XWENDIN LÊ ÇAWA?

Article

Xwendin karekî pîroz e. Xweda Te‘ala, ev karê pîroz hînî însana kirîye. Xweda Te’ala, di van ayetên ku ewil ji însana ra şandîye dibêje:

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

1.      Bixwîne! Bi navê Rebbê xwe yî ku (her tişt) xuluqandîye.

2.      Wî însan ji ‘eleqê xuluqandîye.

3.      Bixwîne! Rebbê te xwedî kerema pir e.

4.      Ku wî ‘elimandîye bi qelemê.

5.      Tiştê însan nizane, wî pê daye zanîn.     (‘Eleq 1-5)

Wextê Hz. Muhemmed (s.’e.w.), di şikefta Hîrayê da bi tenê bû, evan ayetan, berî hemî ayetan jê re hatine nazilkirin. Di van ayetan de hinek xisûsên balkêş, Xweda Te’ala, dide ber nezera me:

Xisûsa Yekem: Emir kirina însana bi “xwendin”ê. Xaliqê kaînatê Xweda Te’ala, emrê Pêxemberê xweyî dawîn dike, ku ew pêxember ummî ye; yanî xwendin û nivîsandinê nizane, jê re dibêje: “Bixwîne!”

Her çiqasî Hz. Muhemmed (s.’e.w.), me’zeretê beyan dike û dibêje: “Ez xwendinê nizanim!”; lê ev me’zeret, jê nayê qebûlkirin û emrê xwendinê dîsa jê re tê gotin. Melekê wehyê Cebraîl (‘e.s.), heta taqeta Hz. Muhemmed (s.’e.w.) qut dibe, wî bi ber xwe ve himêz dike.

Hz. Muhemmed (s.’e.w.), fêm dike ku tu çare nemaye, dibêjê: “Ez çi bixwînim?”

Meriv ji vêya fêm dike ku xwendin, tenê ne ji rûpel û pirtûkan tê kirin. Xwendin, fêmkirina heqîqeta ye û gotina wan e. Li ser heqîqetan tefekkurkirin û gihandina hîkmeta ye. Hem ji bona kirina vêya, hewceyî çe’va nîne. Mirovên ji herdû çe’van kor jî, bi fikr û guhdarîkirinê karin xwendinê pêk bînin. Însanê deng nakin û însanên bê ziman jî, bi dîtinê karin heqîqet û hîkmeta fêm bikin.

Xisûsa Dûyem: Xwendina bi serê xwe, tenê ne bes e. Lazim e xwendin, bi navê Xwedê Te’ala bête kirin. Însan, xwendinê bi navê Xwedê Te’ala neke, ewê jê qenc îstîfadê neke. Hetta heye ku ew xendina wî, zerarê jî bide wî. Lewra bi wesîla xwendinê, di rûhê însan de, hinek hal peyda dibin.

Wexta însan, bi navê Xweda Te’ala xwendinê dike; mezintîya Rebbê xwe, û ze’îftîyû ‘eczîyeta xwe dibîne. Wê demê xwendin, di rîya xwe de dimeşe, û însana dighîne kemalê. Însan bi vê xwendinê nefsbiçûk dibe, xwendina wî jê re dibêje: “Ji Rebbê xwe re, ‘îbadet bike; şikir bike!” Rûhê wî kesî, kamil dibe; û wekî simbila tije ditewe; ji Rebbê xwe re secdê dike. Bi xwe dizane ku ‘ebdê Xudê Te’ala ye û heddê xwe nas dike û ser xwe ve naçe. Wezîfa xwe ya li pêş Rebbê xwe, baş bi cî tîne.

Xwendina bi navê Xweda Te’ala neyê kirin, însana dibe ser rîya nerast. Xwendineke bi serê xwe, sunnet û qanûnê ku Xweda Te’ala, ji bo tebî’et û kaînatê danîne, însan kare bi‘ellime. Lê belê nikare hikmet û meqsada wan a heqîqî fêm bike.

Mesela, kare bi‘ellime, bê roj girtin çawa çê dibe, û roj wê kengî bête girtin. Belê fêm nake, bê ev kar, ji alîyê kî ve tête kirin. Ji vî alî de, li mes’elê nanêre jî. Na‘ellime bê ev kar, ji bo çi tête kirin, û çi hîkmet di vî karî de hene. Bi vî awayî meqseda xwendinê, bê ji bo çiye, nayê cî. Ew zanîn û ‘ilmê bi dest xistiye, jê re dibe sebebê ku xwe mezin bibîne û nefsa xwe bi‘ecibîne. Bi vî awayî dikeve rîya Şeytên.

