û ew xistine bin bandora xwe. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku kesên mitesewif bi terîqetekê ve giridayî ne.  Seyid Eliyê Findikî di vê çarîna jorîn de navê “Geylan” bilêv dike û bandora wî li ser xwe diyar dike.  Seyid Eliyê Findikî dibêje ku ez di nav ling û destên xelkê de rezîl bûme û ji ber vê rewşa xwe ya hanê dike hewar. Ev hewar bangewaziyek e ku li Evdilqadirê Geylanî tê kirin. Çawa em li vir jî dibînin ku bandora terîqet û şêxan bi awayekî mîsoger li ser derdora xwe dikin.

Sembola “Teqwa”

Kar û bar teqwa Xuda ye ne rim û şûr û tifing
Herkesê teqwa hebê ew dê xilas bî bê xusar

Ey Xuda teqwa ke rizqê me em hêvî dikin
Me ji pencê vê dinê derxe eva hinde neyar[3]

Di vê çarîna jorîn de Seyid Eliyê Findikî ji bo xelasiya bawermendan teqweyê destnîşanî me dide.  Ji Xwedayê Teala dixwaze ku teqwayê jê re bike riziq û wî ji vî rizqî bêpar nehêle.  Ên ku Xwedayê Teala teqwa ji wan re kiribe riziq ew kes ehlê xelasiyê ne.  Dinyayê dîsa mîna neyarekî destnişan dide û ji rebbê xwe dixwaze ku wî bi teqwayê riziq bike ango teqwayê bike para wî û bibe ehlê xelasiyê.  Li ser navê dinyayê çi xurtbûn û çi jêhatîbûn ne teqwa ye.  Teqwa ji bona Xwedayê Teala ketina bin bar û karan e.  Ev kar û barên ji bo razîbûna Xwedayê Teala pêk tê xulase teqwa ye.  Ev teqwaya ku tê behskirin, mirovên bawermend rizgar dike û wan digihîjîne Rebbê ‘Alemê.

Sembola “Dia û rehm”

Eya Rebbî ricakar im
Li dergahê te zarzar im
Ji mîlakê birîndar im
Birîna min tu dermankî

Eger çenda gunehkar im
Nezan û pir neguhdar im
Ji rehma te xeberdar im
Bi rehma xwe min dilşakî[4]

Seyid Eliyê Findikî di vê çarîna jorîn de bangî Rebbê xwe dike. Di herikbûna vê jiyanê de wek mirovekî birîndar xwe dide nasîn. Digel vê yekê peydakirina dermanê birîna xwe jî tenê li cem Xwedayê Te’ala dibînê.  Seyid Eliyê Findikî xwe mîna mirovekî gunehkar dibîne. Sedemên gunehkariya xwe hem bi nezaniyê hem jî bi neguhdarkirinê ve girê dide û nola birînekê destnîşan dide. Digel vê yekê qet hêviya xwe ji rehma xwedayê Te’ala nabire. Vê rehma xwedayê Te’ala tîne bîra xwe û pê dilşad dibe.  Seyid Eliyê Findikî di dawîya çarînê de dibêjê ku ya Rebbî ez ji rehma te agahdar û hêvîdar im. Tu bi vê rehma xwe ya bêsînor min dorpêç bike û min ji vê birîna min rizgar bike. Wê wextê ezê bibim mirovekî dilşad.

ENCAM

Min xwest ku di vê xebata han de li ser jiyana Seyid Eliyê Findikî û dîwana wî hin lêkolînan bikim. Lê belê di derbarê Seyid Eliyê Findikî û dîwana wî de ji ber ku çavkanî kêm bûn pir zêde agahîyên kûr nehatin bidestxistin.  Li ser jiyana Seyid Eliyê Findikî û dîwana wî min jî li gorî agahîyên berdest hin tişt nivîsandin. 

