Kurtejîyana Xelef Remezanê Bafî û Nameyek Wî Bo ‘Ebdureqîb Yûsuf

Article

Kelepora herêma Botan bo kelepora Kurdî serkaniyeke gencînewarî ya dewlemenda veşartî ye. Lewra di vê keleporê de ji dewra Nûh û Sumerîyan bigre ta nuha gelek çîrok, mesele û metelok, destan û serpêhatiyên mîr û mîrnişînan, hatiye ziman. Wek hêlîna medenîyetên qedîm di vê herêmê de wek xerabe şopa gelek medenîyetan li rubarê çemê Dîcle şewq û şemal vedide.

Dîsa herêma Botan bo Edebiyata Klasîka Kurdî jî serkaniyeke zelal e ku ji wê kaniya herikbar wek Malayê Cezerî gelek kes welidîne û bo nifşên piştî xwe bûne serkanî.

Mela Xelef Remezanê Bafî jî di vê babetê de kesek xîretkêş, fedekar û welûde ku ji teref seydayê xwe Ebdureqîb Yûsûf ve wek Şehsiwarê Kelepora Kurdî hatiye binavkirin.

Bi rastî Mela Xelef gelek qeydên dengê dengbêjan, gelek dîwan û helbestên winda ji bin toz û xubara dewrê deranîye û teqdîmî gelê xwe kiriye. Bo vê yekê jî hejaye ku em bêjin wesfê Şehsiwarê Kelepora Kurdî layiqê wî ye. Lê mixabin ta nuha ew bi qasî ğeyreta xwe nehatiye naskirin.

Li gorî beyana ehlê malbata xwe; Mela Xelef di sala 1940ê miladî de li gundê Bafê hatiye dine. Navê Bavê Mela Xelef, Remezan e navê diya wî Bedrê ye. Malbata Mela Xelef bi eslê xwe ji ‘Eşîra Harûnîya ne. Her wekî ku tê zanîn ev ‘eşîr ‘eşîreke koçer e, debara wê li ser heywandariyê ye.

Gundê Bafê halê hazir Girêdayî Hezexê ye û di kêleka çemê Dîcle de niştecîh e. Bi qasî ku tê zanîn ev gund gundeke qedîm û dîrokî ye û ji teref keseke bi navê ‘Elî Sînga ve hatiye avakirin. Hinek kes tarîxa vî gundî di gehînin Sumerîyan. Dîsa di vî gundî de Qesra ‘Elo Dîno jî heye ku ev kes teqrîben di sedsala 16han de jiya ye. Rûbarê çemê Dîcle wek her gundê dora xwe bo vî gundî jî bûye serkaniya heyatê.

Li gorî beyana ‘Ebdureqîb Yûsûf; Mela Xelef di destpêkê de weke gelek zarokên Kurd li ber destê bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û paşê li ber destê gelek melayên Kurd ê wek Mele Yûsûfê Bafê, ‘Ebdureqîq Yûsûf, ‘Ebdurehmanê Xendekî û hwd… xwendiye.

Li gorî beyana Hecî Çatakê zavê Mela Xelef; Piştî ku Mela Xelef xwendina xwe ya Medresê temam dike dikeve imtihana Melatiyê û muwafiq dibe. Piştî muwafiqiya imtihana melatiyê seyda ewil li Bajarê Wanê dest bi melatiyê dike.  Paşê seyda li Şemrex, Gundê Sitewrik, Gundê Babîlê û merkeza Cizîrê di camîyên muxtelîf de melatiyê dike. Her wekî ku tê zanîn digel merkeza Cizîrê Gundê Sitewrik û Gundê Babîlê du gundê qedîmê dîrokî ne di herêmê de. Digel temmamê herêma Cizîrê di van gundan de jî ji dewra Nûh bigre ta nuha gelek efsaneyên dîrokî li ser zar û zimanan digerin. Mela Xelef jî ji vê serkanîyê av vedixwe û di warê folklora Kurdî de pirêzeyeke xweş li dû xwe dihêle.

Mela Xelef hê di dewra feqîtîya xwe de herî zêde dikeve bin tesîra ‘Ebdûrreqîb Yûsûf û li ser şopa wî dimeşe. Bi tewsîya seydayê xwe gund bi gund diğere ji devê dengbêjan gelek destan, çîrok, serpêhatî, gotinên pêşîya û… hwd tomar dike. 

Di hengama tomarkirina materyalên kelepora Kurdî de Hecî Çatakê zavê Mela Xelef bi xwe jî digel xezûrê xwe gund bi gund diğere û di warê qeyd û nivîsê de alîkarîya wî dike.

Şayanî teqdîrê ye ku em bêjin Mela Xelef temmamê xebatên xwe di şert û mercên zor û zehmet de pêk anîye. Bêîmkaniya dewrê nabin mani’ê xebata wî. Ebdureqîb bo qeyda materyalan defteran ji Mela Xelef re dişîne û Mela Xelef jî piştî ku materyalên folklorê qeyd dike ji ‘Edurreqîb Yusûf re dişîne. Bi vî hawayî bi qasî çar hezar rûpelan pêncî û çar defter bi destxeta Mela Xelef li cem ‘Edureqîb Yûsûf kom dibin.

