ÇIMA XWENDINA KITÊBAN MUHÎM E?

Article

 “Heger neslek ferz bike ku cahîltî keyfxweşî û dilşadî ye, neslên din ên bên wê tew nezanîbûna xwe ferq nekin. Çimkî wê nizanibin îlm û agahî çi ye.” Kroeber Le Guîn 

 “Zarokên bêkitêb mezin dibin, dişibihin weka darên bêav.”    Pêşgotinên Çînê

Xwendin emrê Xwedê Teala ye. Xwedê Teala di Qur’ana Kerîm de wiha dibêje: “Bixwîne, bi navê Rebbê xwe yê ku tu xuliqandiye bixwîne.”

Însan wexta ji dayîka xwe çêdibe bê malûmat û agahî tê dinyayê. Di heyata xwe de gelek îlm û malûmatan di’elime. Serkeftin ji xwedinê tê. Wek li mekteban û di heyatê de jî, şertê herî muhîm ê serkeftinê dîsa xwendine. Rêya însanekî bi kultur di xwendinê de derbas dibe.

Xwendin rêwîtiyeke gelekî dirêj û bi zor û zehmet e. Xwendin ji çêbûnê dest pê dike heta mirinê dewam dike. Xwendin sebrê dixwaze, qerardariyê dixwaze. Xwendin lêgerîn e; lêgerîna heqîqet, rastiyê û xweşbûnê ye.

Neslên bi kitêban re mezin bûne wê pêşerojeke gelek baş û xweş bi dest bixin. Kesên bi kitêban mezin bûne, muhabeta wan a rojane jî cuda ye. Kesên kitêban dixwînin gelekî baş nirxandinan dikin.

Bi alîkariya kitêban car caran meriv difire, car caran jî meriv li welatan cuda cuda seyahet dike. Di nav pelê dîrokê de bi rev, meriv digere û meriv şahîdiyan ji dîrokê re dike. Qûweta me her çiqas waqayên bi êş û elem neguherîne jî, em karin pêşeroja xwe bi tecrûbeyên kitêban ava bikin.

Xwendina kitêban bi qasî dîroka mirovahîyê kevnar e. Di xwendina kitêban de tu tesîreke xirap tune ye, bîlaks xwendin gelekî bi feyde ye. Dawiya xwendinê tune ye. Meriv her çiqas bixwîne ew qas baş e. Merivê xwendevan her wext bi îlmê  di heyatê de bi ser dikeve. Xwendin rihê însan mezin û xwedî dike. Xelasiya ji cehaletê di xwendina kitêban de derbas dibe. Hewce ye di rêya heqî û rastiyê de tim û tim kîtêb bê xwendin.

Feydeyên xwendinê:

  • Ji bo nivîskariyê dibe alîkar.

  • Çand û kultura meriv zêde dike.

  • Nêrîna heyatê diguherîne.

  • Ji nav behrên reş derdixe.

  • Xwendin tehm dike nav heyatê.

  • Xwendin hişê meriv vedike.

  • Kesên ku kitêban dixwînin baxçeyeke wan a bi ewleh çedibe.

  • Xwendina kitêban meriv zana û agahdar dike.

 


Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê DEWRÊŞ Û SILTAN
Ê Li Pey CIWANTÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.