DERMANÊ KURMANCÎ 3

Article

 

Di vê nivîsê de emê behsa pîrekekê bikin ku belkî ji sisiyan du par di heyata xwe de weke hekîmekê nexweş tedawî kirine, alîkariya kesên xeste kirine, ji bo nexweşiyan giha û îlac peyde kirine, ji ber xwe derman çê kirine û bi wan dermanan kesên nexweş û hewcedar bêhêvî nehiştine.

Navê vê hekîma me Pîra Kelîm e. Ji Şemraxa Mêrdînê ye. Ez bi xwe jî di biçûkaya xwe de çend caran ji bo hinek pizrûk û weremiyan, çûme ber destê wê û li ser îlacên wê baş bûme. Di dewreke ku tibba modern bi pêş neçûye, li navçeyan hê nû ocağên tendurustiyê tên avakirin, Pîra Kelîm jineke nexwendî ye, yanî neçûye tu mekteban. Nivîsandin û xwendina wê tuneye, tu belgeyeke wê ya tib û zanîna tibbê jî tuneye, lê belê ‘ilmê ku ji ber zana û mezinê xwe hîn kiriye, ji bo riza Xweda ‘emilandiye û pê însanên Şemrex û derûdora wê tedawî kirine. Carna mala wê bûye wek nexweşxanekê, kesên nexweş ji sibehê heta êvarê li ber mala wê kêm nebûne. Çi jin çi mêr, çi biçûk çi mezin li ser tedawîya gelek însanan cehd û ğeyret kirine, nexasim ên li derveyê tenê însan ji bo gelek cûrbecûr nexweşan bi dermanê xwe bûye wesîleya şîfayê.

Jiyana Pîra Kelîm, bi kurtî ji devê neviyê Ridwan ve li jêr hatiye dayîn. Xweda rehma xwe lê bike, ewan derman û tedawiyên ku peyde kirine û bi cî anîne, jê re bike sedeqeya cariye. Xwedayê Teala bi hurmeta wan îxlas û xeyretên ji dil, bike wesîle ku nexweşiya vîrusa koronayê û nexweşiyên wek wê biqedine û firsendê nede zalim û Xwedênenasan da ku nikaribin nexweşiyên wek vîrusa koronayê belav bikin. 

PÎRA KELÎM

Li gorî tê gotin, pîrka min Kelîm, gava rehmet kir, sed û sêzde (113) salî bû. Di sala 1988an de rehmet kir. Pirê ‘umrê wê bi tedawîkirina nexweşan derbas bûye. Heta yextiyariya xwe jî ji bo nexweşan xeyret dikir. Helbet ‘ilmê xwe yê tedawîkirina nexweşan, ji hinek kesên zana sitendibû.

Dibêjin pîrka min, nistîya xwe ya tedawîya nexweşîyan, ji Seyyîd Mehmûd û Behîye, ji herduyan girtîye. Jibo Seyyîd Mehmûd dibêjin şêx, li Avgewr (gundekî Şemrexê) rûdinişt. Niha rehmet kiriye. Di heqê Behîyê de ez zêde tiştekî nizanim, lê ew jî ji Şemrexê ye. Yanî Pîra Kelîm, tedawîyê ji dê û bavê xwe neelimîbû. Zilamê wê mela bû, Mela Şêxmûs. Hinekî ji zilamê xwe jî ‘elimîbû. Nêzîkî heftê heştê sala ev îşê tedawîyê kirîye.

Gelo Pîra Kelîm çi nexweşî tedawî dikirin, çawa tedawî dikirin, çi derman peyde kirine? Di heqê nexweşîyên ku tedawî dikirin, ez dikarim evana bijmêrim:

1- Çel dibirî. Gava jinekê gedê xwe diwelidand, çela zarok dibirî. Ev adetekî xelkê bû.

