MEXLÛBBÛNA EBREHE Û ARTÊŞA WÎ

Article

Bi navê Xweda.

Xwendevanên bi rûmet, emê di vê nivîsê de behsa eshab ûl fîl bikin.

Malumê we ye ku Dewleta Yemenê li başûrê 'Erebîstanê ye. Di 'esra şeşemîn de li herêma Yemenê binavê Ebrehe hukimdarekî Xiristiyan û zordar hukm dikir. Ebrehe Xiristiyanek bi te'asûb bû. Ji bo Xiristiyanîyê belav bike dixebitî. Li bajarê xwe yê San'ayê binavê Kalîs dêrek bi debdebe û rewşedar avakiribû. Ebrehe ji bo xemlandina wê dêrê ji Împaratoriya Roman hosteyên mahîrtirîn ên mermerê  anîbû û dêra xwe heta tu bejî biîhtişam çêkiribû. Ji bo bajarê wî yê San'ayê bibe Navenda Oldarî û Aborîyê. Piştî dêrê ava dike xeberek belav dike; "Dibê gere qewm û 'eşîr êdî werin dêra min tewaf bikin.”

Ebrehe xwestîye ku qedr û qîmeta bajarê Mekkê, di navbêra gelan biqedine. Gava ji qebîla Kînânê şexsek bi we daxwazîya Ebrehe dihise diçe di hundirê Dêra Kalîs de pîsîyê xwe dike. Piştî vê yeke Ebrehe hingî hêrs dibe bilez qasidek ji qebîla Kînânê ra dişîne, qasid ji wan re dibêje; "Gerek hûn werin dêra Ebrehe tewaf bikin. ” Qebîla Kînânê qasidê ku Ebrehe ji wan re şandiye dikuje. Ew ji dibe sebebê ku Ebrehe bi artêşa xwe ya ku di pêşiya wê de bi navê Mahmut fîlek qirase hebûye, ji bo êrîşê ser bajarê Mekkê bike dikeve rê.

Gelek şexs û artêş ji bo Ebrehe ji qerarê wî vegerînin derdikevin hemberê wî. Feqet artêşa Ebrehe tevan mexlûb dike. Axir Ebrehe û artêşa xwe tên derûdorê Mekkê. Hinek leşkerên  Ebrehe li derveyê Mekkê hinek deveyên Mekkî'yan xesp dikin. Di nava wan deveyan de 200 heb jî evê Evdilmuttalîb in.

Mezinê Mekkê, Evdilmuttalîb xwe kar dike û derdikeve hizûra Ebrehe. Ebrehe bi qurretî û pozbilindîyê ji Evdillmuttalîb ra dibêje: "Qey tu hatî ji bo bergêrîyê ku ez êrîşê ser bajarê we nekim.” Evdillmuttalîb dibêje; "Naxêr, ez hatime ji bo wan deveyên xweyî ku leşkerên te xesp kirine ji te bixwazim." Ebrehe heyirî dimîne. Weka bêje; "Ev bejn û bala li ser te û vê bêtirsiya li hember min û tiştê dixwazî naçin berhev.”  Evdillmuttalîb dibêje: "Ez xwedîyê deveyên xwe me. Lê belê ez hêvîdarim ku xwedîyê Mekkê û Kabê, ewê bajarê xwe û mala xwe bêxwedî nehêle, wa tu û wa ew helbet wê Xweda Tea'la bajarê xwe û mala xwe ji êrîşa te mudafa bike.”

Ebrehe û artêşa wî rojek peyda ji bo êrîşê ser Mekkê bikin xwe amade dikin. Ebrehe ferman dide artêşê û xwedîyê fîlan û dibê; "Hicûm!” Fîlê pêşî Mahmut gava berê wî dikeve Mekkê ti dibêjî qey bi erdêve dizeliqe, gava berê wî dikeve aliyê din bazdide. Ebrehe qîrîn dike li ser fermandaran dibê: "Hicûm.” Lê çi jî bike bê feyde ye, gava razîbûna Rebbê kaînatê tune be, pel ji daran nikare bikeve xwarê. Ew ê çava Mahmut bê emrê Xweda bi ser Mekkê de êrîş bike. Wîya dûrî aqil e. Ew hê di wê heyirîtîyê û geremolê de ne, li asîman tarîtiyek xuya dibe. Di temamê artêşê de meraqek peyda dibe. Dibên 'ecebe tarîtîya ku xuya bû 'ewrên baranê ne?” Lê haya wan ji bayê felekê tune bû. Wexta tarîtî hat serwan, pêre pêre leşker li erdê bûn tîj. Ew tarîtî artêşa Rebbê Kaînatê bûye. Leşkerê wê artêşê Teyrên Ebabîl bûn. Çek û sîlehên Teyrên Ebabîl kevir bûn. Lê kevirê ku di nikul û nigên wan de bûn ji ç'alên dojêhê hatibûn şandin. Wan keviran gava ku li serê leşkeran diket mêjîyên wan dikeland. Gava li nav milên wan diket, per û bazikên wan dianî xwarê. Ey Rebbê Qehhar! Gava Tu  li qewmekî werî xezebê kî kare xwe li pîyan bigre! Çawa ku Te wî Nemrûdê ku d'awa îlahtîyê dikir, bi kermêşeke nîvco helak kir. Te îro jî Ebrehe û artêşa wî ya bi nav û deng tarûmar kir. Ebrehe jî ji wan keviran nesîbê xwe stand û wî nîvmirî birin Yemenê, di wexteke nêz de jî cehimî.

Mexlûbîyeta Ebrehe û artêşa wî di nava Ereban de bû ders û îbret.

Hezîmeta Ebrehe di demên pêşî de, bû babeta sûreyeke Qur’ana Pîroz. Û ev serpêhatîya Ebrehe û artêşa wî heta dinya ava be ew ê ji bo neyarê Îslamê tehdîteke girîng be û ji bo kesên bawermend jî wê her dem çavkanîya hêvîyê be.

Emanetê Xweda bin.                      

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê WERE EY RONÎYA ÇAVAN
Ê Li Pey AMADE BIN GELÎ BINDESTAN!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.