HEDÎSA CİBRÎL (‘ELEYHİ’S SELAM)

Article

 

Ji ‘Umer kurê Xettab (Xweda jê razîbe) hate rîwayet kirin; wiha kerem kirîye:

Rojekî em li cem Resûlê Xwedê (silavê Xwedê lê bin) rûniştîbun. Zilamekî hate cem me. Cilê wî sipsipî, porê wî ripîreş bu. Li ser wî nîşana go ji rê hatîye jî tune bû û ji navme kesî wî nas nedikir. Hat cem Pêxember rûnişt. Çonga xwe da çonga Wî. Destên xwe danî ser rehnên xwe û got:

“Ya Muhemmed (s) ka bibêje İslam çiye?”

Resulê Xwedê cewab da got:

“İslam; tê şehadetê bîne û qebul bike go ji Xwedê pêve tu îlah tunene û Muhemmed (s) jî qasidê Wî ye. Nimêj kirin. Zekat dayîn. Girtina rojîya Remezanê. Go qeweta te bighêje çuna heccê ye.”

Zilam got: “Te rast got.”

Em ‘ecêbmayî man. Hem wek nezana sual dike, hem jî wek zana tesdîq dike.

Zilam got: “Ka bibêje îman çiye?”

Resulê Xwedê cewab da got:

“Îman ev e go tu bawerî bi Ellah, bi melaîkên wî, bi kitêbên wî, bi pêxemberên wî, bi roja ahiretê, bi qederê çi xêr û çi şer bîne.”

Zilam got: “Te rast got.”

Dîsa sual kir got: “Îhsan çiye?”

Resulê Xwedê got: “Îhsan ew e go; wek tu Wî dibîne ji Xwedê re ‘ibadet bike. Her çiqas tu Wî nabîne jî ew tedibîne.”

Zilam got: “Ka bibêje wê qîyamet kengî rabe?”

            Resulê Xwedê got: “E jê tê sual kirin ji ê go sual dike ne zanatir e. (wek te ez jî nizanim)”

Zilam got: “Behsa elametên qîyametê bike.”

Resulê Xwedê got: “Zarokên go muamela cêrîtîyê li dayikên xwe bikin wê biwelidin. Dîtina wan şivanê go pêxwas û bi tena derpî bûn di avayîyên bilind û bedew de bi hevre peşbazîyê dikin.”

Hezretî ‘Umer dibêje: Piştî van suala zilam rabû derket û çû. Em mişvarek di halê heyretê de man. Pişt re Pêxember (s) ji minre got: “Ya ‘Umer evê go ev sual kirin tu zanî kîye?”

Min got: “Xweda û Resulê wî çêtir zane”

Pêxember (s) got: “Ew Cebrail bu. Ji bo dînê we bi we bide zanîn hatibu.”(Muslim, îman, 1, 5)

Xwendevanên ‘Ezîz! Ev hedisa mubarek ji ber go naveroka wê gelek devlemend e jê re têgotin ummu’l ehadîs, yanê dayika hedîsên Pêxember (sxl). Çawa go ji sûretê fatîhê re tê gotin ummul Kîtab, yanê dayika kitêbê, xulasa Quranê. Ev hedîs jî xulasa tevê hedîsa ye. Tê fehm kirin ev hadîse nêzîkî wefata Pêxember çêbû ye. Ji ber vê dînê Îslamê bi kurtayî bime dide zanîn.

Dersên ji Hedîsa Şerîf

1) Despêka ‘ilmê edeb e. Yekî go bixwaze hînî ilmê bibe ewwelen gerek edebê zanibe. Bê edeb ‘ilim naye hînkirin. Însanê go edebê zanibe Xweda di hînkirina ilmê wî muweffeq dike.

2) Îman, tesdiqa bi qelb, iqrara bi ziman e. Îslam, teslimiyet, ser tewandin û ita’eta Rebbê Alemê ye bi ‘emêlê go ew jê razîbe.

Çawa go îman bê Îslam nabe, Îslam jî bê îman nabe. Di gelek ayeta de derbas dibe ji bo xelasîyê lazim e îman hebe û pê re jî emel hebe. Îman û emel ji hev nayê veqetandin. Ev hedîsa şerîf vê bi me dide naskirin.

3) Îman û Îslam bi şi’ûra îhsanê dighêje kemalê. Yanî xisletê muminê kamil îhsan e. Îhsan; mere li kuderê be, di çi halî de be em ê zanibin go Xwedayê Alemê me dibîne, dibihîze û bi mera ye. Muminekî go zanibe her daîm Rebbê wî wî dibîne û muraqabe dike, tişkî go Xwedê jê ne razîbe wê xwe jê dûr bigre û tiştê go Xwedê jê razîbe jî wê bi cihbîne. Çawa go kamera li cihek hebe zane ew kamera wî qeyd dike jiber vê mirov li hal û tevgera xwe dîqqat dike ‘eynen werê jî îhsan vê şiurê dide însanê Mumin.

4) Li vê dinyayê em nikarin Xwedayê Teala bi çava bibînin. Ev jî gelek hikmetên wê hene. Rebbê me di  Qur'anê de "Bi rastî ji wan kesê go Rebbê xwe nabînin û jê bi rêz û hurmet ditirsin, bexşandin û mikafetên mezin heye." Lê belê li cennetê cemala wî mimkune. Xweda bike nesîbê me.

5) Qiyamet heq e lê belê kengî wê rabe kes pê nizane ji Xwedayê Teala pê ve. A muhîm ew e go em jê re her daîm hazirbin û ji bo wê hazirîya xwe bikin.

Vê jî em jî hedîsa xwe hîn dibin di heqqê mijarên go zanîna me pê tunne be lazim e em karibin bêjin ez nizanim. Çunkî "di derheqê tiştekî go em nizanibin em bêjin nizanim jî ilm e".

6) Du ‘elameten qîyametê

Zêdebûna ewladên li hember dê û bavên xweâsî ne... li hemberî dê û bavên xwe bê hurmet in bê edeb in. Tevger û têkilîya wanî bi dê û bavên xwe her wekî go ew bavê wane ew dîya wane ye. Çawa go kole ji ber heqaret û neheqîyê lê dike ji efendîyê xwe ditirse dê û bav jî ji zaroken xwe wê bitirsin.

Zêdekirina malê dinyê bi hirsekî zêde...

Rebbê Alemê mal û mulk ji bo insan afirandîye go pê îhtîyacê xwe bibîne. Ancak insan malê dinyê ji xwer bike armanc û bi wî mal û mulkî li hember însana bike wesîla fexrê, pesnayîyê û xwe qure bike ev xeslet ne elametên xêrê ne. Xweda ji vê ne razîye.

EmanetAi Xwedabin. Xwedê tewfiqame teva bide.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê Rastî Şîara Muminaye
Ê Li Pey KÎ CENNETÊ NAXWAZE?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.