Ev çi êş e, ji bona çîye?

Article

Bersiva vê pirsyarê di pey sukûtek dirêj de ji kûr axînek e, ji nav û dil.

“Çi dema ku 'ezabê (tengasî ya) me bi ser wan de hat, divêtî ji me re sutwê xwe tewandi bûnan/li ber me gerî bûnan. Belê dilê wan hişk bû, û şeytan kirin (ef'al) ên wan bi wan xemiland.”      -En'am / 43-

"Minê zanibûna, dilek min hebûna.

 Ezê bi şewityam, dilê min yek bûna.

 Minê bi dîta dil, ê min bûna

 Ezê bi bûnam, ger ez ê dil bûna.

 Min ne zanî û ne dît, ez ne bûm û

 NE ŞEWİTÎM"       -Serdar Tûncer-

 

Tweetek hat avêtin di dîtbarî ya civakî de:

"Dibêtî dunya nexweş e, însan mîkrob e, koronawîrus mîkroorganîzmayek e, dunya xwe pê di parêze."

Belê, însan ne muxatebê vê êşa giran e. Însan sedem a vê nexweşîya xwîya ye.

Sê çarîk zêde ye erda Filistîn cîhê qetl û zîndan û tehcîrê ye, sebeb însan e,

Li Filistîn û Îdlîb û çar alîyê dunyayê zarok û jin û kal tên kuştin, sebebê van mezlûma însan e,

Li Avûstralya bi bahane ya avê bi hezara deve hatin îtlaf kirin, sebebê vê dil êşîyê însan e,

Turkistan a şerqî qetlîam dibîne, sebebê vê neyarîyê însan e,

Bestelek (qeşayî) di helin, sebebê vê talûkê însan e,

Têkilê ya srûşt (tebî'et) ê sebeb însan e,

Qata ozon ê qul bûye sebeb însan e,

Li bin her sextekarîyê şanenav û mohra însan heye, sebebê fesad û fitna zeman dîsa însan e.

 

Rebbê wîrûsê jî Xweda Ellah e.

Te'sîra wîrûsê li me wiha çê bû eşkera.

Bi sebeb wîrusê em tev ketin hundur ê malê xwe,

Maldar û feqîr hatin taxeki (hîzakî),

Firoşgeh (mixaze) û xwaringeh û çayxane hatin qefilandin,

Cîhê vêsanê (t'etîlê) û otêl û plaj hatin girtin.

Qedexe li seyahet û geşt û guzara ket,

Bi ma’ne kî alvêr û tîcaret kesad bûn,

Dibistan û zanîngeh ketin te’tîlek mecbûrî,

Camî û cum’e eda nabin, terawîh bê cema'et in,

Ceşn bê pîrozî ma, dildar û hesker dûrî hevin, asteng li yaranîyê ket,

Ya herî mezin tirsa mirinê t'ama jîyanê ne hişt.

Di piştî van unsûran û rastîyan ev vîrus gelo ewê çi biguherîne? Belê, gelek tişt wê biguherin. Bes însan naguhere û 'eqil nagre. Mesela gelek heskirî liber çav wunda dibin, mirin ji nişka ve tê û jîyana hineka ji dest diçe ku mirina wan ne dihat texmîn kirin. Ev rastî gelek tişta biguherîne jî însan zû jibîr dike. Zulum wê ber dewam be. Îro navê emperyalizmê Emrîka ye sibehê ewê bibe Çîn. Ewrûpa gûzîde û bê hempa bû, ewê dewêlnî din bikevin şûna wê. Xapînok a barîgeh (gerdûn)î bi navê huqûqên însan wê reng wergerîn e. Belê xudbînîw ego ya însan naguhere.

“Ev şob du fesalê tevgerê da nîşandan; li hêlek encamê guhnedêr û bê ğîret hene, li alê din kesên ku dora qurf ketin û panîk ê digrin. Ev jî derdixîne meydanê ku însan çîye. Ev herdû rengê tevgerê ji fikar û diltirsî yê tên. Ev ne mesela pergal a sihet û saxberîyê ye û ne a nexweşîyê ye. Ev mesele ya pergal û sîstem a avahî ye. Ev sîstema han zîhnîyet û femberîyek çêkirî ye ku di gelek însanan de ji pesn û fort a wirde naçe. Ji wî kesî bi tirsin ku xwe gelek qenc dide nîşandan. Lewra tenezzulî her xerabîyê dike.”

