Bi Rastî Qet Ez Nebûme Fedayê Dildara Xwe

Article

 

Rûreş û şermezar im, nikarim binêrim li rû yê te.

Li kê dinêrim tu xuya dibî li ber çavê min

Di ‘eyne ya de timî daîm te dibînim, di secdeya de te…

Beser/dîtin; sîfeta Îlahî çêtir bi te ruh di de, jîn dibe û mezin dibe.

Argûmanên semawî baştirîn te bi me daye naskirin.

Çaxê di wan şevên reş û tarî, te li asîmana dinêrî.

Rêçika û stêrkên asîmanan bi zelalî didît.

Aha ev stêrka geş, weka lembeyê.

Gelo Rebbê min ev e?

Paşê ew heyva çardehê wekî lem’a yê dibiriqî derdiket.

Na, na! Ev rêçeka, ev stêrkên vemirî, nabin Rebbê min.

Hem heyv geştir e û mezintir e û ronîtir e.

Hem tarî û hem ronî. Perçekî tarî û perçekî jî ronî.

 

Şeva ku te bi tefekkurê derbas dikir; paş taribûnê,

Bi ruyê beşişî weke Xizir roj derdiket, ronî dida,

zor li tarîtîyê dibir û şefeqa umîdê dida der.

“Belê! Rebbê min ev e! Hem roj geştir e û çêtir ronî dide.

Germ dikir û ronî dikir ew qelbên reş; ê di tarîtiyê de mabûn.

Bes Rebbê min divê hem ronî bike û hem jî germ bike.

Înkara sar û kufra reş û tarî lazim e bihelîne û ronî bike.

Ema na! Paş jiyanê mirin tê. Aha ev roj jî çû ava.

Rebbê min divê wunda nebe.

 

Ê her tim bi dilovanî min hembêz û çavdêrî neke,

Ê bi baskên merhemetê min dorpêç neke,

Ê wekî dildarê min berdil neke,

Ê ruhê min ê sar germ neke,

Ê mejiyê min ê telp û zengar ronî û paqij neke…

Evên wunda dibin, nabine Rebbê min.

Rebbê min divê hem germ bike, hem ronî bike û hem jî wunda nebe.

Hem divê wisa xef be û hem jî aşîkare li berçava be. ‘Eynî weke ‘eşqê…

Te fehm kir! Lêkolîn kir! Tu gehiştî kûrahiya hikmet û me’rîfetê.

Belê ya Îbrahîm! Me te û Rebbê te baş fehm nekir.

Ya me fehm kirî jî me ne dikarî em bêjin?

Yanî inkara xwe me bi bêdengiyeke pûç û vala xef dikir.

Tu ezîz bû, tu pîroz bû, lê tu nehatî fêhmê.

 

Tu Mecnûnê Leyla xwe bû, tu wisa bi tîndarî weke perengê agir dişewitî jiboy dildara xwe. Agirê jibo te hatî pêxistin, sar dima li hember agirê ‘eşqa te.

Belê; me nedizanî, nedidît, seh nedikir û fehm nedikir.

Lewra em kor bûn, kerr bûn, ji fehmê bê par mabûn.

Yan jî me ne dixwest em te fêhm bikin.

Lewra çaxê em te fêhm bikin,  wê sernixûn bibin ew pût û îlahên derewîn.

Ew ilahên nizm û zelîl, wê bêrumet bimînin.

Tu ‘ezîzî, tu pîrozî! Pîrozbahî jiboy te ye.

Bereketpar dibûn cihê ku pîyê te lê dimeşiya.

Çolebirên hişk û ziha, gelî û deştên bêav, bi berketa te Zemzem jê diherikîn.

Bi hurmeta wechê Te û Alê te (Alê Îbrahîm) herdû dunya pê ronî dibûn.

Tu dildar û Xelilê Mewla xwe bûyî.

 

Lewra her tevgera Te û Alê te, her hereket û her tewr û fikrên we,

ji wê rojê heta roja me û heta roja paşîn jiboy peyrewên te bûye ‘îbadet.

Tu hem şoreşger û hem jî dilevîn bû jiboy civakê.

Ruhê te yê pak; hezim nedikir ku insan,

Jiboy kevir û darên bêcan û bêkêr û bê feyde, bibin kole û bende.

Bivirek lazimbû ji te re.

Bivirekî wisa ku bi her lêxistina te,

Timî hucreyan bîne lerzê û bifikirîne û biguherîne.

Hetanî dinya bigere neyê jibîrkirin ew lêxistin.

Bivirekî wisa ku rebenên ji fikr û ramanê bêpar heta heyat berdewam e,

Jibîr neke.

Astengên diketin navbera te û dildar a te, bi wî bivirî te diherişand.

Tu ketî kurahîya dilê civakê.

Tu bavekî dilovanbû, kulîlkên rehmetê vedibûn di qelbê te de.

 

Belê wisa tu mecnûnê Leyla xwe bû!

Ê ku bi tinehiya wî, bi salan te di huzn û xemê de dihişt

Û heyîna wî bi cîhanê te ne diguhert, can û cigera te Îsma’îl:

Bê teredud di rêya dildara xwe de nezir dikir

û dilsozî û sedaqeta xwe te bi me dida nîşandan.

Te bi wî bivirê xwe, putê mezintirîn diherişand,

Xodbînî û ego ya dibû bend û perde di navbera te û Rebbê te de;

Çaxê bi bivirê xwe li şahdemarê wê dixist

Û înqilaba hundurê xwe pêktanî,

Min jî xodperestî dikir û mezin dikir EZ a xwe.

Bi sîfetên baştirîn dida nişandan.

Min her roj pênc wext di nimêja xwe de te û Al-ê te bibîr tanî,

Belê wicûda xwe ya bê qîmet jî, min ne dikir feda.

Bi rastî qet ez nebûme fedayê dildara xwe!                         

Di debarê nivîskar de

Têhev

21

Gotar

Ê Berê DI DÎROKÊ DE RÊÇ Û ŞOPA KURDAN
Ê Li Pey KÛVÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.