Weke ku tê zanîn Seyid Eliyê Findikî,  ji herêma Botanê,  bajarê Sêrtê,  navçeya Dihê ye.  Seyda demekê li Findikê melatiya gund kiriye.  Dersa feqiyan daye. Wê demê fetwayên Findikê û derdora wê li hêviya wî mane.  Wek mexles,  di helbestên xwe de navê xwe “’Elî ” bikar tîne.

Weke ku em di helbestên wî de jî dibînin Seyid Eliyê Findikî xwedî kesayetiyeke mutesewwif  e.  Seyîd Elîyê Findikî alimekî mezin e,   lê zêdetirîn wek helbestvanekî  nefsbiçûk xwe dide nasîn. Bi heman awayî bi weqar û teqwe ye jî.  Seyid Eliyê Findikî şîret û we’za cara ewil li nefsa xwe dike û piştre bi vî awayî peyamên xwe dide xwendevan û civakê.  

Seyîd Elîyê Findikî,  helbestên xwe bi wezna erûzê hunandine. Zimanê wî gelekî şirîn, hêsan û herikbar e.  Ji ber vê yekê merivên ji rêzê jî ji helbestên wî fam dike.  Seyîd ‘Elîyê Findikî çawa ku alimekî mezin bû,  wisa şaîr jî bû.  Qesîdeyên wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne.  Zimanê ku di dîwana xwe de bikar anîye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike.  Naveroka qesîdeyên wî bi piranî ji şîret û we’zan pêk tê.  Seyîd Elîyê Findikî hinek helbestên xwe bi zimanê Erebî jî nivîsandine.

Seyyid Eliyê Findikî ji bilî helbestvaniyê di gelek beşên yên din de jî serdest e: ilmê Qur'anê,  fiqih,  kelam,  hedîs,  belağet,  mentiq,  îstî’are.  Wî gelek mijarên exlaqî û civakî jî di helbestên xwe de civandine. Wekî din zanîstî û fezilet,  teqwa û tirsa Xwedayê Te’ala jî di dîwana wî de hatine hûnandin.  Tiştekî girîng jî ev e ku tu caran ‘ilm û zanîstiya xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar ne aniye û di berhemên xwe de bal kişandiye ser keda mirovan.

Seyid Eliyê Findikî hinek helbestên xwe jî piştî wefata hinek kesên binirx nivîsandine û di van helbestên xwe de xemgîniya xwe aniye ziman. Ji van kesayetên bêhempa yek jî Bediuzzeman Seid Nursî ye.  Seyid Eliyê Findikî dixwaze bi komek hevalên xwe re ku di nav wan de Şêx  Seyda jî heye herin serdana Bediüzzeman, lê belê çaxa ku digihêjin Midyada navçeya Mêrdînê wefata wî dibihîzin.

Mijarên sereke yên ku di helbestên Seyid Eliyê Findikî de derdikeve pêş, exleb mijarên tesewifê ne.  Ev rewşa hanê ji ber ku di çarçoveya tesewif û terîqê de jiyaye ev tiştekî asayî ye.  Ango jî em dikarin wiha bibêjin ku Seyid Eliyê Findikî bi nerîneke tesewifî li mijar û meselên jiyanê nihêriye.

Di helbestên Seyid Eliyê Findikî de şîretên olî berbiçav e. Dema şîret û we’zan dike li gorî sunneta Resulullah cara ewil li xwe û piştre jî li der dora xwe dike. Dîsa em ji çarînên dîwana wî fam dikin ku Seyid Eliyê Findikî mirovekî ehlê terîqet û tesewwifê ye.  Ji aliyê hebûna dinyayê ya şênber ne dewlemend e. Seyid Eliyê Findikî dibêje ku ez ne şêx û ne jî we’zdar im. Ez ne maldar im ku xêran jî bikim. Lê belê tenê ez karim du sê beytan çêkim. 

