
12ê Gulana 2016an, hê nebûye bihar
Nebûye biharek yekser, nîv e bihar
Lewra reng û rewşa bihar,
Xwe hê seranser,
Nedaye ser vî welatê stuxwar…
Çend dem û demsalin,
Çend dewr û sersalin,
Çol û deşt û zozanên war,
Mane bêpeybûn û beyar…
Berê tirbîs û cemre û rewa,
Xwe berdidan erd û gihar,
Niha bombew mayin û teqîn,
Dikin gurmîn û zimmîn û reqîn
Bijahrin, wek ezab dibarin
Bi ser mezlûm û bêkesa,
Bi destê hov û Xwedênenasa,
Îro li gundê Baqewsa Amedê,
Şîn û girîn û qêrîn û heware…
16 can, bi 15 ton nîtrata dijwar,
Bûne perçe perçe hezar hezare,
16 car 15 hezar carî,
Li we le’net bibare
Hovên Dehhakê xwînxwar…
12ê Gulana 2016an, nîv e bihar,
Lewra dilşewat in dayik,
Dayik nakin şahî, hê nebûne bextewar…
Roja Dayikan a Cîhanê bû
Yekşema dudan a Gulana gulîzar…
Xelata qenc û mezin, li vî war û diyar
Ji bo dayikên derdkêş û ğemxwar,
Zarok sağ û silamet bin,
Nebînin êş û keder tucar…
Lê li gundê Baqewsa Amedê,
Di dewsa wê zarok,
Didest gul û qurnefîl bin
Ji dayikên xwey xweşdevî û yar
Bi parçeyên kezeb û dilên xwe bûn
Di nav kîsên bixwîn û çeloxwar
Di şûna wê dayik bêjin
“Xwedê umrê te dirêjke,
Te bighîne gelek dem û dewran”
Hezar nifir, hezar le’net, hezar axîn
Bilind bûn ‘erşê Rebbê Cebbar
“Lo lawo, li min rebenê ev çi bext û ûjdane
Mala zalim bişewite, nebîne tu xweşiyû bihar”
Weka şerqîna berqên biharê belavbûn16 CAR 15 HEZAR CARÎ
✍ Fexreddîn ŞEMREXÎ
12
www.bangaheq.comKelhaamedZivistan - 2015
Deng vedan, alan kir heta qulên hovên har
Îro li gundê Baqewsa Amedê
Şîn û girîn û qêrîn û heware…
16 can, bi 15 ton nîtrata dijwar,
Bûne parçe parçe hezar hezare,
16 car 15 hezar carî,
Li we le’net bibare
Firotiyên Dehhakê xwînxwar…
12ê Gulana 2016an, qet nabînin bihar
Dehhak û Nemrûdê Kurdistanê,
Hov û xaîn û firotiyên Kurdistanê,
Xwînrij û paleyên ğerbiya ğeddar…
Kurdistan tu demê û tu car:
Hewceyî fikr û şola weya sextekar,
Zulm û şerrê weyî qirêj û gemmar,
Nebûye, nabe û wê nebe…
Derdê we ne çêkirin û avakirine
Armanca we tenê xerakirine,
Kuştina bêrîyû zarok û sebiya,
Qetlîamkirina xelk û gundiya,
Vedandina çalan jibo teqemeniya,
Tenê li umrê Dehhak tîne dawiya…
Tu Dehhak, tu Nemrût, tu Yezîd
Xwe negirtine li ber hêsr û nifirên
Mezlûm û reben û jinbî û sêwîya
Gellê Kurd, wek qetlîama Zozana Mîranê
Başbağlar û Sûsaya Sîlwanê
Vê qetlîama weya li Baqewsê jî,
Jibîr nake, wê bibîr bîne her dem
Bi hezar nefret û le’net
Di diwazdeha Gulanê…
Bi qasî giranîya şewata
Dilên dayik û jinbîyên diljar
Feryada 39 sêwîyên situxwar
Li ser we le’net bibare
Ji cem Xwedayê Qehhar
Îro li gundê Baqewsa Amedê
Şîn û girîn û qêrîn û heware…
16 can, bi 15 ton nîtrata dijwar,
Bûne perçe perçe hezar hezare,
16 car 15 hezar carî,
Li we le’net bibare
Ğulamên Dehhakê xwînxwar…
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.