Bizina Reş û Mîya Beş

Article

 

Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.
Hebû tunebû, Ji Xweda pêve mezin tunebûn.
Guhdarên ‘ezîz, ev çîrok, çîroka bizina hesûd û mîya feqîr e. Li gundekî kerîkî malê hebûye. Xwedîyê malê bi xweykirina kerîyê pez îdara mala xwe dike. Bi şîrê ji pez tê mast, dew, penêr û rûnê nivîşk çêdikin, difiroşin û xwe pê xwey dikin.
Di nava kerîyê pez de, bizineke reş heye, vê bizinê ji mîya beş hesûdîyê dike. Her dû jî bi ‘emrê xwe hevalê salê ne. Sebebê hesûdîya bizinê ev e ku mîya beş ji ber zêdetir şîr dide, ji alî bêrîvana malê zêdetir tê hezkirin. Dema êmê wan tê dayîm, kulmekî zêdetir ceh davêjine ser êmê mîyê. Mîya beş jî dema şîr dide berxika xwe, nahêle berxik zêde vexwe da ku şîr ji malê re jî bimîne. Lê bizina reş wiha nake, guhanê xwe li ber karika xwe vedike, heta şîrê xwe ziwa dike. Dema dotina wan tê, di guhanê bizinê de hindik, lê di guhanê mî yê de pir şîr heye.
Rojekê bizina reş dixwaze fêlekî çêbike, dibêje:
- Êdî ji destê vê mîyê ez nema îdare bikim. Ezê îşev tiştekî bînim serê wê, da ku di çavê bêrîvanê de reş bibe, êdî bêrîvan ji min hez bike.
Wexta karik û berxik têne bal dîya xwe, bizina reş nahêle ku karika wê li guhanê bimije, da ku şîrê wê kêm nebe. Li hêla din, dema temamê kerî dikevine xew, dest bi fêla xwe dike. Diçe serê berxika mîya beş vedike û jêre dibêje:
- Berxika delal, ger tu birçî bûbe, were şîrê dîya xwe vexwe, birçî ranekeve.
Berxika reben, tiştekî fêm nake, çawa bizin rê nîşan dide, diçe ber guhanê dîya xwe, heta guhanan ziwa dike lê dimije. Piştî zikê xwe têr dike, bizina reş dîsa wê dibe, benê wê davêje serê wê.
Sibe lê dixe, bêrîvana malê satila wê di destê wê de tê ku kerîyê pez bidoşe. Ewil mîya beş didoşe, dinhêre ku guhanê mîyê vala ye. Destekî dudîyan didoşe, bi tenê binê satilê tije dike. Li afirê mîyê dinhêre, afir vala ye. Êmê xwe xwarîye, belê şîr di guhanan de tune ye. Bêrîvan ‘ecêb dimîne. Dike niçe niç û dibêje:
- Gelo çibû ji mîyê? Min êm ê te da te, afirê te vala, ava te li ber serê te, çima guhanên te vala ne.
Bêrîvan subhanellah dikşîne, şîrê mîye valayî satila mezin dike, evcar diçe binê bizina reş. Dinhêre guhanên bizinê giran bûne, tije şîr e. Satila xwe datîne binê wê û dest bi doşê dike. Di rojên din de ji guhanên bizinê nîv satil dernediket, ev car satil tije dibe. Kêfa bêrîvanê tê, destê xwe bi bizinê dide, wê miz dide. Êdî dema ku guhanê bizinê vala dibe, pisîkekî ji nişkava dertê, dema bizin pisîkê dibîne, pir ditirse û dipeke. Wexta ku dipeke, pîyên wê ên paş li satilê dikeve û satil diqelive. Him bêrîvanê jî ditirsîne him jî şîr tevî dirjîne.
Bêrîvan bi vê hêrsê, kulmekî li bizinê dixe û pêre dibêje:
- Hey bizina bext reş, se’eta te nexweş be, min zanibû ev guhanê te ne ê xêrê ne.
Bi vê fêlê qaşo wê bêrîvan jê hez bikirina û êmê wê zêde bidana. Çavnebara bizinê bi sebeb hesûdîya xwe karika xwe birçî hişt di ser de jî lêxistin xwar.
Çîroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê KÛÇIKÊ Lİ BER DERÎ Û PISÎKA MALÊ
Ê Li Pey DEHŞİKA POZ BİLİND

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.