ÎMTÎHANA BI TENÊBÛNÊ

Article

 

Bi navê Xweda…

Belê xwendevanên biqîmet! Helîma S’adî careke din sebra ber dilê xwe Muhammed (s.x.l.) dibe herêma Benî S'ad. Ronîya Çavan û birayê xwe yê şîr Abdûllah bi hev re diçin ber berxikan. Bi hev re dileyîzin û kêfxweş dibin. Li gorî hatîye rîwayetkirin rojeke ku Ronîya Çavan û Abdûllah li ber berxikan e du şexsên ku cilûbergên spî li wan in têne bal Ronîya Çavan û wî serpiştê dirêj dikin. 

Dû re singa wî diqelêşin û qelbê wî derdixin û di hundirê tasekê de dişon, dûre hundirê qelbê wî jî vedikin û perçeyeke xwîna reş jê derdixin. Di dîroka Îslamê de ji vê bûyerê re tê gotin “Şeqqus Sadr.” Gava ev bûyer çêdibe Abdûllah jî wan dibîne, pir zêde ditirse û bazdide diçe bal dayîka xwe û bi kelecan jê re dibêje:

-Dayê dayê! Du heb zilam hatin û birayê min Muhammed (s.x.l.) ser piştê, li ‘erdê dirêjkirin û sînga wî vekirin.

Helîma S’adî ‘ewil qudûm lê pûç dibin, lê paşî radibe piyan û bi lez û bez diçe bal Ronîya Çavê xwe. Dinêre ku rengê wî bûye wek kirêcê û tirsîyaye hema radijê û wî hemêz dike. Ev bûyer dibe sebebê ku Helîma S’adî, Muhammed (s.x.l.) zûtir bibe teslîmê dîya wî bike. 

Vê hedîseya “Şeqqus Sadr” di dîroka Îslamê de hedîseyeke balkêş e. Lewra  derheqê vê hedîsê de alimên Îslamê gelek fikr û raman nivîsîne. Hinek âliman gotîye ev bûyer li ser bedenê Ronîya Çavan bixwe bûye, hinek âliman jî gotîye ev tiştekî manewî bûye. Heqîqeta meselê her Rebbê Aleman dizane. Lê meriv dikare bêje ku Rebbê Aleman bi vekirina singa Ronîya Çavan him wî ji kêmayî û qisûran paqij kirîye him jî singa wî fireh kirîye da ku di pêşerojê de wan îmtîhanên ku ewê bêne serê wî karibe li hemberê wan îmtîhanan sebir nîşan bide.

Berî Ronîya Çavan, Hz. Musa jî berî ku li hemberê Fîrawn derkeve ji Rebbê Aleman re dua kirîye û gotîye:

-Ya Rebbî! Tu firehî têxî singa min. Da ku ez karibim di têkoşîna xwe û Fîrawn de li hemberê wî serkeftin bi dest bixim. 

Muhammed ‘eleyhîsselam wexta çar salê xwe diqedîne, Helîma S’adî û zilamê wê Harîs, bi dilnexwazî be jî Muhammed Mustafa dibin Mekkê û teslîmê dayîka wî dikin. Him Hz. Amîne û him jî kalê Ronîya Çavan ‘Evdilmuttalîb ji bo ku gihîştine sebra dilê xwe gelek kefxwêş dibin. Ji kêfan qurbanan serjê dikin û goştê wan qurbanan li feqîran belav dikin. Hz. Amîne ji ber ku hesreta wê bi dawî dibe pir zêde bextîyar û dilşad dibe.

Êdî ji bo wê, şev û rojên bihizûr dest pê dikin. Dil dixwaze bêje ku wan şev û rojên wan ê dilşad û bihizûr bê dawî bûn. Lê maalesef wek herkesî yê wan jî rojên xweşî bi jimar bûn. Û di xweşîyê de jî roj û meh weke avê derbas dibûn. Ê Hz. Amîne jî rojên wê yê bi Muhammedê (s.x.l.) wê re bi wî awayî zû derbas dibin. 

Lê belê di dilê Hz. Amîne de daxwazîyek hebûye, ew jî zîyaretkirina qebra zilamê xwe Abdûllah bûye. Daxwazîya xwe ji xezûrê xwe ‘Evdilmuttalîb re tîne ziman. ‘Evdilmuttalîb daxwaza wê qebûl dike. 

