ÇÎROKA ROVÎ, GÛR Û ŞÊR

Article

 

Gelî gûhdaran! Ez ê ji we ra çîrokâ rovî, gûr û şer bîbêjîm. Bi rastî di jiyanê de ev sê heywan ne mûmkûn e ku bên ba hev, lê ev çîrok e û di temamê çîrokan de jî ders û îbret hene.

Ka em vegerin çîrokâ xwe. Dibêjin rojekê rovî, gûr û şêr bîrçî dibin û tên ba hev dibêjin ka em derkevin nêçîrê û em çi ji nêçîrê bînin em ê li hevdû par bikin. Û radibin derdikevin nêçîrê.

Nêçîra wan baş derbas dibe û di vê nêçîrê da keweke gozel, kêroşkek û pezkovîyekê digrin.Û li bin darekê top dibin. Şêr dibêje:

-Birayê gûr! Ka ji kerema xwe re li me par bike.

Gûr dibêje:

- Şêrê min ji xwe par kirîye.

Şêr dibêje:

-Bi çi hawayî par kirîye?

Gûr dibêje:

-Kewa gozel ji rovî re ye, kîroşk ji cenabê te re ye û pezkovî jî ji min re ye.

Şêr aciz dibe û bi pençeyên xwe li gûr dixe û gûr dipengize û li bin gûhê darê dikeve. Gûr dimre û terîya wî bi serserê wî dikeve û rast disekine. Şêr vedigere ser rovî dibêje:

-Birayê rovî ka tu par bike.

Rovî ji ber go halê gûr li ber çavê xwe dibîne ditirse û ji bo xwe xelas bike dîsa weke

her carî dest bi fenan dike. Û dibêje:

-Şêrê min ji xwe par kirîye.

Şêr dibêje:

-Bi çi hawî

Rovî dibêje:

 -Kew taştêya te ya sibê ye, kîroşk navroja te ye û pezkovî jî şîvate ya êvarî ye

Şêr ecêp dimîne û vedigere ser rovî dibêje:

-Rovî te ev edalet jî kû anê

Rovî dibêje:

-Şêrê min! Min ev edalet ji wê terya gûr a go li ber min rast sekinîye derxistîye.

Gelî gûhdaran! Me çawa di serî da gotibû di her çîrokekê da ders û ibretek heye, di vê çîrokê de jî ders û îbretek heye. Ew jî ev: Mirov gerek di her îş û karên xwe de rastbin û berê menfeetê nedine xwe.

Gûr ji ber ku bi  hevalên xwe ra ne rast bû û berê menfeetê dabû xwe ev tişt hat serê wî. Bi heqqî parvebikira wê her sê jî bigîhîştina heqqê xwe .Û em karin ji bo rovî jî vêya bibêjin:Rovî bi fenên xwe meşhûr e.

Ew  çi qas fennek be jî, belê her daîm birçî ye. Peyveke pêşiya heye ku tê de dibêjin “Ji rovî fennektir tuneye, belê li pazarê jî ji kûrkê wî behtir kûrk tune ye.”

Çîroka me çû diyaran, rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran…

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.