
‘Ecêb heq zahir e wek rojê davê
Bi guh seh nakî nabînî bi çavê
‘Eqil jê çibye qey dil mirye hey wax
Bî eyyîhîmuqtedeytum[1] necm e davê
Bi dîndar bigre tam yardim be jê re
Evê dî qewmê Suf-Dec[2] berde bavê
Ji bo mel-mîx kirîv dînê xwe berned
Bi dîn bigre metirs xwe berde navê
Neyarê dîn û erd û bav û millet
Çexa jê re dixebtî bîle û bavê
Wî tîne kursî yê hukmê berayî
Ku pê razî be tazî tê ji navê
Serî jêkir ji te surgûn û zindan
Ne bes hê qey tu jê ra rayê davê
Tu qey dînbûyê wê tûh û hezar yûh
Şeref namûs û ğîret qey te navê
Veger hê deryê tewbê natî girtin
Ewê dîsa serî-j canê te bavê
Xweda jî wê bibe roja qiyamet
Here ey korê meğdûb min te navê
Ne xebtî tû ji bo Quran û dîn ra
Ne îman da kirîv û mîx û bavê
Ji bo torbek şekir ya gubre ya rûn
Te dîn berda ji bo rêçek û avê
Bizan ev tek gunah milyar e lewra
Huqûqê dîn û millet jê re davê
Tu ne filtî ji Reb roja qiyamet
Xelas nabê bi mell û mîx û bavê
Dixwazî tu ku Quran dîn be hakim
Mebe mani’ wekî ro necme davê
Ne xapê tu bi sef ey ehlê zikre
Ku rê jêke bizik davêje davê
Duxwey tu-b çavê şûşe tiryê naylon
Ku lew nûr û ğidayê çav û navê
Rîsalê Nûr ger bi diqqet bixwînî
Dibînî decc û suf her dû bi çavê
Te xapandin ji dîn kor û ker bû
Madem Îsa û Mehdî kak u bavê
Bî eyyîhîmuqtedeytum îhtedeytum
Nucûmulheqqî bîl enwa’î davê
Gelek mel-mîx dibin etba’ê suf-dec
Diçin wî agirê cennet bi navê
Xwe bavê agirê wî jê metirse
Selam û berd e cennet tê de davê
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.