Rovîyê Le’pek û Qijika Kêm Aqil

Article

Carek ji caran rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. 

Gelî xwendevanan, guhên xwe vekin û li min guhdarî bikin. Heger gotin zîv be guhdarî kirin zêre. 

Ev çîrok, çîroka Rovîyê le’pek û Qijika kêm aqile… Rojek ji rojên havînê ye. Ji êvarê de Rovîyê le’pek li der û dora gund gerîyaye lê belê tûtikekê yan jî şamîyekê bidest nexistîye. Hetanî ber destê sibehê nêçîra xwe domandîye, lê belê fêde nedîtîye. Piştî melê gund dest bi azana sibehê kiriye, roviyê qarçek pişta serê xwe xurandîye û berê xwe daye şikefta xwe. Tevlî zikê birçî, serê xwe daye ser tehtê û ketiye xew. Wexta roj dertê û tîrêjên xwe li şikefta rovî dixe, şikeft lê germ dibe û xewa şêrîn lê heram dibe. Ji hêleke din jî zikê wî li zengil dixe.

Rovîyê la’pek, gelek caran bi zikê birçî razaye. Lê belê wexta bextê wî lê vebibe û nêçîra wî bi bereket be, heta sibehê kêf kêfa wî ye, destê wî li ser zikê têr radizê. Lê çi bêjim, ev roj ne ji wan rojan yek e. Belê Xweda Kerîm e. Zikê birçî helbet wê têr bike.

Piştî xew lê herimî, rovîyê me radibe, geh li vî alî geh li wî alî di şikeftê de diçe û tê. Wekî hûn dizanin, rovî çiqas le’pek be jî, ewqas jî tirsonek e. Di nava rojê de heta heyîrî ne be, dernakeve derva. Xweda mihafeze, tehjîyên nêçîrvanan yan jî kûçikên gund rovî seh bikin jê re ne xêre. Jiber vê yekê rovî taqet nake ku derê derveyê şikeftê. Piştî zik lê giran dibe, pîyên rovî hêdî hêdî wî biber devê şikeftê ve dibin. Wexta tê nêzîkî derîyê şikeftê, ewil guhên xwe tûj dike û li dengên derva guhdarî dike. Piştî guh da derve, dibêje:

Ez dibêjim wê talûkek tunebe. Rovîyo, mal mîrat, tu zilamekî bi nav û deng î. Ev çi tirse te daye ser xwe. Derkeve derve û li rizqê xwe bigere!

Bi van gotinan, dixwaze tirsê ji ser xwe bavêje. Belê naxêr. Dîsa pîyen rovî ên paş, ber bi hundirê şikeftêve hildikşe. Wexta bê umîd dibe û ber bi paşve diçe, xişe xişa pelên daran tê guhên wî. Ji nişkave çavên wî mezin dibin û li cîyê xwe disekine. Careke din guhên xwe tûj dike, li derveyê şikeftê guhdarî dike. Erê, guhên wî ew ne xapandîye, xişe xişa pelên daran didome. Ev xişe xiş ‘elametê xêrê ye. Dibe ku keweke qelew, li ser coqlîyê darê lîs dabe. Ev xeyal kêfa rovî tîne. Serê xwe hêdî hêdî dirêjî derve dike, ez nemînim. Qijikeke reş li ser coqlîyê darê ye, di nav nukulên wê de çortanekî qirase ku wê têra birçîbûna rovî bike heye. Dek û dolab di serê rovî de derbas dibin. Gelo wê çawa çortanê qijikê jê bistîne!

Rovîyê le’pek, bi gavên nerm ji şikeftê dertê û tê binê darê. Serê xwe bilind dike, li qijikê dinhêre. Dibêje:

Qijika delal! Pir bi bejn û bal. Xweda vê bejna zirav kiriye para te, gelo tu dizanî çiqas bi te dikeve. Wê rojê bi hevalê gur re min xeber dida, min çi pesnê te da, tu dizanî.

Qijik li ser van gotinan, li vê kêlekê difetile, li wê kêlekê difetile, li bejna xwe dinhêre. Baskên reş, bedena reş, perrû yên reş, serê reş. Reş û reş. Kanê bejna xweş, kanê bejna delal. Bixwe bawer nekir lê dîsa li xweşa wê çû ev pesindan. Rovî dît ku qijik nerm bû, axaftina xwe domand:

Hevala min. Ji xwe tu gotin ji bejn û bala te re tune ye, aşkere ye. Belê hevalê gur behsa dengê te kir. Digote dengekî pir zelal heye li ser qijikê. Ka ji min re kilamekê bêje gelo dengê te yan ê Şakiro?

Ev xeberdan êdî hişê qijikê dibin. Nefesa xwe dikşîne û bi dengekî bilind dest bi qîje qîjê dike. Wexta nukulên xwe ji hevdû vedike, çortanê di nava nukulên wê de ji jorê de ber bi rovî tê xwarê. Devê rovî ji xwe vekirî li benda rizqê xwe ye. Çortan rast e rast xwe berî devê rovî dide. Rovî ‘efyetê li çortan tîne lê hêjî qîje wîja qijiqê ye. Wexta hişê qijikê tê serê wê û li bin darê dinhêre, rovî herdû destên xwe daye ser guhên xwe li benda qedandina kilama qijikê ye. Dema vê menzerê dibîne, qijika kêm aqil li çoka xwe dixe, belê fêde tuneye. Çortanê bi tam, li holê tune ye. Belê qijikê jî ji vê hadîsê elbet dersa xwe sitendîye.

Belê xwendevanên hêja, çîroka me çû dîyaran rehmet li dê û bavê hazir, guhdar û xwendevanan. 

Ya rast di heyat û jiyana însanan de jî, gelek meseleyên rovî û qijikê hene. Hal ew e ku li hember dek û hîlê însanên qarçek meriv hişyar be. 

Mamoste Fatîh Şêxdodî

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê KEVIRÊ HAVÎNÊ, BAVÊ KADÎNÊ
Ê Li Pey KÛSÎ Û KÎVROŞK

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir