ZIMANÊ DAYIKÊ-2

Article

Mafê Perwerdehîyê Yê Bi Zimanê Dayikê

Di gellek peyman û belgenameyên navnetewî de perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî eşkere hatîye qebûlkirin. Misal, “Peymana Navnetewî Ya Mafê Medenî û Sîyasî” “Peymana Li Dijî Cudakarîya Di Perwerdehîyê De”, “Peymana Mafên Aborî, Civakî û Çandeyî ya Neteweyên Yekbûyî”, “Şertê Zimanên Herêmî û Kêmjimar Yê Ewrûpayê” Evan belgename û peymanan didin zanîn ku xeyrî mektebên qamûyê, divê îzna malbatan hebe ku li gorî daxwazên xwe, li ser bingeha dîn û exlaq û zimanê xwe, bi awayê ji dibistanên qamûyê cûda, karibin mekteban ava bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê pêk bînin.

Di van belgenameyan de tê terîfkirin ku perwedehîya bi zimanê dayikê, mafekî pêşdatir e û diyar dike ku dewlet jibona perwedehîya bi zimanê dayikê bide pêkanîn, tedbîrên hewce divê peyde bike.  Wekî din di van belgenameyan de tê gotin ku perwedehîya bê kirin, divê li gorî xwestinê be, nebe maniê’ fêhmkirina çand û zimanê neteweyî û beşdarbûna çalakîyên civakî û şert e ku zirarê nede serdestiya neteweyî.

Ji van belgenameyan, Peymana navnetewî ya mafê Medenî û Sîyasî ji teref Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 16a Çilêya Pêşîn a sala 1966an de hat qebûlkirin. Ji xeyrî madda 41ê ev peyman, di 23ê Adara sala 1976an de ket meriyetê. 

Tirkîyê ev Peyman di 15ê Tebaxa sala 2000î de îmze kir. Di sala 2003an de bû qanûn û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Tirkîyê li maddeya 27an îhtiraz nîşan da, ji bo vê maddeyê bi cih neyne şerh da ser.

Maddeya 27an: “Parastina eqellîyetan. Li dewletekê eqellîyeta etnîkî, dînî û ziman hebe, kesên mensûbê vê komê bi ferdê din ên komê re bi komanî bikaranîna heqqê çandê, bicîanîna ferzîyeta ‘îbadetê dînê xwe yan jî bikaranîna mafê zimanê xwe, kes nikare pêşîrgirtinê lê bike.”

Ger dewleta Tirkîyê, maddeya 27an qebûl bikira di serî de gerek jibo perwerdehîya bi zimanê Kurdî û yên din pêşîya wan vekira û temamê îmkana bida wan. Ji bo pêşîya vêya bigire îhtiraz da ser vê maddê. Di temamê peymanê navnetewî de maddê derheqqê mafê zimanê eqellîyetê de Tirkîye, îhtîrazê di de ser.

Em karin parantêzekê li vir vekin. Tirkîyê li gorî Peymana Aşitiya Lozanê ji bilî xeyrîmuslima tu eqellîyetê qebûl nake. Yanê wekî Kurd, ‘Ereb, Laz, Çerkez ji ber wekî Tirka Muslumanin di sinifa eqellîyetê de qebûl nake. Ji ber wî awayî li gorî peymanê navnetewî ku di heqqê eqellîyetê de yê zêde muhîm mafê ziman û kultura wan jî nade. Li vê derê xwebixwe dikeve tezatê. Li alîki dibêje Kurd û van mensûbê etnikî yên din ên musulman ji ber Musulmanin ne eqellîyet in. Li alîyê din zemanekî him ji ber Musulmanbûn him jî ji ber etnîkîya wan ta’de li wan dikir û bi tesîra nijadperestîyê etnîkîya wan înkar dikir. Îro hîn jî ji xeyrî Tirka heqqê ziman û çanda ev qewmê din baxusûs ê Kurda li gorî peymanê navnetewî yên mafê mirova tên qedexekirin. Di dibistanan de perverdahîya zimanê Kurdî kirin dersa hilbijarî, lê mamostê Kurdî ji çend heban pêvetir negirtin. Wer xuya ye ku li vêya jî poşman bûne. Nizanin wê çawa gavên piştre bavêjin. Zimanê Kurdî, ‘edetî bûye wek paranoyekê li ser îdarevanên Tirkîyê. Timî zimanê Kurdî û çanda Kurda sedema jihevqetinê dibînin. Ev mesele, kî were iqtîdarê ferq nake. Vêya bûye polîtîka dewletê. Çaxa qala heqê Kurda û zimanê Kurdî tê kirin, tu dinêrî gellek guhê xwe mîç dikin. Me’elesef di nav vana de ji Tirka kesên ku dibêjin em muhefezekarin, dîndarin gellek henin. Halbûkî ziman giş ayetên Xweda nin. Di sûreyê Rûm ayeta 22’an de Xwedayê Te’ala dibêje ku cûdabûna ziman û rengên însanan, ji ayetên Xweda nin. Evanê dibêjin em dindar in, divê bêtir hurmeta wan ji reng û zimanê din re hebana. Lê tu dinhêrî gellek kesên çepgîr di vê mijarê de ji wan pêştetirin. Evêya jî dibe sedema ku gellek însanê Kurd, li dijî dîn baxusûs li dijî Îslamê cephe digrin. Niha dibên qey dîn ev e. Jixwe hinek jê jî li benda vê firsetêne, li hev sor dikin. Kesên li dijî dîn vêya ji xwe re dikin behane, li ser vê mijarê antî propaganda dîn bitaybetî ya Îslamê dikin. 

Modelên Perwerdehîyê bi Zimanê Dayikê

Li welatên ku ji yekê zêdetir zimanên fermî li wan hene û ji xeyrî zimanê fermî bi hinek zimanên din dipeyivin, wê li wan bi zimanê dayikê perwerdeyî çawa bê kirin, meseleke pir girîng e. Her welatek ji yên din cûda tevdigere. Gava mînakên li van welata tên tetkîkkirin, perwerdahîya bi zimanê dayikê, bi celebên dibistanên cûda (qamû, dibistanên taybet ên bi piştgirîya qamûyê, dibistanên taybet) û bi awayên cûda yên hînkirinê (perwedehîya bi zimanê fermî zimanê dayikê, perwerdahîya bi du zimana, dersa bijartî bi zimanê dayikê) pêk tên. Li hinek welatan ji yekê zêdetir celebên dibistanê û awayê hînkirinê bi hev re tên sepandin. Di vê mijarê de li cîhanê di nava welatan de pevrebûnek tuneye. Her welatek li gorî realîteya xwe modelekê tetbîq dike. 

Di Perwerdehîya Zimanê Dayikê De Pêkanîna Meylên ‘Umûmî 

Dixwaze li dibistanên dewletê an jî dibistanên bi pişgirîya dewletê be, wekî sepanê bikaranîna perwerdahîya zimanê dayikê, di sinifê ewil de zêde tên hînkirin, piştî sinifê duda yan jî yê sisîya zimanê fermî tê fêrkirin. Çiqas ber bi dibistana navîn de tê, zimanê perwedehîyê bi du zimana tê bikar anîn. Hinek ders bi zimanê fermî hinek jî bi zimanê dayikê tên dayîn. Sewîya sinifa çiqas zêde dibe, tesîra zimanê dayikê di mifredatê de kêm dibe. Wexta tê sewîya dibistana amadeyî (lîse) bi giştî bi zimanê dayikê perwerdeyî nayê kirin. Li welatên wekî Çîn, Hîndistan, Uris, Fransa, Hollanda, Îsweç û gellek memleketan di sewîya lisê de xwendin bi zimanê fermî ye. Evya ne pirsgirêka ku tenê ji ber qanûna çê dibe. Di sewîya lîseyê de perwerdehiya bi zimanê fermî, daxwazeke civakî ye. Sedema bingehîn a vê yekê jî ev e ku wexta zimanê fermî yan jî zimanê serdest baş neyê ‘elimandin, di wê civakê de îmkana xebatê, aborîyê û jîyana sîyasî hindik bibe yan jî namîne. Û pê re dibe sedema dezewantajên wekî din jî. Ji ber wî awayî gelek mirov, bê dilê wan be jî ji bo jîyana xwe bi rehetî bidomînin, ji heqqê xweyê tabi’î dibihurin yan jî bi dû nakevin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê ZIMANÊ DAYIKÊ -1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.