Di vê pêvajoyê de hinek rêzik û qedexe hatin danîn, malûm. Ya ewil lazim e ku her kes bikeve malê xwe. Bes dema firset hat dîtin însan êşa giran jibîr kir û hemî qa’îda avêtin bin pîya.

“Însan bi qasî em dizanin ne bardar ê bi qencîyê ye. Hinek kes jibona ku diltirsî û fikarên xwe bi temirînin dertên derve, kesin jê jî bêğem nexweşîyê bela dikin ku hewceyî bi civakîbûn ê dibînin. Ev qismê dudoyan kesên bê dost û heval in. Karantîna jî rizgarîye ke hatîye hedîye kirin jiboy mirovan. Kesên muhtacê civakîbûnê jibona ku zeman derbaskin divê bi 'ewiqin û bi tiştna şa bibin. Fehma şahî û kêfa çağê timî tevger û bizarî ye lewra. Manendî sînema, meyxane, dans û reqs û dibin navê sporê de leystik û bazî.

Her wiha berya pandemîyê dewletên ku bi geşdarî û refahê hatibûn nas kirin, çavê xwe ji şewata dunyayê re girtibûn. "Koronavîrus da nîşan ku Îtalyan rihet nekin Alman sağî narazin. Liser Sûrîye bombe bi weşin dunya huzurê nabîne. Rastî ewqas zalime ku jibona ev neyê dîtin rojevnî din hatin pêkanîn. Ev şob da nîşan ku ji ğeynî milyon û nîv Sûrî li derve, li her dewêlî tevê hijmara wan ku milyon a derbas dikin bêmal û xanî hene. Evana çewa bûn? Di şamilîya karantina yê de ger evana dibîr werin; bawerî nayê kirin ku vana êşê belakin ya na ev kesan hatin wunda kirin? Rastî ew qas qetrihm û şewat e bi însan tiştnî din dide bawer kirin. Di vir de xudbînîw ego ya însan dikeve dewrê."

Ego çîye?

"Hay ji xwe tenê heye, agahîw zanebûnî yê ji boy xwe di civîne, nerazîbûn û dilreşî yê davêje dervê şi'ûrê. Xerabîyên ku di xwe de dibînin bi xwar ve di dewisînin."

Super ego çîye?

"Qencîya kesên din ku di me de sûcdarî tîne wucûdê. Yanî ûjdan."

Însanê saxber (bi sihhet) kîye?

“Kesê ku xerabîya hundurê xwe dibîne. Jibona vê mirovê ku zane bexşandina xwe bixwaze. Qencîya derve jî dibîne. Di 'eksa vê rewşê de diçe înkarê.”

“Qewmandina vê bûyerê dibe rastîbêjî, ‘eqlîbêjî. Ê ku m'ane didîyê dîn e." Jiber vê yekê li Îspanya (Endulus) ê dengê ezanê bilind bû di piştî pênsed salî de, li Fransa ateîzmê secde kir ji Xweda re, li Îtalya Qur'an a pîroz hat guhdarî kirin, manendî, destê du'ayan li ‘erşê e’la vebû. Sebebê vê encamê tirs bû.”

"Tirs bikeve bin kontrolê, fikar û diltirsî (kaygı) dest bi wunda bûnê dike. Xerabîya hundurê me çiqas mezin be, xerabîya derve jî em ewqas t'am dikin. Bi qasî êrîşkerîya hundurê xwe em kêfxweş dibin ku însana ditirsînin. Rêşaş (sapkın) li hember huqûqên avahî hîle û dafika datîne û bi kêf telaş û cergebeza mirovan temaşe dike. Hesed ji însan re his û pêjn a esas û binyan e. Koronavîrus dibe sedemê ku em vê heqîqetê bibînin."

