Kurdên Mezlûm û Fedekar

Article

Piştî ‘Usmanî ji hev belav bû, dewletên ecnebî bi qûweteke mezin, ji bo dewletên Rojhilata Navîn bi dest bixin, hinek hemle kirin. Jibo vê erdnîgarîya ku em niha li ser dijîn, yanê ji bo Tirkîye bi dest bixin, plan û êrîş rast dikirin. Di wê heyamê de hinek tespîtên Ataturk û ekîba wî jî çêbûn ku dixwestin welêt li gorî zihniyeta ğerbê dîzayn bikin.

Gelê kurd, xisûsen bi alim û seydayên xwe ve girêdayî bûn. Biryar dan ku biçin ji wan şexsîyetên hêja alîkariyê bixwazin. Hatin herêma şerqê, yanê hatin ev herêma ku îro em jê re dibêjin  Başûrê Rojhilat. Bi ‘ulema û seydayên herêmê  re hevdîtinên direj pêk anîn. Ji ‘ulemayan re anîn ziman ku bi hatina dewletên ecnebî, wê dîn û namûs ji dest herin. Di vê mijarê de ‘alim û seydayên me yên xwedî hesasîyet, biryar dan ku wê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn bi wan re têkoşîn û mucadeleyê bikin. Bi muslimanên herêmê yên bi wan re girêdayî, li hember dewletên ecnebi bi mucadeleyeke destanî diberxwedan. Ji wan hinek şehîd dibûn, hinek jî dibûn ğazî. Di encamê de bi awayekî serkeftî kuffar qewirandin.

Ji wê çaxê û pê de ji bo kurda rewşeke ‘ecêb heye. ‘Alima careke din li qad û meydanan li hev kom dibûn. Feqet ev car jî ji bo bên daliqandin û ‘idamkirin kom dibûn… Lewra bi tersî ev sîstema ku hatibû wadkirin re, rûbirû mabûn. Çimkî ev ‘alim û seydayên ku jibo dîn û îman ji dest neçe herb û berxwedan kirin, helbet bi avakirina sîstemeke bêdîn û ecnebî razî nedibûn. Di serî de Şêx Se’îd, li herêma şerqê bi bîst aliman qiyam dabû destpêkirin. Ji bo ‘alimên vê erdnîgarîyê bimehînin, hemlenên nû dikirin. Ji bo wan ji bîr û bawerîya wan, ji çand û nirxên wan dûr bikin û jê biqetînin plan amade dikirin. Ji bo di nava civaka kurdan de me’newîyatê kêm bikin, hemû ‘alimên namdar û nirxparêz, li qad û meydana li pêş çavên xelkê ‘îdam dikirin. Jibo ziman, çand û nirxên wan tune bikin, di sala 1924an de bi qanûna hejmara 1587an, li herêma Başûrê Rojhilat, navê hemû gund û bajaran, semt û beldeyan guherandin. Polîtîqayeke înkar û asîmîlasyonê dan destpêkirin. 

Di 1924an de, bi navê “Teqrîrî Sukûn” qanûna “Islahata Şerqê” derxistin. Bi vê qanûnê jî tunekirina dîn û zimanê kurdan kiribûn hedef.  Di dewra partiya tektîpxwazîyê de, ev polîtîqaya qirkirinê bi lez bûbû. Bi înqilaba herfa, ev gelê kurdê mezlûm, temam bi carekê cahil hiştibûn. Azana şerîf qasî 18 salan bi zimanê tirkî hatibû xwendin. Digotin ji niha û pê de, zimanekî bi navê kurdî tune ye, ji çar zimanên tevlî hev hatiye holê. Ji navê xelkê kurd re jî digotin li herêma bi berf, ji dengê “kart-kurt” derketiye û hatiye hilanîn. Hetta di mekteb û dibistanan de, ev dikirin ders. Ev xelkê ku di me’mela însanî ya asta sêyem a ewqas bi çûk de dihat dîtin, di dewra partiya tektîpxwaz de, ji fikra CHPê re dihat gorîkirin. Ji van zext û fikrên ceberûtî û zîhnîyeta tektîpxwaz, vî xelkê han gelek êş û zulim dîtin.

Gelo ev xelkê ku gelek nirx û hêjayên xwe, ji vê polîtîqaya zextî re gorî kiriye, niha îro di kîjan wezîyet û rewşê de ye? Xelkê kurd yê ku ji ber zext û zulma dîtiye, ji alimên xwe yên mîna Mewlana Xalid, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û gelek alimên weka wan qedirbilind û hêja hatiye jibîrkirin, gelo îro di kîjan rewşê de ye? Belê, nexasim îro zîhnîyetek heye ku li serê gele kurd bûye bela û tinazîyên xwe bi me’newîyata wan dikin. Erê ez qala HDP/PKKê dikim. Dewra tektîpxwaz û zîhnîyeta zordest ya CHPê û zîhnîyeta PKKê hevrast e. Li ser xelkê kurdê ku ji me’newîyata xwe re berketî ne, fealîyetên ku wan bi temamî bêdîn bihêlin dimeşînin. Ev hêlên ku ji gotinên Îslamî re alerjîya wan heye, xelkê bi hêlên cûda ve beralî dikin. Ji hevalfikrên xwe re, peyam û mesajan birê nekin jî tebatî nayê wan. Bi van gotinên ku dibêjin: “Em li vê herêmê temînata laîktîyê nin, ger hun me derxînin wê dîncî werin” wan ditirsînin. Di vê rewşê de, îro xelkê kurd ji dewletên emperyalist re pêşkêş dikin û di nava kurdan de koncalan dikolin û wan ji welat û tîcareta wan mehrûm dikin. Ciwanên biçûk ji daxwazên dewletên mezin re, bi deste dewletê didin qetilkirin. Feqet wê nikaribin xelkê kurd ji eslê wan biqetînin. Bi rastî jî îro xelkê kurd, pêdivî bi lîderên ku wê ji êşa wan re bibin şirîk û mafên wan biparêzin dike. Îro hewceya xelkê kurd, bi camî’eyeke ku wê hem axreta wan û hem jî dinya wan rizgar bike heye. Ev jî bi dengekî hêlî tê hiskirin.

 

Alîgirên “Platforma Evîndarên Pêxember” ku di mehên wîladeta pîroz de mîtîngên girseyî tertip dikin jî minak û îşaretên xweşikin ji vê rewşê re. Weka Selahaddînê Eyyubî, wê xelkê kurd bi çalakîyên mewlûda pîroz azad û rizgar bikin. Ev xelkê han, bi rihekî weha bi qûwet, ji pêşîvantîya temamê ummetê re namzete.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Bêdeng Bin, Zarok Tên Kuştin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.