KÎ JI ME DIZ Û GUNEHKAR E

Article

 

Bi navê Xweda...

Xwendevanê hêja Xweda bike nesîb di vê nivîsa xwe de ezê derheqê ehemmîyeta duristîya amir û fermandarên dewletê de qisetek balkêş binivîsim. 

Qiseta me li welatê Çînê qewimîye. Di demên berê de li welatê Çînê zilamekî  ku meslekê wî bexçevantî bûye hebûye. Ji ber ku bêîş maye roj bi roj bêkes û feqîr bûye.

Wî bexçevanî rojek ji rojan hingî birçî dibe êdî ji birçîna hew dimîne ku zikê wî bi pişta wî ve bizeliqe. Li der û dorê xwe digere lê belê ti kes li wî rebenî nayê rehmê. Êdî ew jî ji neçarî dikeve bexçeyekî fêkîyan û hirmîyekê didize û dixwe. Gava ku ewê ji bexçe derkeve wî diqefêlin û bi çengurê wî digrin wî dibin davêjin binê lingê qralê xwe. Û weka ku pir zilamekî girîng berdestkiribin xwe qurre dikin û dibêjin:

-Qralê  mê yê hêja. Evî şexsî ketîye nav bexçê we yê fêkîyan û hirmîyekî jêkirîye û xwarîye. Gava ji bexçe derket me jî wî qefalt.

Feqîrê ku dizîyê kirîye radibe pîya û ji qral re dibêje:

-Qralê min ê bi qîmet! Li min bibore, ti bawer bikî ez hingî birçî bûm êdî çavên min tarî bibûn û min xwe ranegirt. Ez jî ji neçarî ketim bexçeyê we û min hirmîyek ji darên we jê kir û xwar. Ez ji we hêvî û rica dikim da ku hûn ji bo vî sûcî min bibexşînên. Û di bedêla vê qencîya we de ezê xelateke giranbiha dîyarîyê we bikim.

Qral heyirî dimîne û dibêje:

-Gelo bi yekî wekî te xizan û bêcilik re ewê xelata giranbiha çibe?

Ê ku dizîyê kiribû kefa destê xwe vedike û toximê ku di destê wî de bû dirêjî qral dike û dibêje:

-Qralê min! Wexta hûn vî toximê ku di destê min de ye li bexçê xwe biçînin, ewê di hundirê çend salan de ji were fêkîyê zêr bigre.

Piştî vê gotina diz, qral bi dengê êlî dikene û dibêje:

-Te pir xweş got, madem werê de haydê wî toximî ti biçîne, çi wextê ku toximê te bû dar û fêkîyê zêr girt ez jî soz didim te ezê te azad bikim.

Ê diz dibêje:

-Ezbenî, vî toximî yekî wek min diz û gunehkar bixwaze jî nikare biçîne, lewra ê ku vî toximî biçîne gerek di jiyana xwe de tu carî derew negotibe, bê edaletî li kesekî nekiribe û dizîyê jî nekiribe. Gava ne yekê werê qenc be, ewê ev toxim bi tesîra xwe yê efsûnî, wî kesî bi êş û elemên dijwar bikuje. Qralê min ê hêja! Ji ber vê yekê lazim e yekî wekî we qenc vî toximî biçîne.

Gava ê diz vê teklîfê li qral dike qral diveciniqe, ma’dê wî diqelibe û di ber xwe de hinek difikire, pişt re bidengê bilind dibêje:

-Hey ehmeqê bêaqil! Ma qey ti nabînî ku ez qral im, ez ne bexçevan im. Vî toximî bide wezîrê min. Lewra di wezîrê min de wan taybetîyên qenc ku te got tev hene. Bila ew vî toximî biçîne da ku toxim bibe dar û fêkîyê zêr bigre.

Ê diz gava toxim dirêjî wezîr dike, wezîr qerebalixê derdixe, îtiraz dike û dibêje:

-Îja ez û bexçevantî! Ez him ji karê çandinîyê fam nakim him jî di îşên çandinîyê de bêkêrim. Ewê ev toxim  di destên min de heba bibe. Ya qenc ew e ku vî toximî xezînedar biçîne. Lewra di xezînedarê me de jî ev taybetîyên qenc hene.

Xezînedar jî bihaneyekî dibêje û ji stuyê xwe derdixe. Ew jî dibêje bila filan kes biçîne û bi vî awayî ê ku li hizura qral in tevek wezîfeyê ji stuyê xwe derdixin. Qral ji aliyekê li zilamên xwe yê rîyakar dinêre û ji aliyekî ve jî li ser heqîqeta meselê difikire û demek bêdeng dimîne, paşî serê wî di berde û bi hêrs dibêje:

-De haydê gelî heyeta min a hêja! Kerem kin bêjin ê diz û gunehkar kî ye? Vî rebenê diz bi me da famkirin ku di heqîqetê de ê diz û gunehkar em bixwe ne. Em jî nîşanê vî dizî bidin ku toximeke ku qet nekeve bin ‘erdê û nebe dar çewa zêran digre. Da ku ev feqîr jî kêfxweş bibe.

Pişt re ji berîka xwe zêrek derdixe û davêje ba diz. Ê ku li hizura qral in tev yek bi yek zêrêk didin wî dizî. Qral jî li wan temaşe dike. Paşî li wî kesê ku dizî kiribû re dikene û dibêje:

-Zûka ji ber çavên me here. Te îroj têra me serê me xiste ber me. Kêmasî û qisûrên me yê di îdarevanîyê de te bi me da famkirin.

Belê xwendevanên hêja ev heqîqetên ku di vê qisetê de derbas dibin, taybetîyên pir girîng in. Ji roja dinya ava bûye hetanî qîyametê kîjan rêxistin, sazûman û dewletên ku bixwazin ‘umrên wan dirêjbe, lazim e pêşî îdarevanên wan adil bin, hertim rastgo bin û dizîya xelqên xwe nekin. Lewra biçûk dibe, mezin dibe di temamên dewletan de gava fermandar û serok ne adil bin, neheqîyê li gelên xwe bikin û dizîyê bikin ewê rojekî miheqeq  ew rêxistin û sazûman  devûrû bibin. Di dîroka însanîyetê de em karin gelek mînakan nîşan bidin.

Îja em ji Rebbê Aleman daxwaz dikin ku van taybetîyên girîng bike nesîbe îdarevan, sazûman û dewletên Îslamê  tevan. 

Emanetê Xweda bin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê ÇAVBIRÇÎTÎ Û AQÛBETA HEZÎN
Ê Li Pey ÎMTÎHANA BI TENÊBÛNÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.