ÇÎROKA JIYANÊ

Article

 

Ji her însanekî re çîrok û jiyannameyek a heyatê heye. Timî jiyana meriv bi vê çîrokê reng distîne; qenc yan jî xerab. Di meşa heyatê de, di pêşangeha dinyayê de bi vê jiyannameyê dijî. Her wiha cotyare ew, temenê meriv, zevîya çandinê ye ji bonî meriv.

Hinek meriv, çandingeha xwe vala dihêle, naxebitîne. Jiyana xwe çolebir û beyar dihêle.

Hinek jê fêkî û werzên menfa’etdar lê diçîne, di vê zeviya fanî û emanet de. Darên Tûba lê şîn dibe, şax dide, sorgulên bêhna reyhanî dibişkuve di çandingehên wan de. Feydê didine civakê û herkes ji wan fêkiyan îstifade dike.

Hinek jê darên Zeqqûm û jehrê diçênin di çandingeha jiyana xwe de. Dirîkên jehr û giyayên biyanî qam didin di çandingeha heyata wan de. Bi vê jiyana xwe a kirêt, giranî û astengin ji civakê re.

Birastî, her insan jiyannameyek û çîrokek a heyatê jibûna xwe dijî û dihone. Çîroka hineka pir bi macera û rengîn e. Weke romanekî ku bi nefesekê de tê xwendin.

Jiyan: Geh tije huzn û xem, geh monoton û yekqalib û qilasîk e. Geh şahî û kêfxweşî ye weke cejn û newroza, geh matem û reşahî ye. Carna ronî ye weke rojê û carna jî tarî ye weka şevê. Ji xwe heyat şev û rojeke.

Jiyan carna jiyannameyek Îbrahîmî ye (a.s.) li hember Nemrûda... Hesbunellahu Wenî’melwekîl.

Carna te`bîrek Yûsûfiye ji xewna re, civakê têr dike di heft salên xela û qehtiyê de.

Carna jê Esa ye di destê Mûsa (a.s) de çavkaniyên heyatê der dike ji kevirên hişk û ziha.

Carna jê mizgîn û nefesek heyatdar e ji Îsa (a.s.) sax dike nesax û mirîya bi emrê "Kun."

Bi rastî jiyan; bîst û sê sal ayet ayet daketina Qur-an e li ser qelbê pak û paqij ê Muhammed (s.a.v.).

Jiyan carna zîndan e, carna hicret û carna jî azadiye.

Hicret, destpêka mekteba pêşveçûnê ye bal azadiyê ve. Muhacir xwendevanê vê mektebêne...

Heyat... Îman... Cîhad…

Şehadet, fêkîyê mekteba jîyanê û heqîqeta saxîyê ye. Kuştina mirinê û xwezîya Nebîyê Ekrem e şehadet... Bi tekrarê.

 “Alê Resûl/Alê Eba”; çavkaniya heyatêne, nimune û timsala heyatêne weke “Abê Kewser”. Carna bi ‘ilmê, carna bi hilmê, carna jî li hember zilmê Heyder û hey-dar in ew. Carna jê li hember Yezîd û yezîdiya, Huseyn in, bi xwîna xwe ya pak av dane dara heyatê.

Jiyan; Berê her tiştî serhildan û dengdane li hember zalim û zordesta. Her rojek ji jiyana bi aram û xêr û bereket, tîrek e ji kevana heyatê li ser zulûmatê. Dilpakî û kiryarên qenc gullebarîn e li ser dil û mêlaka nefs û şeytan. Û her berhemek heyatdar, çandina çinarek zexm û nayê qulbandine li ser termê zordariyê.

Qutbûna deng, reşbûna reng, sekna hatin û çûnê, bê hişî û mirin... Tenêhiya bi rastî û bê dawî... Mirin...

Mirin seferek bê veger e, însan rêwîyek bê çare û mecbûrê vê seferê ye. Hal eve her rêwiyek hazirîyek jê re lazim e. Şivanê ku sibehê diçe ber pez û êvarê vedigere mal çewa jê re haziriyek lazim e; her wiha rêwîyê bê veger, bê qût û bê hazirî bikeve rê ne karê aqil e. Ji xwe meqsed ji heyat û mirinê îmtihane ye û pêşbaziye bal kiryarên qenc veye. Da weku her kiryar û ‘emel, bigehêje heqê xwe. Gora her kiryarekî baş yan jî xirab cezayek jê ra heye.

Heyat bes navbera bang û Nimêj e. Çağê dibe li guhan da bang, çağê dimire li ser de nimêj. Heyat û mirin…

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê MELA XELÎLÊ KAL
Ê Li Pey DI DÎROKÊ DE RÊÇ Û ŞOPA KURDAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.