Qadî Mihemmed û Komara Mehabada Kurda

Article

Mihemmed ku piştre navê Qadî jî li ser navê wî zêde buye di sala 1900 î li bajarê Kurdîstana rojhilatê li Mehabadê hatîye dinyayê. Li ser sala ku ji dayîkbuna wî de her çiqas gotinê temamê lêkolîner u dîrokvana ne weka hev be jî roja hatîye şehîdkirin 47 salî buye.

Malbata wî ku ji wan re tê gotin; “Mala Qazî” li welatê Mukrîyanê malbateka naskirî u binav u denge. Ji nav wan gelek zana u alim derketine. Ji bav u kalan ve karên wayî sereke dadwerî u qezewetkirin bu. Ji ber vê navê “Qazî” ji bo malbata wan buye wek peşnavekî malbatî. Çawa ku ji kesayetekî mezine Ehmed Qazî, ku “Şêxê şêxa” ango “şeyxu’l meşayîx” tê naskirin kalê Qazî Mihemmed e. Qazî Fettahê kurê Şeyx Ehmed, Qazî Elî, Seyfu’l Quzat, Mihemmed Qazî u gelek kesayetîyên din di dirêjahîya dused salên derbasbuyî de her yekî di warekî de xizmeta çand, doza sîyasî, ziman u parastina mafê xelqê kirine.

Qazî Elî, li ser perwerdehîya kurê xwe Mihemmed pir dilebitî. Wî şandîye medreseyên dînî u di wir de hînî zanîstên îslamî buye. Di xortanîya xwe de ji alê zanyarî u ilim de xwe baş bi pêşve dibe. Berî ku têkeve şuna bavê xwe u ji bavê xwe destur u îzna qezawetê bistîne dikeve şuna apê xwe Seyfu’l Quzat u dibe berpirsê giştî yê karên perwerdeyê u dîyanetê li Mehabadê.

Piştî ku îzna qazîtîyê distîne dibe qazî li Mehabadê. Gava ku de’we dihatin balê ji bo pirsgirêkên xelqê çareser bike pir disekinî. Heya li ser pirsgirêkên heyî lêkolîneka berfireh nekira biryara dawî nedida. Her roja ku diçu, hezkirina xelqê jê re zêdetir dibu. Bi vê hezkirinê re bandora wî yi li ser gelê wî jî zêdetir dibu. Mala xwe ji gelê xwe re kiribu cîyê li hev hatinê.  Di hewşa wan de du derî hebune. Ev derî tu carî nehatine girtin u tim vekirîbune.

Di pey salê 1940’î ku agirê şerê cîhanê ya duyemîn pêket îran, ji alê du hêzên wê dewrê ê mezin ve ji bakur u ji başur ve hatibu dagirkirin. Herema Qazî ango Mukrîyan dibin deshilatdarîya manewî a hêzên Rusa de mabu.

Di van rojên dagirkerîyê de li Kurdistana îranê bi navê JK (Komeley Jîyanewey Kurd/Koma Vejîna Kurdistan) di Tebaxa sala 1942’yan de tê avakirin.

Ji ber ku Qazî, haydarî rewşa welatê xwe u cîhanê u îranê bu wi ji zu rewşenbîr u giregirên heremê li dora xwe civand. Bi vê komkirinê jî Qazî bi navê “Qol sipî u Qol sor” du heb hêz çêkir ku asayîş ji nava welat ranebe.

Piştî ku dewleta Şah Riza Pehlewî hêzên wî têk çun, di nav Kurdên îranê de êdî hissên netewî şîyar bun u hişyar bun. Ji bo van hissên wan JK gavên ewil avêtibu. Kar u fedekarîyên Qazî di vî zemanî de bu sedem ku gelê wî ji wan sala u pêve jê re êdî bêje “PÊŞEWA”.

Pêşewa, bi şev u roj di nav xelqê xwede maye ji bo ku bajêr neyêne talan kirin. Li gora ku tê gotin heke di wan rojên giran de yekî weka Pêşewa ne di nava gelê xwe de buna ewê bajar u gundên heremê ji alê henek êl u eşîrên talanker ve bihatina wêrankirin u talankirin.

Bi tevî ku Pêşewa heya sala 1944’an jî ne bubu endamê JK’yê jî wî di warê maddî u manewî de tiştê ji destê wî dihat piştgirî dida wan. Bi van tevgerên xwe piştî ku JK, ji nuve hate avakirin; Qazî bu serokê giştî yê hereketa nuavabuyî.