Li cem Seyid Eliyê Findikî dinya fanî ye.  Li hember vê dinyaya fanî berê wî li axretê ye.  Di naveroka berhemên wî de berîya ku mirov koçberî axretê bibe, hewceye bixebite ku li cem rebbê xwe bêrû û poşman nemîne.  Ji bo ku bibe ehlê xelasiyê pêwîst e berî mirinekê, tedbîra xwe bistîne û bi nefsa xwe re têkeve herbê.  Dema qala mirinê dike, bi awayekî teqez dibêje ku tu kes ji mirinê nafilite. Li dinyayê asta mirovan hem ji aliyên hebûnê hem jî ji aliyen dezgehan ve çi be bila bibe ji mirinê qet xelas nabe. Dîsa di berhemên xwe de dibêje ku dema tu li dinyayê kêfxweş û dilgeş be, tu yê li heşrê rûreş be. Vegera ji dinyaya heq ango axretê ne derfet e. Gelek ên çûn poşman in lê belê vegera wan çênabe. Ev rêgez di Qur’an’a pîroz de jî hatiye destnişankirin. Vê dinyaya fanî dişibihîne xanî û dibêje ji xwe re meke xanî. Ka li dû xwe binihêre. Kî maye? Dibêje em zêde dirêj nekin û ka li hebîbê xwedayê Te’ala Hz. Muhammed (s.x.l.) binihêre. Yekî wek hebîbê xwedayê Te’ala ji vê dinyaya fanî koçberî axretê kir û dinya jê re nema, ma qey ewê ji me re bibe cih û war.  Li axretê ji bo bihuşt ji mirovan re bibe cih û war pêwîst e li dinyayê zadê xwe amade bike. Ev zad jî bi xwe teqwa ye.  Ne nan, şekir û çay e. Ango ne tiştên zahirî û fanî ye.

Seyid Eliyê Findikî di helbestên xwe de wek mirovekî gunehkar xwe dide xuyakirin û ji ber vê rewşa hanê di êş û elem de tê dîtin.  Lê belê hêviya xwe ji rehma xwedayê Teala qet nabire û dibêjê ku ez ji rehma wî agahdar û hêvîdar im.

Seyid Eliyê Findikî di helbestên xwe de malê dinyayê mîna belayê dibîne û dibêje ji bo tu li dinyayê aram be, hewceye tu qena’et bike.  Dibêje ka li maldar û dewlemendan binihêre. Çi qas ketine bin barên dinyayê. Şev û roja wan di bin hizra dinyevî de ye.  Qet tebatî li wan tune ye.

Dinyayê gelek caran ne baş dibîne û dişibihîne keça îblîs.  Ên ku bera dû vê qîzê bidin ango bera dû dinyayê bidin axret ji kîsê wan diçe.  Di cihekî din de jî dibêje ku heke tu bi dinyayê neyê xapandin û şaş nebe, dinya cihekî xweş e.  Dîsa dibêje ku musulmanî tenê bi dev çênabe.  Hewceye bawermendên Îslamê riya Xwedayê Te’ala bişopînin û ji rebbê xwe re semîmî bin.

Seyid Eliyê Findikî dibêje ku ji xeynî xwedayê Te’ala dev ji hemûyan berde.  Bila tenê Xwedayê Teala ji te re bibe dost û yar.  Heke tu xwedayê Te’ala ji xwe re bike dost û yar, tuyê ne xemdar be.  Seyda berdewam dike û dibêje ku di vê riyê de min gelek kes ceribandin.  Çi mirovên nêzîk çê yên dûr tiştên gotin, hemû bûn derew.  Li hember vê rewşa hanê pêwîst e tu xemgîn nebe, lewra serwerê serweran Rebbê te heye.



[1] Seyîd ‘Eliyê Findikî,  Dîwan, (Stenbol: Nûbihar,  2012), r. 25

[2] Findikî,  Dîwan, r. 179.

[3] Findikî,  Dîwan, r. 221.

[4] Findikî,  Dîwan, r. 33.

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê NAVEROKA DÎWANA SEYYÎD ‘ELÎYÊ FINDIKÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.