"Di piştî van daxwuyanîyan xerabî bi vî awayî tê famê. Xerabîya derve em çewa nas dikin? Bi xerabîya nava xwe. Dilê me çiqas pelîd be, jibona ku em tengasî û xerabîya xwe bavêjin der em firseta ewilî bikar tînin."

"Senaryoyên zalim dema xerabîyên dilê xwe bi der dixînin, dîsa ji zulm û bêbextîyên xwe deman (t'awîz) nadin. Hemberê xwe hê zalimtir û xerabtir û jîr û zana didin pejirandin (qebûlkirin). Çewa ku fîlmên Hollywood'ê, roman û senaryo yên ğerbê bi vê fêmberîyê hatine vegirtin. Her wiha Pentagon û awanê wê, ji bona zulma xwe meşrû bidin xwîyakirin terorîzmek e tune li hineka dikin mal û êrîşên xwey li hawîrdor dispêrin vê mahneyê û bi vîrengî gelek kar jî dibînin. Mesela ku teşekulek muhtemel dema ji qadê hiltîne, pêre di tîcareta sîlahan de kesb u karek mezin bi dest dixîne."

                                                      * * *

Vîrusek bêhiş û xêtik dunyayê anî emanê. Hinek jî li ef'al û kar û barê xwe em bi fikrin. Û di vê xusûsê de mitewazî bibin. Qebûl a kêmasîyê û nefsbiçûkî jibona însanîyetê gav avêtin a ewil e. Meymûn jibona kêmasîyê qebûl nake meymûn e. Di Qur'an a pîroz de derbas dibe ku Benû Îsraîlî ji Xweda û peyxembera re xwe kêm ne kirin loma wergerîn bi şeklê meymûn ê û helak bûn. Der heqê vê vîrusê de em hê jî nezan in. Ev muxleqî çiqas bi dome ne xwîya ye. Bi vê wesîla ha lazim e em kêmasîyên xwe  hê bêhtir bizanin. Ev êş jî wek wan êşê din teqdîra Îlahî ye.

Qeder çîye?

Qeder ne ew bûyera ku di qewime.

Qeder ew e ku em teşqele û bûyerê çewa fêm dikin.

"Nexweşîn mêvan in ji hêla Yarê yaran tên şandin, tên û diçin. Girîng û muhîm ew e ku ji bona xatrê Yar li wan mêvana were sebir kirin." -Mewlana Celaleddîn-                                                

Di pêvajoyê de şaşî yên ku rast tên zanîn:

Ji mirina ixtiyara bêhtir em li mirina xorta di şewitin. Hal ew e ku mirina ixtiyara çûna jîyannasî û sihêtî û tecrûbê ye,

"Çepiklêdana doktor û hekîman qurf û dehşet e. Îdeal kirina zêde, girêdayê bi diltirsî û endîşa tehde dayînê ye."

“Diltirsî û endîşa ji 'adetê der ji naçarî yê tê. Hal ewe ku di vê pêvajoyê de naçarî tune.” -Dr. Agah Aydîn-

"Der heqê koronavîrusê de zanebûnî ne bes e û tevgerê naguherîne. Lazim e liser zanebûnî yê pêjn û hisa perçiqandin ê, û quncirand ê bê înşa kirin.” -Dr. Serdar Savaş-

“A ku koronavîrusê çavşikên û tirsnak dike sîstema saxberî û nexweşîya mewcûd e. Ew fikra ku pêşî însan bira nexweş bikeve, emê dipey re binhêrin şaşîyek mezin e. Li hemî dunyayê li şûna tibba nexweşîyê tibba saxberîyê hatibûna avakirin rewşa 'alemê wê ewqas xerab nêbûna.” -Dr. Serdar Savaş-

                                                                                   

Dehmen: Ev nivîs ji însanên ronîdar; doktor û psîkolog û nivîskar best û îlham sitend ku min pêk anî. Taybetî nivîsên di nav niçika de libinî navnişan tune ji fikrên Psikolog Dr. Agah Aydîn hatine bijartin. Ez hêvî dikim ji cihetik din ve wê mefadar be.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê Bê Serpoş
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.