JK, di 16’ê Tebaxa 1945’an de cihê daye PDK’ê u Pêşewa Qazî Mihemmed bu ye serokê wêyî giştî.

Ji berê de Qadî dixwest ku dewleteka Kurda serbixwe hebe. Ji bo vê tiştê ku ji destê wî dihat dikir. Roja ku şert u merc hatin cî vê xwesteka xwe anî cî. 

Qadî Mihemmed, 22 yê Çilla 1946’an de li bajarê Mehabadê li meydana Çarçira de di nav qerebalixeka weka roja mehşerê de Komara Mehabada Kurdan îlan kir. Ew bu serokkomar. Hecî Baba buye serokwezîr u Mele Mistefa Berzanî buye Serokê Serkanîya Giştî Ya Leşkerî. Seyfî Qadî ji buye Fermandara Hêzên Zebtî.

Di avakirin u belavkirina wezifeyên idari de pir ecele dikir.

Wextê ku meclîs îdarevanê komarê bi vî şeklî dihilbijêre di eynî vê rojê de zimanê Kurdî, wek zimanê komarê ê fermî tê qebul kirin. Helbesta “Ey Reqîb” siruda neteweyî u ala rengîn jî ala komarê tê qebul kirin. Ala rengîn, xêza di serî de sor, a di nîvî de spi u li binî jî kesk u li ser van teva de jî roja zerî bist u yek niqir tê qebulkirin.

Piştî ku rêvebirên xwe dineqînin di cî de çapemenî u medyavanên xwe li hev dicivîne.

Di encama vê de jî Kovara Kurdîstana ku di 10 ê Çilla 1946’a de dest bi weşana xwe kiribû weşana wê dane domandin u qirarê weşandina rojnameyeka bi navê Kurdistan jî hatîye dayîn.

Meclîsa Netewî a Kurdîstan di wan rojan de qirarekê distîne u dibê, “ewê perwerdehî bi her awayî bê başkirin.

Perwerdehîya mektebê a seretayî bibe mecburî u her zaruk wê here vê perwerdehîyê bibîne u bistine.”

Vana teva bi qanunekê dikin mecburî.

Zarukên malbatên feqîr ên ku nikarin wan bidin xwendin jî ewê alîkarîya wayî maddî bê kirin. Cil u pirtukên wan wê belaş u bêpere bin. Di wextekî hindik de dibistanê temamê welat hatin avakirin. Perwerdehîya bi Kurdî hatîye destpêkirin. Ji bo weşana radyoya xwe bikin jî Rusan ji wan re di 10 ê Adarê de antêneka radyoyê şandîye. Îdi dest bi weşana radyo jî kirine. Dengê xwe gihaştine temamê welatîyên xwe u temamê Kurdên li çar alîyê welat.

Armanca JK’yê

Armanca JK’yê temamê muxalefet, asteng, nayarên ji malê, birakujî, maddiyatperestî u hezêkirina dewletên xerip u temamê astengên ku ji bu serkeftina Kurda re dibine bend u asteng em li hember tevane.

Xerabun

Temamê dewletên cîranê îranê li dijî hebuna komareke Kurdistanî bun. Alîyê Kurd ku di 22 yê Çileya 1946 an de li Azerbeycanê li Tewrez u Bakuyê komara Kurdistan ilan kiribu. Biser wan de diçin u vê komarê jî ji xwe di wexteki pir hindik de xeradikin. Ev serok u pêşewerên Komara Tewrezê beri ku ji Tewrezê derkevin birevin ji Qazi Mihemmed re telefon dikin u dibêjin aqubeta me xuyanîye li ewê bê serê te jî. Tu jî ji Mehabatê derkeve. Xwe xelaske. Qazî jî ji wan re wiha dibêje;

“Ezê di nava gelê xwe de bimirim. Bi we re nayêm u xelqê xwe bi tena serê wan nahêlim. Lewra hikumet di demeka nêz de bi qehr u kîneka mezin ewê bi ser vir de bigire. Heke ku min neqefêle u negire ewê wê kîna xwe bi ser serê xelqê bêguneh de valabike.  Na heke min bigirin eleqa xwe ji xelqê nayînin. Lewra karê wan bimin re heye. A herî giring jî eve ku, ez nerevim ji welat dernekevim ewê ew eşîrên ku li ber keysa xwe ne ku bi ser xelqê bêguneh ve êrîşan bikin re bibim mani’. Min sond u ehd daye ku di her mercên dijwar de li kêleka gelê xwe bimînin. U heya ji min were ezê wan biparêzim. Îro ji bu gelê Kurd rojên herî dijwarin. Ji bo min jî azmuneka herî mezine. Ez nahêlim ku Mehabad jî weka Tewrezê wîran bibe u xelqê bêsuc u guneh werin kuştin. Ji ber vê Qazî gava ku tê girtin ji serleşkerê îranî re dibêje; “îşê we bi gel tuneye. Ez li virê me…”

