ÎHTÎFALA BI MEWLÛDÊ ...

Article

 

ÎHTÎFALA BI MEWLÛDÊ

DI “ŞERHA MEWLÛDA BATEΔ DE YA KU MELA EHMEDÊ QOĞÎ ÇÊKIRIYE

Di seha nivîsandina mewlûdê de bi zimanê Kurdî gelek şa’ir û hozanan hespên xwe dabezandine. Lê Seydayê Mela Huseynê Bateî ji wan teva buhuriye, bûye beyreqdarê wan. Bi sebeb ku derheqê Resûlê Ekrem ‘eleyhîsselatû wesselam de ‘aşiqê sadiq bû kes negihîştiy wî. Gotinên ‘aşiqê sadiq helbet zewq û tesîra wê bêtir e. Bes ev mewlûd ji xelkê zemanê me re giran e, qenc jê fêm nakin. Çimkî hem edebiyata wê cuda ye hem jî gelek kelîme û îstilahên ‘Erebî, Farisî û Soranî tê de hene. Ji bo ku Kurmancên zemanê me jê fêm bikin Seydayê Mela Ehmedê Qoğî li serê şerhek çêkiriye. Seyda bi xwe jî ‘aşiqê Resûlullah bû, wexta ku Mewlûda Bateî dixwend digiriya, hetta di xortaniya xwe de gelek caran hişê xwe winda dikir.

Beriya dest bi şerhê bike Seyda di dîbaca wê de hinik meselên ku niqaş li ser wan tê kirin bi tefsîl nivîsandiye. Yek ji wan mesela jî hukmê îhtîfalê ye, yanî hukmê şahiya û merasima mewlûdê ye. Emê bi hev re li xulasa tefsîla Seyda binerin:

“’Alima caiz dêrene ku însan li hev bicivin û exlaq û adabên Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem bene xwendin û medhê wî bête kirin û millet guhdarî bike û xwarin û te’am bête dayîn, xelk jî bixun û kêfxweşî bikeve qelbê ummetê. Lewra ev tişt wasitekî mezin e ji bo de’wa balk Xweda Te’ala ve, firsetik qenc e, heq e ku nefewute. Belkî wacib e li ser ‘aliman û de’wedarê Îslamê ku exlaq û adab û ehwalê Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem ji ummetê re bêjin û wan hişyar bikin ku ev civîna millet ne ji ber kêfa dinyewi ye, belkî wasite ye ji bo meqsedik mezin û wê meqsedê beyan bikin.

Seyyid Mûmmedê Malikî di rîsala xwe “حول الاحتفال بذكر المولد الشريف” de bist û yek delil aniye li ser caiziya mewlûda Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem emê wan telxîs bikin di heştan de:

1- Îhtîfala bi mewlida şerîf, yanî civîna însanan ji bo mewlidê bi hawayê li xweşa merev tê, ‘îbaretê ji mezinkirin û hurmeta Pêğember e sellallahû ‘eleyhî we sellem. Hem ‘îbaretê ji fereh û şahiyû kêfxweşiya bi hebûna wi ye. Emma mezinkirin û hurmeta jê re we şuğlên şer’î ne. Emma kêfxweşiya bi wîladet û hatina wi ya dunyayê bi nîşandana şahiyû civîna millet ji bo zikr û selewatan û îkrama feqîran û dayina xwarinê ji wan re û şukrê Xudê Te’ala di hember hîdayetkirina bal dînê Îslamê bi şandina Resûlê Ekrem sellallahû ‘eleyhî we sellem şuğlekî metlûb e, yanî ji merev tê xwestin. Lewra Xudê Te’ala gotiye:

 قُلْ بِفَضْلِ اللهِ وَبِرَحْمَتِهِ فَبِذلِكَ فَلْيَفْرَحُوا   “Bêje, ev bi fedla Xudê ji we re hatiye. Bira ew jî bi veya kêfxweş bibin.” (Yunus: 58)