Xisûsa Sêyem: Benîadem, ji teref Xweda Te’ala ve, ji avek heqîr hatîye xuliqandin. Di rehma dê de, Xweda Te’ala wî ji şekla dixîne şekla û heta ruh didîyê û wî tîne dinyayê. Xweda Te’ala ev heqîqet, di nav pênc ayêtên ku ‘ewil nazil kirine, anîye ziman da ku însan, ‘eslê xwe nas bike. Bê ji teref kê ve, bi çi şiklî û ji bo çi hatîye çêkirin, da zanibin û heddê xwe derbas nekin. Hem ji bo kêmanî yû ze’îftîya xwe fêm bike; Rebbê xwe nas bike û jê re serê xwe deyne. Lewra wextê însan, ‘eslê xwe jibîr bike, wê ser xwe ve here.

Hem di heqîqetê de însan, bêqîmet bûn; lê Xweda Te’ala , qîmet daye wan; ew ji avek heqîr zîvirandine ehsenê teqwîmê. Wextê însan, bi navê Xwedê Te’ala dixweyne, van heqîqeta dibîne û fêm dike; kerem û nî’metê Rebbê xwe yên li ser xwe, xweştir dibîne û jê re şikir dike.

Xisûsa Çarem: Xweda Te’ala, zanebûn bi wesîta qelemê daye însan. Qelem ji berê ve ji bo neqla ‘ilm û zanînê bûye wesîta herî girîng. ‘Ilm û zanîn û hîkmetê ku însan di‘ellime, bi wesîta qelemê têne nivîsandin û însan wan derbasî neslê dawî dike. Însan ‘ilmê xwe, bi nivîsa qelemê didin hevdû û distînin. Bi vî awayî ‘ilmê xwe zêde dikin û bi pêş dixin. Bi wesîla zanîn û ‘ilmê, medenîyetan ava dikin.

Li ser rûyê dinyayê bêjimar kîtab hene. Kutubxane bêjimar in û tev tije kîtab in. Belê ev kîtab û ev kutubxane, ne bi ‘ilmê însanê milletekî tenê hatine nivîsandin. Ji însanê berê, ji her milletî zanîn û ‘ilim hatîye destê me. Lê belê tev bi wesîta qelemê hatine ser hev. Ehlê ‘ilmê, ji vê zanîna ketî ser hev îstîfade kirine û ev teknolojî yû medenîyeta pir li pêş, hatîye avakirin. Ev tev nî’metê Xweda Te’alane ku bi wesîta qelemê dane însan.

Xisûsa Pêncem: Ev qabîlîyeta însan ku kare fêm bike û bi‘ellime û bibe zana; nî’meteke pir mezin e, ji teref Xwedê Te’ala ye. Benîadem, bi tiştekî nizanibû; lê belê Xwedê Te’ala, bi wan da zanîn. Ev wesfê însana, wan bi qîmet dike, wan di ser gelek mexlûqa re digre. Sebebê ku Hz. Adem (‘e.s.), ji melaîketa meztir hate qebûlkirin, dîsa ev wesif bû. Lewra Xwedê Te’ala, tiştê ku melaîketa nizanibû, ew bi Hz. Adem (‘e.s.) da zanîn. Wextê Xwedê Te’ala, melaîket bi vê zanînê îmtîhan kirin; melaîket man bêdeng. Lê belê Hz. Adem (‘e.s.), bi wî ‘ilmê ji Xwedê Te’ala sitend, xeber da û bersîva Xwedê Te’ala da. Ji ber vê melaîket, heyranî însan man û hîkmetê Rebbê xwe fêm kirin û tesbîha wî kirin.

Bi kurtayî, însan bi xwendinê dibe însan. Însan xwe û Rebbê xwe, wezîfên xwe, qedr û qîmeta xwe, bi xwendinê fêm dike. Mîrasa zanîna xwe jî, bi qelemê derbasî yên pey xwe re dike. Ji bo çira ‘ilmê, her tim vêketî bimîne; ew jî, hinek dohn dixe xezna lempeyê da ku însan di tarîtîyê de nemînin, rêya xwe şaş nekin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

21

Gotar

Ê Berê SERKETINA SIN’ET BI ÎLTÎFATÊ TÊ
Ê Li Pey HEBÛNA ME Û PÊXEMBERÊ ME

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.