Komara Mehabadê gavên pêşveçunê zu avêtin. Lê belê neyar li hêvîya keysa xwe bu. Şahê îranê ji kularê soz dabu Qadî Mihemmed. Lê artêşa îranê piştî ku peytexta Azerbeycanê Tebrîzê sitand lê rihênt ku serfermandarê artêşê Melle Mistefa Berzanî ne li Mehabade mêranîya wan biwan digire u 17 ê Berfanbarê 1947 de biser Mehabadê ve digrin. Tevî bi carekê de distînin. Di soz u peymana xwe de nasekinin u Qadî Mihemmed, Seyfî Qadî u birayê wî Sedrî Qadî li meydana ku komar hatibu îlan kirin di Meydana Çarcira de 31 ê Adara 1947 an de îdam dikin. Bi vê îdam kirine dewleta Komara Mehabadê jî xeradibe u ji holê tê rakirin.

Piştî çend sala wesyeta Qadî Mihemmedî ku di arşîvên îranê de derketîye de di wesyetên xwe de şiretan li gelê xwe kiriyî. Şîretên wî pir bi qedr u qiymetin. Pêwîste ku her yek ji me va şîretên Qadî Mihemmed bike guharek u têxe gohê xwe.

1- Bawerîyê bi Xweda, bi Pêxemberê Wî (silavên Xweda li ser bin) u tiştên ji ba Xweda hatine bi teva bînin. Îmanê bînin. Ferz u wezîfên xweyî dînî bînin cî.

2- Aqubeta xwe bidomînin, neheqî u xerabîyê bihev nekin. Bi teybetî jî di alê berpirsîyarî u xebatê de birayê xwe ne hesidin.

3- Ji bu neyarên we nikaribin we bixapînin perwerdehîya xwe zêdebikin. Pir bixweynin.

4- Li vê dinya bêqîymet ji bo çend rojê dinyayê xweş xwe nefiroşin neyarê xwe. Lewra neyar, neyare. Bawerî qe pê çênabe.

5- Di siyaset, maddî, manevî u namusê de îxanetê bihev nekin. Lewra xayîn, him li ba Xweda him jî li ba însana sucdarin. Jibîr nekin xayîntî, dizîvire tê xwedîyê xwe dibîne.

6-Heke ku yek ji nav we derkeve u li we xwedîtîyê bike u karê xwe bimeşîne pê re bibin alîkar. Hesudîyê pê re nekin u jê re nebin neyar. Yan jî Xweda mihefeze bike ji ber vê hesudîya xwe neçin nebin ajanê neyarên xwe.

7- Di vê wesîyeta min de ku min di derheqê mizgeft u nexweşxane u dibistana de gotibun ji bu ev tişt bêne kirin hewil bidin u bixebitin.

8- Ji xeynî canê xwe bidim Xweda pê ve ti deynekî min ji ti kesî re tuneye. Yekî ku ez pê nizanim çi hindik çi zêde deynekî kî li min hebe; min gelek mal di pey xwe re hiştîye bira herin ji warisê min bixwazin.

9- Heta ku hun pişta hev negirin hun nagihîjin meqseda xwe. Zilmê li hev nekin. Lewra Xweda, zaliman zu ji holê radike u wan tunedike. Ewê zilim ji holê rabe. Ev gotina Xweda ye. Xweda, ewê ji zalima heyfê hilîne.

Ez hêvîdarim ku hun van şîretê min bikin guhar u têxin gohê xwe. Xweda, li hember neyarên we alîkarê we be we şermînî neke. Weka ku Şeyx Sadî Şîrazî jî gotîye;

“Armanca me şîretbun, me kir.

We disipêrin Xweda u em diçin.”

Xebatkarê gelê xwe u welatê xwe Qadî Mihemmed

Bimînin di xêr u xweşîyê de.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Ji Ciwan Dozvanê Îslamê Re
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.