XWENDINA BI NAVÊ XWEDA

Article

 “Bixwîne bi navê Rebbê xwe yê ku her tişt xuliqandîye. Ew Rebbê te însan ji parçeyek xwîna hişk xuliqandîye. Bixwîne, Rebbê te ji her kesî keremdartir e. Ewî bi qelemê însan hînî nivîsandin û zanistê kirîye” (‘Eleq:1-4)

Bêjimar hemdû şikur ji Rebbê ‘alemê ra be. Silavê bêjimar li ser pêşîvanê me Hz. Mûhemmed ‘eleyhîsselatû wesselam be. Û silav li ser eshabê wî û li ser wan kesên ku di rêya wan da dimeşin be.

Gelî xwendevanê ‘Ezîz!

Di vê nivîsa xwe da emê hinekî behsa emrê Xweda, emrê Wî yê ewwîl ku “XWENDIN” bû  bikin. Ji we va jî ‘eyane ku Xweda ‘Ezze Wecelle, wexta Hz. Mûhemmed (‘e.s.w) bi nebîtî şand, li şikefta Hîrayê jê ra weha ferman kir:

“Bixwîne bi navê Rebbê xwe yê ku her tişt xuliqandîye …” Emrê Xweda emrê ewîl ji Hz. Mûhammed (‘e.s.w) ra ev bû. Lê belê em tev dizanin ku Hz. Mûhemmed (‘e.s.w) însanek nexwenda bû. Xweda bi vî halê Hebîbê xwe dizanibû, lê dîsa jî emrê Wî bi xwendinê dikir. “Gelo ev xwendin çi xwendin bû?” Emê jî behsa hîkmeta vê xwendinê bikin.

Di her tişt û her hedîseyê kaînatê da ji bo dilek şareza gelek hîkmet û ders hene. Di ‘ebdîtîyê da wezîfeke însên, li gorî vê ayeta li jor, bidestxistina qabîlîyeta xwendinê ye. Esas hîndekarî ev e. Û di her tiştî da hêjahî û mezîyeta xwendina hîkmetên Xwedayî xayeke xûlqîyetêye.

Wekî kîtaba pîroz Qur’ana Kerîm, Kaînat jî ji bo ku bi çavê dil were xwendin, mû’cîzeke daxûyanîya Xweda ye û pêşkêşî beşerîyetê kiriye. Her zerreke wê ji bo hîkmet û heqîqetê wek zerfekê ye. Wezîfa mu’minekî kamil û şareza, vê zerfê veke û sirr û hîkmet û hinarîya di nav da bixwîne û pê serwext bibe. Qur’ana Pîroz di gelek ayetên xwe da, me de’wetî xwendina van hîkmetên ku di hundirê van zerfan dane dike.

Bêgûman di ‘erd û asîmanan da ji bo mu’minan gelek ayet hene (ku hêz û qudreta Xwedê Teala nîşan didin)

Bêguman di xuliqandina we de û di zindiyên ku li ser erdê belav bûne, ji bo milletekî ku ji dil bawer dike, gelek îbret hene.

Bêguman di lipeyhevanîn û guhertina şev û rojê de, di wê barana ku Xwedê Teala ew ji asîmanan daxistiye, vêca ku bi wê baranê erda mirî sax û hêşîn dike û di anîna bayê ji hemû aliyan ve, ji bo milletekî ku fehm bike, pir ayet hene.” (Casîye:3-5)

Wekî vê ayeta Qur’an’a Pîroz di gelek ayetan da Rebbê ‘Ezîz bala me dikişîne ser mexlûqata; Wana ma qet li devê mêze nakin?” Di cîkî din da balê dikşîne ser hedîseyên coğrafî; “Wana li ‘ewra, li baranê, li çîya û li wan nebatên ku zivistanê dimirin û di biharê da jî tê vejandin nameyzînin?” Di cîyekî din da jî balkêşî ser dîrokê dike; “Li eqîbeta wan qewmê borî nameyzînin?”

Gelî guhdarên ‘Ezîz!

