AMADE BIN GELÎ BINDESTAN!

Article

Bi navê Xweda.

Belê xwendevanên giranbiha, li çar alîyên cîhanê xelkên mezlûm li benda xelaskarekî bûn. Li gorî çavkanîyên dîrokî neqlkirine nêz bû ku ew xelaskar bê dinyayê û şeva ku ew ji dayîka xwe çêbûye hinek bûyerên harîqulade qewimîne. Edî xaxem, keşe û patrîkan jî nikaribûne wan nîşanan veşêrin. Piştî Hezretî Îsa (s.x.l.) nezî şeş ‘esr bû ku gelên mezlûm dibin zilm û hovîtîya zaliman de pelçiqî bûn. Lê belê wa’da Xweda hebû ewê piştî her tengahîyan ferahî û xweşî bûna. 

Gelo wan bûyerê harîqulade ê ku hatina wî xelaskarî  mizgîn didan û umîda bindestan zêde dikir çibûn?

Ê ewil; berî wîladeta pîroz bi 52 rojan Xweda Teala Ebrehe û artêşa wî ya qure û pozbilind bi êrîşa Teyrên Ebabîl tarûmar kir. Bajarê Ronîya Çavan Mekke ji talûkan hate parastin û bû warê hizûr û ewlekariyê.

Bûyera duyemîn li bajarê Mekkê cihûyekî ku ji îlmê stêrkan fehm dikir dijîya. Ev cihû piştî wîladeta pîroz bi rojekê tê sûka Mekkê û bi dengkî bilind gazî dike û dibêje:

   - Gelî Mekkîyan! Do êvarê zarokek kurîn ji kêra çêbûye?

Xelkên sûkê  li hev dinêrin û jê ra dibêjin:

   - Tu çawa zanî ku do êvarê zarokek kurîn hatîye dinyayê?

 Cihû dibêje:

   - Min îşev dît ku li asîman Stêrka Ahmed xwuya bû. Herin li derûdor bipirsin wî zorêkê  ku çêbûye di nava pişta wi de jî şanek heye.

Qederek bi şûn de hinek tên dibêjin:

   - Te rast gotîye, îşev nevîyek Evdilmuttalîb hatîye dinyayê. Cihû diçe wî zarokî dibîne. Piştî ku zarok dibîne qîrîn dike û dibêje:

   - Êdî pêxemberî ji Benî Îsraîl çû wê di pêşerojê de di nava Qureyşîyan de dewletek werê ava bibe ku dengê wê dewletê ewê li şerq û xerbê cîhanê bê bihîstin.

Bûyerê sêyemîn, şeva ku Ronîya Çavan çêdibe, mezinê Împaratoriya Eceman Kîsra Nûşîrevan li bajarê xweyî Medayîn di qesra xwe da di xew de ye. Derengê şevê bajarê Medayîn û ehlên wê bidengekî bilind şîyar dibin. Qirçînî û dengê bilind hemûyan dixe tirseke bêtarîf. Nûşîrevan û xelkê xwe bazdidin derve, ji hev dipirsin û ji hev re dibêjin:

  - Gelo ew deng ji kur hate? Li derûdor digerin û dibînin ku di qesra mezinê wan Nûşîrevan de 14 heb histûn hatine xwarê. Wê şevê li Nûşîrevan bizorê dibe şeveq. Nûşîrevan û heyeta xwe serê şeveqê li ser tiştên ku êvarê qevimî bûn dişêwirin û dibêjin:

   - Do êvarê wan histûnan bê sebeb çima hatin xwarê, di heyetê de her yekî tiştek dibêje. Hê werê ji dervayê Medayîn’ê qasidek siwarî bilez û bez tê ba Nûşîrevan û heyeta wî û mektûba ku anîye  dirêjî heyetê dike û dibêje:

   - Ez ji bajarê Îstahrabatê têm û mezinên bajarê me vê mektûbê ji Nûşîrevan ra şandin.