‘Ebdureqîb Yusûf Nuha temamî xebatên Mela Xelef li ser malpera xwe ya înternetê weşandîye û ev materyal nuha bo latenîzekirin û xebatên ‘ilmî li benda lêkolîner û akademîsyenên Kurd e. Ji bilî van defteran Mela Xelef 50 şerît materyalên folklorê ji dengê denbêj, çîrokbêj û destanbêjan tomar kiriye û bo ‘Ebdureqîb Yûsûf şandiye. Li gorî ku ‘Ebdureqîb Yûsûf dibêje; Mela Xelef di muddetê deh salan de ev karê giranbiha kiriye. Ev jî delil e ku ew keseke xîrtekêş, aqilmend û gelperwer bûye.

Dîsa li gorî beyana ‘Ebdureqîb Yûsûf; Mela Xelef di warê edebiyata kilasîk de jî jêhatî bû. Lewra wî gelek helbest û berhemên şairên kilasîk ji nav toz û xûbara demê, ji goşê medrese, camî û malan derxist, bo seydayê xwe şand da ku ew materyal winda nebin û bigehîjin nifşê nû.

Halê hazir digel Dîwana Melayê Cizîrê, Helebestên Feqîyê Teyran, Bersîsê ‘Abid gelek dîwan û dîwançe, gelek helbestên kilasîk wek keşkol bi destxeta Mela Xelef li cem ‘Ebdureqîb Yûsûf mehfûz in.

Mela Xelefê Bafî piştî ku ji melatiyê teqawit dibe jî xebata xwe ya bo Edebiyata Kurdî di domîne. Nîhayet di oğira peydakirina Dîwana Axayokê Bêdarî de Mela Xelef dema ku diçe Miksê li wir nexweş dikeve. Piştî ku vedigere Cizîrê di sala 1993yê miladî de li Cizîrê wefat dike û nuha di qebristana Cizîrê de li rex Xanima xwe Wedha medfûn e.

Li gorî beyana ‘Ebduqadir Bîngöl Mele Xelef;  bi navê Bedreddîn, Mesût, Metîn, Dostik, Edîp, Sekvan şeş kurr, bi navê Zubeyde, Zînet, Newroz, Leylîxan, Sîber, Evîn û Bexşan heft keç li pêy xwe hiştiye.

Hezar rehmet li gora wî be Xwedê Te‘ala wî rehma xwe şa bike.

Berhemên Mela Xelef

  1. Name: Mela Xelef di hengama xebata xwe ya li ser edebiyat û folkora Kurdî de ji sedî jortir nameyan bo seydayê xwe ‘Ebdureqîb Yûsûf dişîne.  Di van nameyên Mela Xelef de digel gelek helbestên kilasikê winda gelek agahîyên di derbarê edebiyat û folklorê de hene.
  2. 53 Defterên Muxtelîf: Ev xebata Mela xelef li dora çar hezar rûpelî ye. Di van defteran de ji devê çavkaniyên wek hîkayebêj, dengbêj gelek serpêhatî, nukte, sitran, çîrok, destan û… hwd hatine qeydkirin. Ta nuha ji nav rûpelên van defter bi navê “Dîroka Mîrnişîniya Botan”  bi 216 rûpel wek kitêb ji teref Dîlawerê Zengî ve hatiye weşandin
  3. Keşkol: Di vê xebata Mela Xelef de gelek helbestên şairên Kilasîkê muxtelîf hene.

Ğeyr ji van xebatan Mela Xelef wek Dîwana Melayê Cezerî, Helbestên Mela Mehmûdê Hoserê, Axayokê Bêdarî gelek helbestên kilasik îstînsax kiriye û bo seydayê xwe şandiye. Dîsa hêja ye ku em bejin Mela Xelef bi xwe jî wek te’lîf gelek qesîdeû helbest nivîsîye.

Ev helbesta ku em dê li jêr teqdîmî we bikin helbesta Mela Mehmûdê Hoserîye ku wek name bo ‘Ebdureqîb Yusûf hatiye şandin. Di warê latînîzekirina helbestê de bo alîkarîyê mala Hêmin Omar Ehmed ava be.

 

Sîh sal e me tecrîbe kirin ehlê zemanî[1]

Ji xeyrî fisq û ficûr û hesedê me ji wan nezanî

 

Eşyayî hemîden cumle wan hatine hilanîn

Bêfeyde û bêhûde çû ev ‘umr û cewanî

 

Cehdê hûn bikin der sefînê behra heqîqî

Mecrêf tev bigirin ser gemiyê bi cism û canî

 

Wellah kesê kirye nîşana xwe 'îbadet

Bê şubhe ewî cewher ji behreynê deranî

 

Mademkî we ye hûnê bikin her dem ‘îbadet

Reqs û fereh û zîr û kurra we ji xwe ra zanî

 

Dinya bi xwe ve bi malê xwe ve derd û bela ye

Ev menseb û dewlet bi heqîqet hemî fanî

 

Teftîşê bikin mulkê Suleyman û Sikender

Nemrûd û Şeddad û cumle Fîr'ewnê zemanî

 

Tev çûne fenayê we di qebrê bûn emanet

Nêzîk hûn bibêjn cedd û ecdadê we kanî?


[1]Mela Xelef helbest wek  name di tarîxa 6/12/1978ê miladî de ji 'Ebdurreqîb yusif ra şandye. Mela Xelef li wir di ware helbestê de gotîye; ev helbest ya 'alimê meşhûrê merhûm mela Mehmûd Kurê Mela 'Ebdurrehmanê Hoserîyê muftiyê Cizîra Botan e.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê KEREM KE EYA MURSÎ!
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.