2- Gulle diheland. Bi piranî jibo çavan jê bibirre yanî jibo nezerê hilîne û tu zirar negihêje kesan diheland. Ev jî adetekî xelkê bû. Ev herdû kevneşopî pir dihatin ecibandin û ‘emilandin.

3- Tedawiya “mûmar”ê dikir. Mûmar îro wek çeşîdeke qansêrê tê hesêb. Herhal celebeke cildîye. Pizikek mezin bû, êş û nêm digirt, pîs dibû. Jibo tedawîya mûmarê, tiştekî weke şurt hebû, botav bû çibû baş nizanim, ava sabûnê lê dikir, bi du’a dida ser birînê û baş dibû. Wekî din hinek îlacên wê yên din jî hebûn.

4- Gelek çeşîdên pizikan tedawî dikir. Pir çeşîd giha bikar dianîn jibo bibin derman.

5- Zerik tedawî dikir. Pirê nexweşên bi zerikê jî baş dibûn. Jibo başbûna zerikê digot ferxikê mirîşkan bikelînin û ava wê vexun. Goştê wê jî dawîyê hûn dikarin bixun. Lê dermanê zerikê, ava ferxika kelandî bû.

Carna jî nexweş vediciniqandin, ya tukî wan dikir yan jî bi wan re diğeyîdî. Sebebê veciniqînê ev bû ku ew şok bibin û zerik ji ser wan here. Carna jî ji nexweşan re digot ziq li masîyan binêre ku masî biqulibe. Parêz jî dida nexweşan. Mesela digot dûrî bulğurê, birincê bimînin. Meywe, şîr û hunguv tewsîye dikirin. Hunguv û xuşûl jî tevîhev dikir. Xuşûl pir tehl bû. Dida nexweşê zerikê û nexweş pê baş dibû.

6- Nexweşiya bîrovê tedawî dikir.  Ağleb roja çarşemê nexweş jibo bîrovê dihatin. Lê roja înê jî dihatin jibo birîna bîrovê. Herdu rojan bîrov dibirî. Jixwe roja çarşemê cî di malê de nedima. Carna însan li derve disekinîn. Bi kevza tatên di nezar de bîrov dibîrî. Ewan kevzan li bîrovê dikir. Bîrov baş dibû.

7- Ji nexweşîyên pîrekan jî fam dikir. Pîrekên ku gedê wan hebana û kesî jê fêm nekira, dianîn cem wê. Gedê di hemlê de rast dikir.

8- Hestîyê çavan dihiltand.

9- Gewrîyê zarokan gava ku diketin, nikaribûn şîrê diya xwe vexwarana, gewrîyê wan dihiltand.

10- Heywan û cewrikên heywanan jî tedawî dikirin.

Dibêjin di wextekê de midûrê nahîya Şemrexê, ba wê dike, jê re dibêje were dixtorîyê bike. Ew jî dibêje “Na, ez jibo xêra Xwedê vî îşî dikim. Evya ji min re bes e” û nare resmî hekîmtîyê nake.

Dîsa dibêjin ji Elmanyayê profesorek tê Şemrexê. Bi eslê xwe Turk e. Lê dinêre ku Pîra Kelîm çawa nexwaşan tedawî dike. Pê re ruportaj dike û jê nexweşî û tedawîyan dipirse. Lê ecêbmayî dimîne ku keseke nexwende çawa wan tiştan dizane. Nexweş û millet çiqas jê memnun in. Diçe destê wê maçî dike û jê re dibêje “Tu tiştekî mezin dikî. Tiştê ku hekîm nikarin bikin, tu dikî.”

Dîsa tê gotin, dibêjin wê çaxê diktorekî li Şemrexê weha gotiye: “Nexweşên ku Pîra Kelîm wan baş dike, ji nexweşên ku em wan baş dikin zêdetirin. Yanî ji me bêtir nexweşan tedawî û baş dike.”

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

Ê Berê XWENDEVAN
Ê Li Pey Klasîka Medreseyê û Elcewahîrur Reşadîye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.