BIHAR WÊ KENGÎ WERE?

Article

 

Evê kufra gemarî
Em kirin piçk û parî
Li her derê zar zarî
Guhê me kirye ķerr e

Her tişt ketî nava hev
Helal heram tevlîhev
Her der tarîtîyû şev
Gelo roj kengî were?

Fehş û bêrrêtî pirr bû
‘Eql û fekar hebabû
Fitna zeman xuyabû
Edalet kengî were?

Zivistanek dirêj e
Dil û ķezeb dibrêje
Em bûne lal û gêj e
Bihar wê kengî were?

Zikr û ta’et kêm bû ye
Rehm û şefqet nema ye
Ji zilmêr qam nema ye
Gemî wê kengî were?

Xayîn bûne hukumdar
Qet nema ye eyb û ar
Zilma xaçîyê dijwar
Selhedîn kengî were?

Bilbil îro hezîn e
Bi qîrîn û nalîn e
Çavêxwel te d-gerîne
Gulîstan kengî were?

Fitnew fesadya diyar
Xera kir gund û bajar
Xwedyê şûrê Zulfeqar
Elî wê kengî were?

Fitna decalê zeman
Belabûye li cîhan
Mizgîna her mezlûman
Mehdî wê kengî were?

Rastî çû serê ķela
Gotina heq bû ğela
Li ber bayê wek pela
Heqîqet kengî were?

Nava dil keliyaye
Beden pê hiliyaye
Qirika me zuha ye.
Saqî wê kengî were?

‘Ezizê derd û ğema
Pirr dinale her dema
Eşqa te li ku de ma.
Ew yar wê kengî were?

Fecra sadiq wa hilat
Ronî kir war û welat
Daye me cejn û heyat
Dîsa wek dewra berê

Kufra gemar wê herre
Cejn û bihar wê were
Ji rojhilat xuya ye
Ewê roja me dere

Mizgîn li ehlê îman
Hatin şagirtê Qur’an
Hêvîyê didin cîhan
Rabûne li her dere

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê MA QEY NE BES E?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.