Darbeya 15ê Tîrmehê Me Çi Ders Hilgirt

Article

Bê gûman 15ê Tîrmeha 2016a di dîroka cimhûrîyetê de rûpelekî zêde giring û balkêş e. Belkî di dîroka cimhûriyetê de di navbera rûpelê toz girtî de rûpelekî paqij û bitenê ye heger em qiyamên olperwerî neyînin ber çava. Ka gelo di 15ê Tîrmehê de çi qewimîbû em bi kurtayî di bîra xwe bînin. Qismik ji leşkerê artêşa Tirkîyî paye bilind xwestin ku bi teşwîq û rêberiya Emrîqa ewa ku bi leqeba, Şeytanê mezin tê naskirin, di ser şerrudê kesan [Feto]re derbeyeke dijwar û warhedmîn bikar bîne. Da hêvî û çengê tevê ‘alema Îslamê dîsa ‘hetanî sed salê di, bişkîne û serdestiya xaçperesta û xwînmija li ser erdnîgariya Îslamê bicîh bike.

Lewra ev mefkûre a tevê ‘alema Îslamê ye. Ji lew li tevê ‘alema Îslamê şeva 15ê Tîrmehê xew bi çavê gelan nebû. Ne li Kabîlê ne jî li Filistînê û ne jî li Pakîstan û ‘Erebistanê. Tevên gelan baş dizanin ku ev teşebbûs bi serkeve ewê Tirkî jî bibe weke Sûrî.Yanî şerê xwe bi xwediyê û tevlîhevî û talan û wêranbûna tevê welat digelsermaya welatî herî mezin ku ew jî ciwanên Welat in. Şixwe em koçberî xenqa di deryayande na ‘hesibînin. Di piştî Tirkiyê de dora Îranê ye. Şixwe ku ev herdû dewlet ji têk herin, bi mexlûbbûna warê hêviyên tevê gelên ’alema Îslamê jî diqedin. Lewra dewletên dîtir li hember xwînmijên cîhanê ne ti tişt in. Belkî di mesaba parîkî piçûkî ne ‘hewceyî cûtinê dene. Naxe talûkê gelkî mezin e. Lewra fitnekarê herî mezin bi tevê ‘ewenê xwedixwaze ku erdnîgariya Îslamê ji nûvde bi neqşeke nû li gorî emelê xwe perçe û parî bike dakû bi hêsanî van loqmenan bi lezzet ‘hezm bike.  Jibo ku evan armancên xwe bikar bîne, jê re hinik xulam û leşkerên derve û hindir pêwist in. Xulam û leşkerên daxilî, ji dû nifşê însana zû bidest dikevin. 1. kesên xayîn in kî evanan dinava temamê gellan de kesên bê exlaq û di nava xelqê xwe de bê rûmet in. 2. Ewan kesên ku ‘hikuqên ewan hatine wendakirin û çanda wan jî bi wan dane jibîrkirin. Evan komelan ji îstîsmarê re gelekî amadenin. Naxwazin ku ‘eqlekî bilind ji bo haziriyeke pêşerojê bi destê qewmekî qewmê dî tezîf kiribe. Weke ku berya niha bi sed salî xwînmij xaçperesta qewmê Kurd bi destê qewmê Tirk, ‘ereb û farisan perçe û tezîf kirine. Va îro em li ber çava dibînin ku Kûrdên ku ji ol û çanda xwe hatine qetandin, bûne maşika emperyalîsta, û jibo vê xulamtiyê birayên xweyî bi xîret û olperwer dikujin. Naxwe jibo ku dewletek bite bindestkirin divê ji hindirve bê zeîf kirin. Ev jî bi bê îtifaqiye çê dibe. Ê şixwe halê İraq, Sûri, Tirkî û sibê Îranê jî ma ne eve?

Ka em vegerin ser mijara xwe. Îro heger Tirkî bi de’hfikê Emrîqa, bi maşika Feto û leşkerê wî yî paye bilind tê ber talûka perçekirin û çerrê xwe bi xwetiyê, bi sedem bi sala ye ku Tirkî nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. An jî naxwze çareser bike. Her çiqasî em bawer dikin ku birêz Erdoxan ji dil dixwest ku vê pirsgirêkê helbike lê ji ber ku ev nexweşî bi bizîşkê [tebîb] xelet û bi dermanên xelet hate melhem kirin, ji bedêla şefayê zêde bi je’hrîbû. Yanî ger îro bingehê dewleta Tirkî li ser ‘edalet û wekhevîyê bûna, Şeytanê mezin îro, nikaribû Fetö bi xulamke, wê demê Fetö jî nikarîbû ciwanên misliman bixapîne. Ne jî karibû ji nava Kurdan rêxistineke bê îman derîne. Tê ferkirin ku sedema hemû xeteran bê ‘edaletiya ji bê baweriyê ye.

Piştî ku hate ferkirin ku nexweşiya me, bê ‘edaletî û zilma li hinik qewmê ku zimanê wana ne weke zimanê meye û bi navtêdana xaçperesta me hiqûqê wan paş çav kiriye û hinik kes ji me oldariya wana ji xwe re talûke û dijminekî ku lazime bê tinekirin dîtiye. Wê wextê pêwist e ku tiryaka me evbe. 1. Oldarî mafên însanî ku ji afirandinê ve Xweda c.c. dayiyê. Naxwe tu kes û ‘hukim nikare wî mafî qedexe bike. Heger ev maf bêne qedexekirin weke îro, ewê qaos derê ‘holê dîsa weke îro. 2. Ziman, çand û kultura ti gellî, lazime ku neyê qedexekirin.  Bil ‘eks wezîfa dewletê ye ku alîkarî bi xelqan re bike ku çand û kultura xwe bi pêşve bibin û bela bikin.  Encex bi vî awayî biratî û yekîtî di navbera gellan de çêbibe û bi vî awayî hemû gellan bi hevre li hember dijminên ji derve re têkoşînê karin bikin. Rewşa welatî îro vêna bi awayekî hişkere nîşanî me dide. Heger em çav vekirîbin yek kare bêje; îro ev herdû xisûsê ti dibêjî jî ne licî ne lê Kurd û Tirk û ‘Ereb bi hevre li di jî vê derbeyê bi hevre derketne kadan. Bê gûman rast e, lê sedema vê yekîtiyê oldarî û hêviya ’edaleta ku di pêşerojê de ewê ji vî oldarî bête dîtinê. Lewra oldarî li vê heremê bingehê ‘edalet û aramiyê ye. Yanî ê ku welat ji dehşeta derbeyê xelaskir, bê gûman oldarî û oldarbûn. Pêwist e ku evna ji aliyê tevê rayedaran ve bête dîtin û zanîn.

 

Nûreddîn Qoserî

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê 15ê Temûzê Sal 2016 Êvarê, Dehê Şevê
Ê Li Pey Me’hzûn e dil li ser xelqê min

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.