Mûxatebê van ayetan û hemî ayetan, însanê xwendekar û nexwendekar tevin.  Yanî Xweda(c.c) însan mûxateb qebûl kirîye. Him vê kaînatê û tevî zêrzewatê wê, him jî kitêb û sahîfeyên mûqaddes tevî ji bo însan şandine. Însan him ji bo xwe nas bike, him jî yê ku van nî’met û qencîyan lê kirîye nas bike.

Naskirina Wî (c.c) ji hineka ra bi xwendina ‘îlmê ye, ji hinekara jî bi xwendina sen’atê Wî (c.c) yê kaînatêye. Jixwe xwendin ew e ku bi çavê qelb, bi fehm û îdrak bê xwendin…

Xwendekar du qism in. Yek jê, qaşo xwendekar e, lê xwendina wî, ji feydê bêtir zerar didê. Bi te’bîra Qur’anê wek kerê barkitêb e… Ewqas bê fehm û îdrak e, ne di kitêbê ku xwendiye, ne jî di kitêba kaînatê da Rebbê xwe nasnake,  berevajî wî Rebbê xwe înkar dike. Ew kesê din kitêb nexwendiye, lê belê kitêba kaînatê xwendîye… Çiqas li sen’etê vê kaînatê mêze dike, ewsafê Rebbê xwe dibîne û îmana wî zêde dibe.

Piştî vê daxûyanîyê  emê wê sûala “Gelo ev xwendin çi xwendin bû?” bersiva wê bidin:

Hz. Mûhemmed (‘e.s.w) çiqas jî nexwendabû, lê belê çavê qelbê Wî (‘e.s.w) vekirîbû, îdrak û fehma Wî (‘e.s.w) tam bû… Li kê dera li kaînatê mêze dikir, li kîjan sen’etê wê dimeyzand, tecellîyatê Rebbê (c.c) xwe didî û di pey da hemd û şukrê Rebbê xwe dikir..

Wî (‘e.s.w) dizanibû ev tiştê hûr û girê di vê kaînatê da tev ayet û nîşanên meznantîya Rebbê ‘alemêye. Ji zerre bigre hetanî kurreyê, tev sen’atê hostekîye û di wan da gelek sirr û hinarî hene. Ew nexwendekar bû, lê belê Wî (‘e.s.w) ew sirr û hinariyên di wan zerre û wan kurreyan da dixwend û mutale’e dikir…

  Jixwe ayeta Qur’anê ayeta ewil bala me dikşîne ser xwendina bi navê Xweda û xulqîyeta însanan. Ev ayet bi nepenî dibên yê ku serpêhatîya xulqîyetê bixweyne û nas bike, ew Rebbê ‘alemê nas dike… Ji ber vî gelek ‘alimên Îslamê di vê mijarê da weha gotine; “Ê ku xwe nas bike,  Rebbê xwe nas dike” Yek ji wan ‘aliman Ustad Bedîûzzeman weha dibêje; “…

Eger ev kaînat biçûk bibe, ewê bibe wek însanekî; yan jî eger însan mezin bibe, ewê bibe wek kaînatê” Yanî çawa meriv kare ji bo dendika hêjîrê bêje ku di hundirê vê dendikê da dara hejîrê heye; ‘eynen wisa ji bo însan jî meriv dikare bêje ku kaînata mezin e.

Di vê mijarê da zahf gotin hene. Teferrû’ata wê emê hewaleyê kitêbên ‘aliman bikin. Di dawîya nivîsa xwe da em bikurtî weha dibên: “Eger şewq û tav tunebe, wê çav ti tiştekî nebîne, ‘eynî wisa nûra îmanê û rûhanîyeta Qur’an û sunnetê tûnebe di qelbekî da, ew çavê qelb wê ti heqîqetekê nebîne. Nûra îmanê ya di qelb da bi tefekkurê dibiriqe û şu’le dide. Û ew kesê ku li  dinyayê mêze dike û îbret nestîne, bi wê nîsbetê di çavê qelbê wî kesî da korbûn çêdibe….

Xweda qelbeke hişyar û ‘emeleke bi îxlas nisîbê me bike.

Bimînin di xêr û xweşîyê da.

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê Piştî Bazê Kurê Dostik, ‘Eqîbeta Dewleta Merwanîya
Ê Li Pey Di Dewra Ebû Mansûr Se’îd De Meyyafarqîn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.