
Ji ber ku Ayasofya ji muzetiyê hat wergerandin bibal mizgeftê ve her kesî û her beşî xeberda. Bi rastî her kesî xwe mecbûr dît ji xeberdanê re. Çimkî ev wergerandin ne bûyereke normal û ‘adeti ye. Bi taybet ji bo muslumanên Tirkiyê bi giştî jî ji bo ‘alema Îslamê Ayasofya remza xîlafetê, remza fetha Îslamî û nişana serbilindiya li hember ‘alema ğerbê ye.
Ji ber van wesfên wê rejima Kemalîsta laîk jî di destpêka dewra cumhuriyetê de wê ji mizgeftiyê wergerand bi bal muzetiyê ve. Çewa ku înqîlaba herfan kir, herfên Quranî rakir û herfên latînî anî, xîlafet rakir, medreseyên şer’î girt, hukmê şerî’etê îlğa kir û bi fikra neteweperstiya Tirkayetiyê ji ğeyrî Tirkan pêve hebûna hemî qewmên din înkar kir. Ji bona ku van qîmetan venegerin ser eslê xwe ‘adetî wan li zincîra xist. Ji wê rojê û heta îro çavên muslumanên Tirkiyê li ser Ayasofya ye ku rojekê dîsa bibe mizgeft û ji bo limêjê were vekirin. Gelek caran bi navê “zincîran bişkînin Ayasofyayê vekin” mîtîng hatine tertîbkirin.
Di 24ê meha Temmûzê de ku Ayasofya ji bo limêjê hat vekirin û fi’len bû mizgeft umîd û heyecanekê di nav muslumanên Tirkiyê û dinyayê de peyda kir. Herwekî zincîr şikiyan û Ayasofya vebû. Helbet ev kêf û heyecan ne ji bona zêdebûna camiyekê ye. Ev heyecan ji bo şikestina helqek zincîra Kemalîzmê ye. Ji bo defi’kirina destê zulmê ye ji muqeddesatên xelkê herêmê. Ji bo xelaskirina remzeke azadiyê ye. Ji bo bi destxistin û xwedî derketina li îrada xwe ye.
Kesên ku zanin ji destê rejima laîk û kemalîst çi kişandine û çi dikşînin, çi mutedeyyin çi ğeyrî mutedeyyin, çi neteweparêz çi muhafezekar bi vê heyecanê kêf û şahî kirin, li ser cûrên medyayan xeberdanên pîrozbahiyê kirin, limêjker roja înê wek lehiyê bi bal camiya Ayasofyayê ve herikîn.
‘Alema fillehan jî bi çavê dêrê lê dinerin, wê ji bo xwe pîroz dibînin. Her çiqas nikarbûn wê bi dêrîtî bişuğilînin jî mayîna wê bi muzetî ji wergerandina wê bi bal mizgeftê ve bêtir li hesabê wan dihat. Ji ber vî qasî ‘alema fillehan di gel xas û ‘amên xwe bi sebeb vê wergerê gelek nirxên menfî kirin, gelek xeberdan. Hetta hineka Turkiyê tehdît kir, hinekan jî bi tundî lome lê kirin.
Kesên ku de’wa Kurdan û Kurdayetiyê dikin jî ji wan tê hêvî kirin ku li de’wa Ayasofyayê xwedî derkevin. Çimkî mesela Ayasofyayê û a Kurdayetiyê du meseleyên yek pirsgirêkê ne. Pirsgirêka kemalîzm û laîsîzmê.
Xwedîderketina li Ayasofyayê, xwedîderketina li heqqê xweyheqqa ye, cîgirtina di seffên wan de ye. De’wa Kurdayetiyê pê xurt dibe.
Xwedînederketina li Ayasofyayê xwedînederketina li heqê xweyheqa ye, bihêzkirina seffên heqxura ye, zirarê dide de’wa Kurdayetiyê.
Mesela Ayasofyayê qistas e ji Kurdan re. Bi wê xêrwaz û xêrnexwazên xwe nas dikin.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.