Ji bo rêvîtîyê tiştên lazim têne amadekirin û Hz. Amîne, Muhammed Mustafa û carîyeya wan Ûmmû Eymen bi hevr e berê xwe didin Medînê. Diçin warê ‘Eşîra Adîyy bin Neccar. Ev ‘eşîr xalanê

‘Evdilmuttalîb bûne. Hz. Amîne û Muhammed Mustafa qasî mehekê li wir dimînîn. Ronîya Çavan li wir hinî soberîyê dibe. Hz. Amîne berî ku vegere Mekkê diçe ser qebra zilamê xwe Abdûllah û xatir jê dixwaze. Subhanallah ti dibê qey niqûtî bû dilê wê ku ewê carek dinê neçe ser qebra zilamê xwe. Piştî zîyareta qebra Abdûllah dîsa derdikevin rê û di nîvê rê de li texma gundê Ebwayê Hz. Amîne nexweş dikeve û li ber çavê Muhammed ‘eleyhîsselam emanetê xwe teslîm dike.

Muhammed ‘eleyhîsselam bi wefata dayîka xwe gelek xemxwar dibe.Ûmmû Eymen û Muhammed  Mustafa bi wê hizn û xemê dikevin rê tên Mekkê. ‘Evdilmuttalîb û ehlê Mekkê bi xebera wefatkirina Hz. Amîne dikevin hizn û şînê. Lê meriv dikare bêje ku pirî ehlê Mekkê ji wefata Hz. Amîne zêdetir bi Muhammed Mustafa yê ku hêja şeş salî bû him êtîm him jî sêwî mabû pê dilêş û xemgîn bûbûn. Piştî wefata dayîka wî, tenêbûna Ronîya Çavan jî roj bi roj zêde dibû. Lê belê kalê Resûlulallah ‘Evdilmuttalîb ji wê gavê şûnde  ji bo nevîyê xwe dibe sî û sîwan. 

 

Ji bo ku tenêbûna wî pê bide jibîrkirin jî şev û roj wî bi xwe re digerîne. Di civatên girîng de wî li kêleka xwe dide rûniştin. Bi rastî bêhna her duyan jî bihev derdikeve. Ji bo ‘Evdilmuttalîb û Muhammed Mustafa jî roj û şevên dilşad û bextewar bi lez û bez derbas dibin. 

‘Evdilmuttalîb êdî ‘emrê wî dibe 90 sal. Nexweş dikeve û berî ku wefat bike ji xwe re difikire ji bo ku Muhammedê (s.x.l.) xwe emanetê zarokekî xwe bike. Temamê zarokê xwe tîne ber çavê xwe û li ser Ebu Talib biryar dide. Lewra Ebu Talib her çiqas ne maldar be jî pir bi şefqet û dil birehm bûye. ‘Evdilmuttalîb berî ku wefat bike di halê nexweşînê de gazî zarokên xwe dike. 

Li wan şîretan dike û ji Muhammed Mustafa re dibêje:

- Muhammedê min! Tu dixwazî herî bal kîjan apê xwe?

Muhammed ‘eleyhîsselam jî bê xeberdan xwe davêje stuyê apê xwe Ebu Talib. ‘Evdilmuttalîb bi vê biryarê pir kêfxweş dibe û bi dilê rihet rihê xwe teslîm dike.

Ji ber wefatkirina ‘Evdilmuttalîb ehlê Mekkê tev dikevin hizn û şînê. Feqet hizn û şîna Muhammed Mustafa yê ku hêja 8 salî bû meriv dê nikaribe bîne ziman. Lewra di wî ‘emrê biçûk de piştevanên wî û kesên ku li wî xwedî derdiketin yek bi yek li ber çavên wî wefat dikirin. Û tenêbûna wî jî çiqas diçû zêde dibû.

Lê belê Rebbulalemîn, Resûlê xwe ji bo pêşerojê amade dikir. Da ku di rojên zor û zehmet de li hemberê temamên asteng û neyarên dînê Îslamê karibe li pîyan bimîne. 

Wexta meriv bi nezera îbretgirtinê li jiyana Ronîya Çavan mêze dike, meriv fam dike ku; kesên bawermend çi wexta ku barê Da’wa Îslamê bidin ser milên xwe, wê gavê lazim e karibin sing û berên xwe jî ji tengahîya re vekin. Û dîsa lazim e zanibin, biçûk an jî mezin çi îmtîhanên ku ewê werin serên  wan her bi destûr û fermana Rebbê Aleman e. Û gava meriv karibe bi vî çavî li îmtîhanan binêre wê hingê meriv dê her tim serbilind û dilşad be.

Babetê vê nivîsa me jî zorî û zehmetîya tenêmabûnê  bû. Îro em bawermendên vê ‘esrê  ger  nirx û mezinên me yek bi yek ji pişta me biqelibin û em bi tenê jî bimînin dîsa li ser me lazim e ku em ji bo razîbûna Rebbê xwe bi dest bixin, bi şev û bi roj cehdê bikin.

       Wezîfeya me her xebat e, serkeftin û serfirazî ne di destên me de ye. Ew bi fermana Xweda Teala ye. Emanetê Xweda bin.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê KÎ JI ME DIZ Û GUNEHKAR E
Ê Li Pey ÇAVBIRÇÎTÎ Û AQÛBET- 2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.