
Merheba yar!
Bi qasî hijmara melekan, bi qasî tişté di hundir kaînaté de merheba yar!
Merheba ey bendewaré dilé meyî bi tené. Tu bi xér hatî ji av û hewa bé dawî…
Te şerefyar kir, te mest kir hélîna me ye fanî. Bi qasî hijmaran fanîya, bi qasî hijmara zerreyan Meheba Yar!
Merheba ey ewé ku ji agiré dilé me re medar!
Hemî kes evîndareke wî heye. Hemî kes dilbirîndareke wî heye. Di kurbuna dilén hemî kesande hezkirina yekî razayîye. Her dil xwe bi cîhekîve giré dide. Wallahî hew tu ye ji me re yar! Hevqas şikestî, hevqas xirabe, hevqasî reş dilé me hene. Ma qey em wuha bihélin dilé me ye meftun éte bera wéran biméne? Bi destdana xwe ye bi şefqet ma tu naselihîne vî dilé me ye xirabe!
Merheba Ey yaré dilé bé hem û ğem!
Çi hebe li ba heye, Bé hedd û hîsap hemd ji wî Rebbé kut e anîye hebuné!
Dilé me bi navé te şa dibe, dilé me her evÎndaré rîya te ye.
Merheba ey ewé ku herdem ji dilare Nure!
Bi hatina serzemîn tér ronî, asîman çurusk çurusk, Xane şén û şeng.
Di serayé zülmé de qérîn des pé kirin. Ruhé kahina bi şeplé hate
Fesilandin…
Evé kut é Muhemmedé put şikîn, küré Îbrahîm, ji hîjdeh hezar alemre
Rehmet…
Bi qasî hijmara rehmeta bé dawî Merheba Yar! Di dilé me ye birîndarde
Herdem hévî heye. Ji nura te re hesret man tevén parzemîna.
Tevlî gül é desté xwe li hévîya te sekinandî mane biner, bi navé te dilin
Lévén tevén zarukan…
Tu bi xér hat ey ewé ku ji mexluqare serdar!
Bi qasî hijmara mexluqa merheba yar! Merheba Ey îftîxara a’lemé! Di dilé me de herdem navéte heye!
Ku tu hebe her tişt heye… Béyî te ma bi kér çi tén dil?
Merheba Ey Yaré can dida cana! Ruhén pak û paqij encax bi te bextewar! Di dilé me de hezkirina te heye. Merheba Ey tava di tarîtîyé de avétiye der! Wey hesret û muxabin ji demu dewrané béyîte buhurîye! Ğerîbî heye cihé ku tu lé tuneye!Merheba Ey yaré ku çolé şewîtok zîvirandiye gülşena!
Kolak di bin barde, e’ciqiye, pişta wÎ xwar buye, çemré wî reş geh
Geh digrî, geh dinale, geh éşa zilleté dikşîne… û di péyre feqîrekî di
Bin zülmé de, e’ciqiye, bi çuk buye, hatiye lomandin, heqîr û
Sutuxar buye… Jé wédetir qizîkek bi çuk di biné axéde, herdem
Herdem digrî qîzika bi çuk, digrÎ dinale, ditirse, dipirse dibéje çima
Em wuha sutuxwar û bindestin! Ma ka li ku ma xilaskiré me!
Merheba Yar! Bighéj me! Bighéj me! Berya ev sîtemkar tevén dinyé
Bizîvirînin cehennemé!
Bi hatina te bune cennet Dinya. Û ahva bihareke jîndar. Û herdem şükré bé peyan ji yén te şandiye. Bi selat û selamén yén te şandiye merheba Yar!Dinyak bé te dilé me dişewitîne!
Bexté wan bi reşe yén te wunda kirine. Ruh û cesed béhal û dilbirîn… Jibona te ji can û canan dubhurin dildayé te. Û jibona te feda dkin herî berdilké xwe dildayé te…J imin re çi ji déhna û ji dujminan…
Tuye égo ruhé min dike rewan û min kiriye qitmîrî zeman..
Dilé min kul û birîn ji e’şqa te re dike Suzan.
Merheba Ey ewé ku ji dildayé xwe re buye qiblé!
Yusufén te ye, j ite re Qurban j ite re heyran hene! Û dema navéte té
Gotin ey yar ji weché wan sorbuna e’şqé xuya dibe; ça’vé wan her li
Te digere, dilé wan her li te dipirse, zimané wan her te dibéjin.
Û mucahidén te hene sef bi sef réz bune, li ser inya wan navé te
Nivîsandîne.
Merheba Ey Yaré mucahida! Bi qasî Dinyayan derdu kulé me heye. Hesret û hévîyén me ye naqedin heye. Béyî te qesir qebrîstanin. Û béyî te cennet jî tengin. Bi hévîya gihaştina te merheba!Dilé me ye Bi e’şqa te dişewitin, bi e’şqa te téne cezbé hene.
Béyî te yetîm maye Mekke, Medîne yetîm, qudus xwun digrî… Beğdat xwun digrÎ… Qabîl xwun digrî… û xwun digrî dilé min di nabéna çar dîwarade…
Şam, A’mman, Qahîre… Béyî te di nava qehr, zülüm û zilleté de dijiyinin.
Stenbol, Qonya, Amed… Li Meydana bi gül û sosina li hévîya te sekînîye Ümmet… Açe Keşmîr, îslamabad… Encax bi te bibne azad… Prîştîna, seraybosna û mostar… Li Her parzemÎné Ümmeta te ye séwî û Yetam heye…
Wer ey Ewé ku ji mezlumare yar! Dilé me ye herdem meftun éte heye… Merheba Ey Yaré Yettîm!
Tu ji yetamar Yar. Béyî te her Ğerîb, Her séwî, her Yetîm ça’v bi hésirû bi girî. Ma ji ğeyrî te kîye xwedyé ğerîb û bé kesa. Merheba Ey yaré bé xwedî û bindesta!
Hezkirina te hem û ğemek û me jé vexar tér tér… û em gihaştin wé Gülîstané… Misku enber ji sünneta te ye derman éhemî derdîye… Béyîte însanîyet a’ware, ji asîmana dadiweşe her sitarek… Wer ey şewqa bir onaya xwe mehpare… Béyî te li ğerîbîyé dilé me ye dişewite heye pare pare…
Merheba Ey yaré dermané her derdî! Merheba Ey yaré ji a’lemé re sültan! Merheba ey Yaré şahî dewran Yar! Diekî me heye! Hew bi te ve girédayî! Rebbé me tu dema neqetîne heta dawîya u’mur….
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.