WERE EY RONÎYA ÇAVAN

Article

Dem mîladî 'esra şeşemîn, mewsîm bihar e, çem diherikîn, gul û kulîlk vedibûn, rûyê erdê temamî zînetê xwe ji bo benîadem radixist. Cîhan li temamê welatan cur bi cur xweşikahîyê xwe ji însan re pêşkêş kiribû. Tamamên zindîyan li ser wezîfeyên xwe yê eslî; kû Rebbê Zulcelal wan bi xizmetkarîya însanan xuliqandi bû, jiyanên xwe berdewam dikirin.

Lê belê tenê însan na...

Însan, yanî benîadem...

Însan, yanî ê kû tiştan zû ji bîr dike...

Însan, yanî evê birakuj...

Însan, yanî evê ku hin caran dibe Qabîl, hin caran dibe Nemrûd, hin caran dibe Fîrewn, hin caran jî dibe Qarûn ...

Belê em serê we zêde neêşînin.

Em, di behsa 'esrê şeşemîn de mabûn, cîhan çiqas reng bi reng û ronahî bû, însaniyet jî dijî vêya di tarîtiyan de xeniqî bû. Qetl, zina, zilm ,koletî, bindestî, tunebûna mafê mirovan, tunebûna mafê pîrekan, zorêkê qîzîn bi zindî binerdkirin, rêwî şêlandin û hwd.

Qîrîn û feryadên mezlûm û bindestan d gihîştin  'erşê ala. Temamên zindîyan li benda xelaskarekî bûn.

Mûsewîyan digot, ê kû dê wan tarîtiyan rake, wê ji me be, Xaçperestan jî digotin me hêvî ye kû xelaskar ji me be.

Lê belê tû kesî hesabên Xweda nizanibû.

Xweda Teala beriya wan tarîtiyan, gelek carên dî jî benîadem, bi qasidîya pêxemberan ji wan tarîtîyan xelas kiribû û wan kiribû xwedî şeref.

Lê gor ku dîroknasên Îslamê ji ayetan û hedîsan zexmkirine, 124 hezar nebî û resûl ji qewm û eşîran re hatine şandin.

Ê herî dawî yanî ê ku kaînat ji bo wî hatiye avakirin jî Mihemed Mistefa (s.x.l.) bû.

Helbet Xwada Teala berî ku pêxemberan ji qewmên wan re bişîne, di nava qewmên wan de emr û nehyên Xweda dihatin jibîrkirin, di wan qewman de bi tevahîyê kesan; mêr û jin, xort û kal, zana û nezan tev bihevre dibûn koleyê nefsên xwe û dost û hevalên şeytanê le’în. Her çiqas pêxemberan ji bo, qewmên wan bi wan îman bînin; biroj û bişev, bidizî û bieşkere, geh yek bi yek, geh bi komelî teblîx û irşad kirine jî, di qewmên wan de ên ku îman bi wan anîne pirî caran qasî tilîkên destan bûne.

Bes, ê ku îman bi pêxemberan anîne çiqas  hindik bûne jî, ev ne bûye sedemê ku wan pêxemberan di xebatên xwe de sistayîyan kiribin û dev ji teblîx û irşadê berdabin. Gava zêde ketine diltengî û zorayîyan xwe avêtine dergahê Rebbê xwe û pêde zare zar kirine.

Xweda Teala jî wan zare zarê wan bêbersiv nehiştîye, wan qewmên baxî û tuxyanker, geh bi qîrîneke dijwar kiriye wek qocikên êzingan, geh di avê de fetisandîye û wan bê ûcax û bêbinyat kiriye, geh bi navê xweyî Kehhar li wan hatîye xezebê welatên wan ser û binê hev kiriye û geh jî bi erdhejan ew kelh û koşkên wan ê ku digotin tu kes nikare xera bike, bi serên wan de aniye xwarê, welatên wan kirîye warên guran û buman.

Berî ku pêxemberê axirzeman bê cîhanê, li şerqê cîhanê Împaratorîya Eceman, li xerbê cîhanê împaratorîya Roman hukimdar bûn. Di navbêran wan da şer û herbên bêdawî didomîya. Li warên Erebîstanê jî geh hikumranî ketîye destên Împaratoriya Eceman, geh jî hikumranî  ketîye destên Împaratoriya Roman.

Erê birayên xwendewan gerek em piştî tevî nivîsan parekî ji nefsên xwe re derxin. Xweda me neke hevalên nefsên me yê leîn. Hûn tev emanetê Xweda bin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey MEXLÛBBÛNA EBREHE Û ARTÊŞA WÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.