Wexta Nûşîrevan û heyeta wî, wê mektûbê dixweynin qidûmên wan dişkê. Lewra xebera ku hatîye şandin, behsa tefandina agirê Zerdûştîyan dike. Agirê ku Mecûsîyan hemûyan jêr e îbadet dikirin. Wî agirî li bajarê Îstahrabatê bûye. Ji bo Zerdûştîyan agirekî gelek miqedes bûye û bi qederê hezar sal wî agirî qet netefîyaye. Vê xeberê  kelecan û tirsa Nûşîrevan zêdetir dike. Gazî heyeta xwe dike û dibêje:

   - Ka di derheqê wan de em çi bikin?

 Nûşîrevan û heyeta xwe di vê heyteholê de ne, xebereke dinê ji bakurê Îranê tê. Xeber behsa bajarê  Saveyê dike. Li wî bajarî bi navê Gola Saveyê golek hebûye. Û ew gol ji bo Zerdûştîyan miqedes bûye. Şeva ku Ronîya Çavan çêdibe ji nişkav de ew gola wek behrê zipziwa dibe.
Nûşîrevan piştî wan bûyerên harîqulade bilez gazî kahînên xwe dike û dibêje:

   - Zûka wan bûyeran ji min re tabîr bikin.

Serekê kahînan Mubezan dibêje:

   - Paşayê min! Îşev di xew de min jî dît ku colek deveyan, colek hespan dabûn pêşîya xwe û wan ji Çemê Dîclê derbas dikirin, pişt re wan tanîn ‘erdê Îranê.

Nûşîrevan dibêje:

   - Ev tê çi ma’nê?

 Mubezan dibêje:

   - Dibe ku li texma ‘Erebîstan tiştekî girîng  qewimîbe. Piştî gelek lêpirsînan li alîyê Yemenê diçin cem kahînek bi navê Sâtîh û jê re behsa tiştên bûne dikin. Ew jî di paşîya gotina xwe de dibêje:

   - Ewê di Împaratoriya Sasanîyan de qasî jimara wan histûnê hatine xwarê, şah û melîk werin ser text pişt re ewê Împaratoriya Sasanîya belav bibe.

Birastî werê jî dibe. Piştî Nûşîrevan 14 heb şah û melîk tên ser textê Sasanîyan. Û di sala 67ê hîcrî de bi herba Qadîsîye Îran tê fethkirin û Împaratoriya Sasanîya bi destê artêşa Îslamê ji dîrokê tê hilandin.

Bûyereke din li bajarê Semâveyê çêdibe. Ku hezar sal berê wê derê çem û newal bûye. Pişt re bûye deşteke zuha û li wir bi navê Semâve bajarek ava bûye. Ji bo hinek kesan ew deşt û bajar gelek miqedes bûye. Şeva ku Ronîya Çavan tê dinyayê, li wî bajarî hingî baran dibare, lêhî radibe û bajarê Semâveyê di binê avê de dimîne, xelkên bajar alîkariyê ji Nûşîrevan dixwazin. Nûşîrevan jî ji wan re qut û zaxîre dişîne.

Dîsa şeva ku Ronîya Çavan tê dinyayê, li bajar Mekkê jî bûyerekî harîqulade çêdibe. Li hundirê Kabê û li hewşa wê 360 heb pût û senemê ku hene tev devûrû bûne.

Belê xwendevanên biqîmet! Ev bûyerên harîqulade ên ku me li jor nivîsandîyê bi me didin fêmkirin ku Rebbê Kaînatê bi zimanê temamê zîruhan û dar û beran mizgîna wîladeta Ronîya Çavan daye ‘alema ins û cinan. Û tevî tiştên ku  ji xeyrî Xweda,  însanan ji wan re secde dikirin  devûrû kirîye.

Daxwazîya me ji Rebbê me ev e ku îro jî wan artêş û neyarên Îslamê bi destên me devûrû bike.

Emanetê Xweda bin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê MEXLÛBBÛNA EBREHE Û ARTÊŞA WÎ
Ê Li Pey ÇAVBIRÇÎTÎ Û AQÛBETA HEZÎN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.