Lefzê “zalîke” yanî “ev”, îşaretî bi bal fedl û rehmeta Xudê ve ye. Yanî bira kêfxweş bibin bi fedl û rehmetê. Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem mezintirê temamê rehmeta ye. وما ارسلناك الا رحمة للعالمين “ji bo ku Tu ji ‘aleman re rehmet bî me te şandiye” (Enbiya: 107). Hetta kesê kafir jî menfî’et jê dîtiye, wek Ebu Leheb. Di hedîsa Buxarî de hatiye ku her rojê duşema ‘ezabê Ebû Leheb xefîf dibe, bi sebeb ku cariya xwe Suweybe azad kiribû ji bo ku mizgînî dayê got: “Ji birayê te ‘Ebdullah re kurik çêbû.” Hafiz Şemseddîn ed-Dimeşqî di heqê wî qasî de di şi’ra xwe de dibêje: “Kafirekî ku di sûretê Tebbet de zemma wî hatiyekirin ku wê di cehennemê de ebedî destên wî hişk bibin, ji bo ku bi Ehmed kêfxweş bûye rojên duşema ‘ezabê wî xefîf dibe. Îja ‘ebdê ku di temamê ‘emrê xwe de bi Ehmed kêfxweş dibe û li ser tewhîdê wefat dike gelo wê çewabe.”

2- Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem bi Xwe roja mewlida Xwe te’zîm dikir û şukrê Xudê dikir li ser nî’met û fedla ku Xudê lê kir bi deranîna Wî di ‘alemê de, vê te’zîmê bi rojîgirtinê derbas dikir. Lewra hemî mexlûqan pê se’adet sitendin. Çewa ku hedîsa Muslim dibêje ku pirsa rojiya duşemê ji Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem hatiye kirin, Wî jî gotiğe: “Ez tê de hatime welidandin û tê de ayat nazilî ser Min bûne.” Ev jî di me’na îhtîfalê de ye. Gerçi sûret muxtelif e lakin me’na mewcûd heye. Çi bi rojiyê, çi bi dana xwarinê, çi bi civîna însana li ser zikr û selewatan, çi bi bihîstina şemailên Wi yên şerîf. Şeyyid Mûhemmed wiha beyan kiriye. Paşê di delîla çaran de gotiğe: “Ku Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem mulaheze dikir girêdana hewadisê dînê derbasbûyî bi zeman ve, weqta ku zemanê wan hewadisan dihat dibû firset ji bo bîranîna wana û mezinkirina roja wana. Lewra ew roj zerfê wan e. Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem vî qa’îdeyî gerande esil. Çewa ku di hedîsa Muslim û Buxarî de dibêje, dema gihîşte Medînê dît ku Yehûdiyan roja ‘aşûra rojî digrin. Sebebê wê pirsî. Gotin ji ber ku Xudê Te’ala di wê rojê de nebiyê wan xelas kiriye û dujminê wan ğerq kiri ye, wana rojî digrin ji bo şukrê Xudê Te’ala li ser vî nî’metî. Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem got: “Em ji we heqtirin bi Mûsa.” Wî jî rojî girt û emir kir bi rojîgirtinê.

Ev uslûba Seyyid Mûhemmed e. Tu tê de dibînî ku di muqtedayê her dû delîlan de muxalefet heye. Lewra îhtîfala duşemê bi rojiyê jî dibe û bi xwarinê jî dibe. Lê îhtîfala ‘aşûra her bi rojiyê ye, xwarin tê de mekrûh e. Her çendî roja roja şahiyê ye wek ‘îdê. Ellahumme îlla ku em cewab bidin bejin sunnet e tê de fireyiya ser ‘îyalê malê, bi mûcibê hedîsa Teberanî û Beyheqî. Yanî sunnet e di weqta şîvê de ku xwarin û vexwarin purr bin bi hawakî di şibîtê ‘îdê de. Wê demê dibe îhtîfalik temam.

3- Mewlida Şerîf ba’is e, yanî sebebkî xwestûx e ji bo selat û selamên ser Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem. Wana jî metlûb in şer’en. Lewra Xudê Te’ala emrê me kiriye gotiğe: “Ey gelî wanê ku îman anîne, li serê selat û selaman bînin”. Tiştê ku ba’is be li ser metlûbê şer’î ew jî metlûbê şer’î ye. Ji selat û selaman re faîdeyên nebewiye û îmdadên Mûhemmediye pur in bi hawakî ku qelem nikare asarê wan bi tevayî binivîse.

4- Mewlida Şerîf şamil e li ser bîranîna wîladeta Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem û li ser mu’cîzat û siyerên Wî û ser te’zîm û medhê wî û ser zikr û sedeqe û civîna millet ji bo van qasa. Vana jî tev sünnet in û metlûb in şer’en. Hem naskirina şemailên Wî û mu’cîzatên Wî divên ku îmana pêğemberiya Wî kamil bibe û heskirina Wî di qelbê mrev de zêde bibe. Ev herdû jî metlûbên şer’î ne. Tiştê ku wan bivê ew jî metlûbên şer’î ne.

