Rojeke Malbateke Kurd Çawa Derbas Dibe

Article

Serê sibehê berîya hemî kesên malê, xanima malê yanî kevaniya malê radibe ser xwe û dest bi hazirîya taştê dike. Ji dengê çeqçeqa firaxa keça malê ku hebe, bi heyake mezin şiyar dibe û alikarîya dayika xwe dike.  Bi hevra sifrê radixin û hêdî hêdî bavê malê şiyar dikin. Dema xanim bi naz û evînek bêhempa bavê malê ji xewa piştî limêja sibehê şiyar dike, keça malê jî bi dilovanîyeke mezin xwişk û birayên xweyên dî ji xewa giran bi kilam û çîvanokên şêrîn hişyar dike.

Ha ha te nêrî ku di demeke kin de mala weke hêlîna kewê gozel li dora sifrê şên bû û bi edebeke xweşik bi adabê sifrê li hêvîya bavê malê xelek girtî sekinîne. Heta ku bav dest dirêjî xwarinê neke tu kes destê xwe dirêjî sifrê nake. Bavê malê wexta ku hazirî sifrê bû bi navê Allah, bi Bismilah nan an jî ku taştê şorbe be, kevçîyan dirêjî maliyan dike û ji rizqê ku Xweda daye û nesîb kiriye bi ‘efiyet dixun yan vedixwin.

Piştî taştê bi hemd û şikrê nî’metê Xwedê her kesek radibe karê xwe. Karker ber bi karê xwe ve, xwendevan jî ber bi dibistana xwe ve diçin. Ji xwe mamosteya mezin xanima malê, bi ders û fêrkirina biçûkên ku li malê dimînin, bi kirin û gotinên xweyî bi evîn dersa herî bi fêde dide wan.

Bi vî rengî bi sebrê hêdî hêdî şagirdên xwe ji bo jîyaneke bi watedar amade dike. da ku di pêş de bibine kesayeteke bi fêde ji civat û milletê xwe re.

Roj bi vî şiklî ber bi êvarê de hêdî hêdî diçe. Ferdên malê yek bi yek ji kar û dersên xwe vedigerin malê. Karker betilî, lê xwendevan jî zêhn betili li deriyê şêngehê, malê, dixin. Dayika malê bi rûwê xweyî biken û dengê xweyî bi şefqet wan ji temamê betilandina dûr dike. Xebatkar û hişbetilî bi kêf di derî re derbas dibin şêngehê. Ji xwe însan di nava gul û reyhanan de betlandina dinyê jibîr dikin.

Sifra şîvê bi alîkariya keça malê dîsa weke sibehê, cihê li hev civîn û kombûna ferdên malbatê ye.  Heta ku kesek ji malê li derve hebe, kes ji malê dest bi xwarina tenê nake. Kesê ku li derveyê jî heta firset hebe wexta şîvê xwe digihîne malê. Bavê malê dîsa bi navê Xwedayê Rezzaq destûra destpêkê dide. Dîsa berya destûra bavê malê, kes destê xwe dirêjî sifrê nake. Welew çiqa birçî jî bûbe, vî adabê sifrê xera nake. Lê carna biçûkê malê yê nazdar bi lezgînî piraxeke ji mersefê direvîne da ku malî pê bikenin.

Piştî hemd kirina liser ni’metê şîvê ji mun’imê heqîqî re, yek bi yek xwe didine paş ji sifrê û pişta xwe ya westîyayî didine balgîhên li dora dîwarê odê. Di odê de cihê herî bilind û ji çardiwara ve xwîya, cihê bavê malê ye.  Ku bav çû cihê xwe, xortê malê sifra giran ji bedela dayik û xwişka xwe ve dibe mitbexê daku ehlê mitbexê bi hilgirtina sifra giran zehmetê nebînin.

Piştî ku sifre ji holê rabû, edî hemû kes li dora bavê malê rûdinên, him li bendî çaya piştî şîvê ne, him jî yek bi yek serpêhatiyê xwe yên rojê tînin zimên da ku bav û dayika wan jî bi wan serpêhatiyan haydar bibin û heke hewce be bav li ser wa serpêhatiyan çend gotin û nesîhetan bêje.  Di vê se’eta çayê an jî gûz û benî û bastêqê de bavê malê jî li gorî hewceyîya ehlê malê qiseke kurt an jî hedîseke Resûlê Xwedê tîne ziman û şiroveyên seydayan an jî maqûlan dirêj dirêj bi ‘ibret dibêje da ku her ferdekî malbatê gorî xwe dersna ji xwe re jê bigre. Bi vî rengê şên şev zîz dibe û herkes diçe mezelka xwe ya razanê.Şe va we bi xêr bimîne.

Di dema ku bav suhbet û şîretan dike, tu kes ji ferdên malê, gotina bavê malê nabire û bêedebîyê li hember bavê malê nake.  Heta ku demekê ji pirsan re minasib bibîne, ew jî wê deme pirsên xwe dike an jî tiştê ku fêm nekirîye dixwaze bê dubarekirin. Aha roja malbata me Kurdan bi vî rengî derbas dibe.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.