ŞIVANÊ PEZ

Article

 

Merivên ku bixwazin pez xwedî bikin, herî pêşî divê ku şivanê wan hebe. Pez bê şivan nabe. Ji ber kû pez gelekî caran li çolê dimîne, divê ku şivanê te jêhatî be. 

Şivanê mezin jİ biharê û heta payîzê her roj ber evarî pez dibe çolê. Şîva xwe li çolê dixwe. Bi çend şivanê ku exlaqê wan bi serê hev de dere li ba hev dimînin. Wexta ku pez têr xwar, li guherê kom dibin û pezê xwe mexel dikin. Pezê ku akincî ne çêriya be, zû têr naxwe.

Şivan li hev rûdinên û her yekî çi ji malê anîbe li nava xwe datînin û bi hevra dixun. Ku hebe çayê jî çê dikin. Hinek şivan bizinekê yan jî mîhekê bi xwe re girê didin, ji bo dema pez bê hayê wan rabe pê şiyar bibin. Ji xwe şivanê ku ji xwe razî be, dibêje “pezê min têr e, ji ser min ranabe” Ê ku ehlê Xwedê be, nimêja xwe jî dikin û radizên. "Kurmanc têr e, xew jê ra xêr e" Ji xwe xewa şivana sivik e. Feqîra serê wan liser kevira ye, ma wê çawa ne sivik be. Îcar bavo dunya bûye medenîyet, îro her şivanek wek “meqam erebasî” kerek wî heye. Ji av û xwarînê heta çifte û mînderê, her tiştên wan li ser kerêne. Çifte ji bo gura ye.

Ez ji we re behsa kera şivan jî bikim. Her ker ne yek e. Kerê beredayî hene, kerê çolê hene, kerê malê hene... Belê a herî baş kera şivan e. Wek mîhekî bi pez re dere û tê. Ji xwe re diçêre. Ne direve û ne li paş dimîne. Wexta pez dixin mexel, kurtanê kera xwe jî jê dikin da ku ew jî istreheta xwe bistîne. Şivanê baş, qiymetê her tiştê xwe dizane. Ji kerê heta beran li gişa miqateye. Pezê xwe birçî yan jî tî nahêle. Berê wî nade tehta û li şopa xelkê naçêrîne. Gelekî di mexel de nahêle.

Tew me kûçik ji bîra kir. Bê kûçik jî nabe. Jî bo dizza, ji bo gura... Heta hin kûçik hene heyata xwediyê xwe xelas kirine. Tê bîra min kûçîkekî me hebû. Ku te bi heneka jî bi şivan re pevçûn bikira, hêrs dibû û dihat te. Îcar nanê kûçik jî bi şivan reye. Divê ku kûçîk têr be da ku bi dû kurtêlê xelkê nekeve. Lazim e xurt be ku karibe bi gura. Û di şerrê kûçikan de nebe kûzkûza wî.

Îcar em vegerin guherê. Nîvê şevê pez radikin şevînê. Dora nîv se’etekê diçêrînin û dîsa dixin mexel û radizên. Berî ku roj derkeve şivan radibin û her kerîkî berê xwe dide alîkî. Carna her kerîkî alîyê ku pê de here jî bellîye. Weke ku çawa li guherê jî her yekî cihê pezê wî bellî ye.

Heta ku pez ji guherê radibe, şivan jî kurtanê kerê û firağên xwe li kerê dike. Ê ku nimêj dike divê ku wextekê zûtir rabûbe, yan na nagihêje pez.

Taştêya şivana şîr e. Tasa wan heye û bizinek wan jî heye jê ra dibêjin "bizna şivên" Gerek bizinek henûn be ji bo wexta şivan şîr ji xwe re bidoşe nereve. Şivan têra xwe şîr didoşe û şekirê xwe davêjê. Ji xwe ne hewceyê kevçiye, her der tije darikin.

Pez sibeha diçêre, hetanî roj germ bibe; şivan berê wî dide malê. Bizinan didin pêşîya kerî da ku kerî bi dû xwe de bikşîne. Hetanî bigihêje gund divê ku delav hazir bin. Wê pez bên avdan û bên dotin di bêriyê de. Pîştî çand se’eta pez xwe rihet bike îcar şivanê alincê pez dibe çolê. Carna di havînê de ji ber germê pez serê xwe dixin bin hev û naçêrin; merev pir 'aciz dibe. Alinçvan axleb zarokin. Ji xwe zilam liber germê nikarin bisekinin, belê zarok xwe jibîr dikin. Geh dilîzin, geh liber siya guhîja wext debas dikin heta 'esir. 

Di mehên çille de alinç tuneye. Ji xwe pez bi şev li malê di govê de dimînin. Sibeha piştî ku roj bilind dibe û ku baran tune be, pez tên berdan. Vê carê şivan ne şîva xwe dibin û ne şîr didoşin ji bizna şivên. Firavîna xwe dixin tûrik û davêjin milê xwe. Firavîn carna pirtiqal û sêvin. Carna gûz û bennîyê hejîra ne. Carna jî helawve. Îcar wexta ku dilê şivan zûka here xwarinê, firavîna xwe zûka dixwe û dibêje: “Ha di tûr de û ha di hûr de”. Ji xwe avê ji hewda vedixun

 Gerek tu hay ji her heyvanî hebe. Kême yan temame. Diçêre yan naçêre, lazim e ku hişê wî liser pezê wî be. Her şivanek nîv beytarek e. Derzî û dermanên wan bi wan re ye. Şivantî karê pexembera ye. Hem şefqet û hem sebir û hem jî zanebûn jê re lazîme. Yan na tu nikarî wî karî bikî. Ê bike jî bi zorê ye. Îcar tu zanî; karê bi zorê ne ta'm tê de heye û ne xêr jê tê.

Xêr û bereket ji Xwedê, ji binxet heta serhedê.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê NANÊ KOÇERA
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.