5- Dema ku şa’iran ewsaf û exlaqên wî qenc û kamil beyan dikirin di şi’rên xwe de, razî dibû bi wî ‘emelê wan û wan muakfat û xelat dikir. Madem ku razî dibû ji kesê ku medhê Wî dikir, wê çewa razî nebe ji kesê ku şemailê wi yên şerîfe berhevke? Belkî bi vî qasî mehebbet û razîbûna wî tête celb kirin.

6- Dema ku Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem fedla roja cum’ê beyan kiriye û qenciyên wê jimartiye gotiye: “Û tê de Adem xuluqiye”. Yanî yek ji esbabê fedla roja cum’ê ew e ku Adem ‘eleyhisselam tê de xuluqiye. Ji vê tê girtin ku herçî zemanê ku pêğemberik tê de hatibe welidandin ew zeman muşerref e. Wê demê wê roja wîladeta Pêğemberê me sellallahû ‘eleyhî we sellem efdelê rojan be. Lewraq ew efdelê pêğembera ye. Ev fedla ha ne xasê bi ‘eynî wê rojê bi tenê ve ye. Belkî çiqas tekrar bibe di salê de belkî di heftê de ev fedlû kemal jê re heye. Çewa ku fedl û kemal heye ji bo mekanê ku pêğemberik tê de hatibe welidandin, wek Beytulehmê ku cihê wîladeta ‘Îsa ‘eleyhisselam e. Lewra dema ku Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem çû mî’racê û gihîşte wê derê Cebraîl ‘eleyhîsselam jê re got “li vê der peyabe û du rek’et limêj bike”.

7- Xuya dibe ji ayeta “ji xeberên Pêğemberan ewê ku qelbê te qewîn dikin em ji te re dibêjin (qissetdikin)” (Hûd: 120) ku hîkmetê qissetkirina exbarê Resûlên pêşîn ji bo ku qelbê Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem bitebite, ji zelzele û iztirabê xelas bibe. Ê şubhe tune ku em bêtir muhtac in ku qelbê me bitebite bi qissetkirina exbarê Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem bi beyana şemail û mu’cîzatên Wî.

8- Îhtîfala bi mewlida Şerîf şuğulki ye ‘aliman û muslumanan wî qenc dêrane di hemî beledan de û ‘emel pê hatiyekirin di hemî memleketan de. Wê demê dibe metlûbê şer’î bi mûcibê hedîsa Îbnû Mes’ûd ku Îmam Ehmed rîwayet kiriye. Tercuma wê ev e: “Tiştê ku musluman wî qenc bidêrin ew li nig Xudê Te’ala qenc e û tiştê ku Musluman wî qebîh bibînin ew li nig Xudê Te’ala qebîh e”.

Eger tu bêjî: “Îhtîfala bi mewlidê bîd’e ye. Lewra di ‘esra ewil de tunebû. Û di hedîsê de sabit e ku temamê bîd’etan delat in”. Emê bêjin: “Her çendî bi î’tîbar heyeta îctîma’iye bîd’e ye lê bi î’tîbar efradên xwe ne bîd’e ye. Yanî vî hawê ku millet dicivew hinik Quran dixwînin û ‘elametê ku wexta wîladeta Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem xuya bûbûn beyan dikin û medhê Wî dikin û selewatan didin û behsa şemail û mu’cîzatên Wî dikin û exlaq û adabên Wî didine zanîn û şerbet û şîranî û xwarinê dixun, vana tev bi hev re ku tene kirin dibe heyeta îctîma’iye. Ev bîd’e ye lê her yek tenê ji vana di heddê zatê xwe de ferd e, temamê wan efrad in. Her yek ji wan metlûbê şer’î ye, mendûbew meşrû’e. Tiştê ku ji meşrû’ê bête terkîbkirin ew jî meşrû’ tê hesab, gerçi di ‘esra Resûl de tunebe jî. Lewra daxil e dibin delîl û qa’îdeyên şer’îye de. Lewra çi tiştê qencê ku dikeve bin delîlên şer’îye û bi deranîna wî muxalefeta şerî’etê neyê qesdkirin û tişkî munker tê de tune, ew ji dînê Îslamê ye; bi mîcibê hedîsa Resûlê Xuda sellallahû ‘eleyhî we sellem ku navê bîd’eta hîdayetê daniye “sünnet”. Gotiye:    من سن فى الاسلام سنة حسنة فعمل بها بعده كتب له مثل اجر من عمل بها Yanî kesê ku di Îslamê de rêkî qenc derîne û piştî wî ‘emel pê bêtekirin, jê re tê nivîsandin bi qasî sewaba kesê ku pê ‘emel dike.” Wê demê eger em teslîm bibin ku ev heyeta îctîma’îyye bid’e ye emê bêjin: Bîd’ekî hesene ye.

