Feto Qirrêj E An Dewlet?

Article

Dîroka cimhûryetê ev nêzî sed sale bi zilm û zordariyê temayûz bûye.Tu kes ku ji zilma cimhûriyetê bê par mabe tineye û nemaye. Ka em hinekî bi deng bi fikirin bê ji sazkirina vê rêxistina  bi navê cimhûriyetê  ‘hetanî niha bi navê zordarî û zilmê çi hatiye kirin. Jixwe ne ‘hewceyî ku em li temamê Enedolê binêrin. Hêla welatê me Kurdistanê ‘Eyne û mînaka hemû derê welat e. Lê dîsa emê çend mînaka ji wî aliyê Enedolê bêjin. Dakû bêhna nîjadiyê ji nivîsa me neyê. Lê ez bê biryarim: Ka gelo ez mînakê meşhûr bînim qelemê an ê di nava pelê dirokê toz girtî de bi me’rîfeta qelemê derînim ‘holê. Ger çiqa zilm, bi sazkirina TC yê ‘elenî bûbe jî, di heqîqetê de ji dema ku rêxistina bi navê; İTT (Îttihat û Terakî) di paşedema Ûsmanî de dest pê kiribûn. Lê emê hew be’hsa mezlûmîyetên di dema Cimhûriyetê de hatine qeyd kirin bibêjin.

1. Ji ewan zilmên di dema Meclîsa yekem de qewimîne û di nava pelê dîroka tozgirti de veşirtiye, Qetil kirina  vekilê Trabzonê Alî ŞUKRÎ Efendî ye. Ev ‘egîd ji ber ku kesayeteke oldar bû û berjewendiyê xelqê xwe di ‘hemand ji teref serekê İTT de bi destê qatîlê bi navê Topal Osman bi şiklekî xayîn, bi faîlî meçhûl hate qetilkirin.

2. Atifê İskilîbî hê di dema Ûsmani de pirtûkeke biçûk di derheqê cil û bergê freng de nivîstibû. Bi vê mehneyê hate şenqkirin.

3. M. Akifê meşhûr ji ber zilma vê rêxistinê ji Stenbolê ‘heta Misrê reviya. Û li Misrê çû ber re’hma Xewda.

4. Fermana Gelê Zila; Şixwe hê dîrokvana liser bi serbestî lêkolînek bi tenê nekiriye. Lê bûyerên ku me ji devê şahid û mexdûrên wê demê seh kirine, timamê mûyên canê meriv cit dikin. Pêwist e ku hemû kesan evan komkujiyan bizanibe. 

5. Komkujiyên bi gazên je’hrî û qetlîamên ku bi canşewatê,ên ku dane ber sînga wan, zarokê çilînî, bûk û zavên bê mirad, Qetlîama kalê me  Ş. Şêx Seîd û 46 hevalê wî yên ‘ezîz. Di pey Şêx re celîkirin û nefîkirinên temamên heremê. Bi tevi Şêx, axa, maqul, jin, zarok û pitikên çilînî. Di zivistana cemidî de, pêxwas û birçî, bi qêrin û fîgan.  Gelo ez kîjan janê binivîsînim?  Gelo ewê qelem û fikar karibin kîjan ax û feryadê xelqê min bîne ziman û binivîsîne.

Ez dibêjim qey ev pênc mînak bes in. Ka em vegerin ser mijara xwe. Ka gelo FETÖ zalime an Dewlet?

Ger hûn ji min bipirsin dewleta TC dayîka zilm û we’hşetê ye li vê heremê. Û bavê vê we’hşetê ji istikbara dinyê ye ku ‘eslê we İngilîzê diran ketî ye û leînên jê ketî ne.

Lê îro ev çêlikên ku ji encama zulmên dewletê velidîye em ewana ji bo bê ‘hizurî u bê ‘hikukî yen ku lime bune u li me dibin, sedem dizanin. Mixabin ev dîtina bi vî şiklî xelet e.  Erê ev rêxistinê weke ETÖ, FETÖ, PKK,  DHKPC, vs. zalim in. Ji bo ku mafekê biçûk zirarên gelekî mezin didine xelqan, lê belê pêwista ku neyê jibîrkirin ku ê ev cinawirê xwînxwar velidandiye, kirinên TC bi xwe ne. Bê gûman em navtêdan û fesadiya xaçperestan qet’a jibîrnakin. Bê gûman temamên xwedî eqlê selîm vêna dizanin. Lê gotinên zêde di derheqên mexdûriyetê ku FETÖ deranîne, bê ziman anîna dayika zilmê. Carna berovaji têne ferkirin.

Yanî bi deranîna zilma FETÖ lazim e meriv dewleta ku timamê ‘emrê wê bi zilmê boriye meriv pak û paqij neke. Lewra ew xwe paqijkirina jê re bûye ‘edet. Her serê deh salan bi deranîna rêxistineke terorî xwe paqij dike. Sucê ku kirine teva paqij dike.  Bila em ji qulikekê di cara neyêne pê vedan.

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê Va Dîsa Cejn E (‘Eyd E)
Ê Li Pey Rewşa Şehrî Nûh

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.