Me’hzûn e dil li ser xelqê min

Article

Îro li nêz tîcaretxana min xortek 25-30 salî, Di dest de sîtilik mast, Betilî ji rizqxana xwe êvarî ber bi mala xwe de dimeşî. Belkî zarok û hevala wî, belkî jî dê û bavê wî li hêviya wî bûn da ku bi hevre rûnên ser şîva êvarî. Me’lûm e ehlê malê li herema me ji bo rûniştina ser şîva êvarî li bendî karkerê malê bi eşq û hûrmet disekinin. Bi vî awayî rûmetdana xwe nîşanî karker û reîsê malê didin.  Ev ‘erf û ‘adeteke heremî yi gelemperî ye. Him Îslamî ye him jî însanî ye.        

Li gorî gotina cîrana en esnaf, Xortê bi navê Ercanê porqûsan, ku îsal 10 sal li vê sikaka binya me re ev karê porqûsanê dikir, Ji terefê cinawurê xwîn vexur ê di şiklê xortan de bi çekên lûle kîn hate qetilkirin. Ligorî gotinê hazîrûnên ser bûyerê, Nêzi 2 deqan ti kes bi ser xortê li erdêketî û xwîn di herikî de neçû. Belkî ji şaşî belkî jî ji tirsa çekên di destê qatîlan de. Cinawurên çek di destan de, bi dengê ‘hêl  him di gotin – “Me xayin kûşt ,Me xayin kûşt.” Him jî direviyan. Canxelasek [ambûlans] Xwedê bide. Ma ev herem welatê paş Edenê ye ku her dem canxelasek amadebe. Lê cîranekî ew xerîb avête mekîna xwe. Û berî da Nexweşxanê. LÊ ALLAH c.c. alîkarbe. Bi kêmayî 4 derbê xedar li bedena wî ketibûn.

Ez bi se’hkirina bûyerê di nava be’hra hemû xeman de nokbûm. Gelo ka dê û bav, zêç û zarokê meqtûl çi wextî rûniştin ser şîvê. An şîv li wana bû je’hra marê kor. Gelo çi je’hrê ev herdû xortê heremî kiribûn cinawur. Dîsa gelo ev je’hra TC bû an je’hra xaçperestanbû. An je’hra koremarê hovê çiyabû. Dîsa ez vegerîm bi şûnde. Gelo bi rastî sûcdarê evê tine ’hesibandin, xwînrij, celîbûn, talan, wêran, komkujî û bê perwerdehiya ku ji bê dewletî di welide, kiye? Ka jimin re bêjin gelî aqilmend û xwendevana. Gelî ‘Âlim û rêzana. Gelî şareza û jîrika. 

Gelo heger dewleta cimhûryetê zilm li vî xelqî ne kiribûna ewê ev xelq bibûna leşker jibona hovê çiya. Bê gûman em li ser bûyerên derbasbûyî zêde nesekinin. Lewra ji mere ji ders girtina pêve ti pey bi dest nakeve. Belkî pêwist e ku em li ser ‘halê xweyî rojane, ê niha bisekinin. Ê ku îro me û gelê me zêde talan û wêran dike, ê ku bajar û bajarokê me îro xira dike wêran dike, kunda li ser me dide xwendin,  Bê gûman ENCAME. Ev encam, encama zilma dewletê ye ku îro îdarevanê dewletê bi xwe jî vê heqîqetê îkrar dikin. Û di bêjin îro roja li hev hatina dewlet û gelê xwe ye. Bê gûman ev gotin rast e. Lê pêwist e ku nava vê gotinê bê tijekirin. Gelo wê bi çi hawî ev naverok bête tijîkirin, Bê gûman bi vegera ji xeterê dewleta kevnare. Ew xeletiyen ku dewleta kevn li hemberî xelqê xwe dikirin.

Lê mixabin îdarevanê dewleta nû jî xeletiyen dewleta kevn gav bi gav didomîne. Lê digel vê xetera xwe ji xelqê li hember dewletê sedeqet û rastiyê dixwaze. Ev nebese dewleta nû bi alet û argumanê dewleta kevn bi terorê re- ki ev teror encama kirinê dewleta kevne- têkoşînê dimeşîne.  Mixabin bi vî ‘halî dewleta kevn bi terorê re 30 sali têkoşîn kir. Bi vî ‘hali wê dewleta nû ji bi kêmayî weke dewleta kevn dirêj têkoşîne bike. Lê ê ku wê li ber linga bi perçiqê emê xelqbin. Ji mere ji îdarevanê dewleta nû ji ti hêvî ne xûyaye. Hêviya me encax  xaliqê me ALLAH e û xebata me ye, di riya  Rêberême MUSTEFA de, Huseyn de Seîdeyn de û Huseynên zeman de ye.

Ya MUQELLİBEL QULÛB ya NASİREL EQVAM ya ĞIYASEL MÜSTEĞİSİN.                                      

31.08.2016

 

Nûreddîn Qoserî

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê Darbeya 15ê Tîrmehê Me Çi Ders Hilgirt
Ê Li Pey Va Dîsa Cejn E (‘Eyd E)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.