Îmamê Şafi’î (R.A) gotiye: “Tiştê muhdese, yanî nû derketî ku berê tunebûn du qism in; yek ew e ku muxalifê ayetê ye, we ya Sunnetê ye, we ya Îcma’ê ye, we ya eserê sehabiya ye. Ev bîd’eta dalalet e. A duduwa tişkî ji xêrê ye, ne muxalif e ji yekî ji vana re, ev qenc e.” Îmam Newewî jî wusa meşiyaye.

Îmam Suyûtî di “El-Hawî Lîl-Fetawa” de gotiye: “Emelê mewlidê ji bîd’eyên hesene ye, xweyê wê pê sewabkar dibe, ji ber ku tê de heye te’zîma qedrê Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem û nîşandana ferehêw li hev mizgîndana bi wîladeta Wi ya muşerref”.

Seyyîd Mûhemmed di rîsala xwe de gotiye: “Ji mewlidê re hawakî xusûsî tune. Belkî çi tiştê ku bibe sebebê xêr û însanan bicivîne li ser hîdayetê û rê bi ber wan xe bal menfe’eta dînê wan û dunya wan meqseda ji mewlidê hasil dibe…”

Kesê Ku Ewil ‘Emelê Mewlidê Deraniye

Îmam Suyûtî di “El-Hawî Lîl-Fetawa” de gotiye: “Ê ku ewil vî şuğlî deraniye Melik Muzeffer Paşayê Erbîlê ye. Ku yek ji mulûkên xwey şeref û mezinên qencbû. Asarê wi yên qenc û delal hebûn.” Îbnû Kesîr gotiye: “Melik Muzeffer hukumdar kî mêrxas û bi’eql û ‘alim û xwey ‘edaletbû. Xudê rehma Xwe leke.”

Pîr Mûhemmed Dede di “El-Wesaîlul-‘Uzma” de gotiye: “Melik Muzefferê Turkmanî xweyê Erbîlê meha wîladeta Pêğember sellallahû ‘eleyhî we sellem bi temamî digerande ‘îd. Şev û rojên wê mehê digerande ziyafet ji bo ‘ewam û xewasa û sadatan. Ji etrafan û aliyan û ‘aliman û eşrafan qesda wî dikirin, di wê mehê de diçûne bale.”

Îmam Suyûtî di ‘eynî sehîfê de ji “Mîratuzzeman” neqil kiriye ku yeki ji wan kesên ku hazirî yek ji mewlidên Melik Muzeffer bûye, jimartiye ku li ser sifrebêza wî pênc hezar serê pez û deh hezar mirîşk û sed hezar teyfikên xwarinê û sî hezar tepsî yên helawê hebûne. Paşê gotiye ku, her salê sê sed hezar dînar li mewlidê serf dikir. Misafirxana wî hebû ji mêvanên ğerîb re, salê sed hezar dînar lê serf dikir..”

Îbnû Xellikan û Îbnû Kesîr gotine ku Şeyx Ebulxettab Îbnû Dihye ‘alimkî mezin î meşhûrbû. Weqta ku di Erbîlê de derbasbû dît ku Melik Muzeffer qedrê mewlidê digre, jê re kitaba “Ettenwîr Fi Mewlîdîl-Beşîrîn-Nezîr” telîf  kir û li cemê xwend. Melik wî perwe kir bi hezar dînarî.”

Welhsil tu kesî ji ‘alimên zemanê Melik Muzeffer vî ‘emelê wî bîzî nekiriye. Belkî teva bi qencî qebûl kirine.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Ji Bo Kurdan Xwendina ‘Ilm û ‘Îrfan
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.