Mele Huseynê Bateî û Mewlûda Kurdî

Article

Mele Huseynê Batê (teqrîben 1670-1750);  dayîgbuna wî bi rastî tam nayê zanîn lê belê şair; di Hemayîl a xwe de behsa Mîrê Cilemêrgê İbrahîm Begê, înayetu hîmaya wî deke. Îbrahîm Beg jî 1695-1745  jîyaye. 1701 de buye Mîrê Cilemêrgê o Medreseya Meydanê bîna kirîye. Mela jî di wê medresê de muderrîsî kirîye. Bo evana jî mumkîn e ku Mela, di navbeara sala 1670 u 1750 an da jîyaye.

Edebîyata Dîwanê a Klasîk a Kurdan de wekî Mela Ehmedî Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî tê zanîn û tê heskîrîn. Navê melatîyê zêdetîr; alîm, abîd, şaîr û zanayê herêm û taybetî jî yên Kurdîstanê ye. Navê wî yê eslî, Mela Huseynê Ertûşî ye. Şî’rên xwe de -bi nîspet a gundê xwe- leqeba (Melayê) Batê/Bateî bijartîye o ekser jî bî wî navî tê zanîn. 

Ew bîxwe; Mela Huseynê Bateî, Mela Huseynê Ertoşî, Mela, Melay Batê, Şeyxê Batê, Bateî tê zanîn. Herêmê de, dîroka çand u edebîyata Kurd u Kurdîstanê de Mela Huseynê Bateî navê wî yê meşhur e. 

Dayîgbûna Bateî; lî Cîlemêrgê gundê Batê ye, li wir jî wefat kîrîye. 

Mirin a dilsûz: Mela, destbirakê mîrê Miksê Mîr Hesen Welî ye. Gelek hîmmet û hîmaya mîr jî dîtîye. Di encama umrê xwe de bo wefa û helalî xwestinê diçe Miksê mala Mîr. Dû dîtinê, -çille yê zivîstanê Çirîya Paşin de- dizvire mal a xwe. Gamêşqiran e; pûk û baran, basû lê di qewime. Şop, rê û dirb wenda bibe. Mela, di wê felakete de dîsa jî dighîje nêzî gundê xwe lê belê bahozê; Zozana Berçelan rê nade. Bo umida xelasîyê, Mela dikeve şikeftekî. Teyrê ecel e; -belkî bi tî û birçîbun û tiklerizîya can û tâgirtinê- Mela di wê şkeftê de ji jîyanê diqetîne. Rehma Rehman lê bibar e.

Gundîyê wî meyîtê wî dîbînîn. Bêrîka wî de ev şî’rê dilêş dîtin e: 

Jî çîrya paşîyê pê da 

Melayê Bateyê kanê 

Sefer kêşa bî Miksê da 

Lî ser weqtê zivistanê   
          ……………………………..

Perîşan in lî hingorê 

Jî Comerza gola jorê 

Mecalêd Berçela borî 

Zerî nayêne seyranê

    Îlm û Edebyat

Cenabê wî, xwedî yê îlm û îrfan a kûr e. Cîyê perwerdehî ya Mela, medreseyên Kurdîstanê ne. Perwerdehî ya xwe yên ewîl li Cilemêrgê, ba birayê xwe Mela Ehmed dest pêkîrîye. Piştre li Mûsil, Duhok, Hewlêr, Miksê jî dom kirîye û jî alimên meşhuran îcazet sitendîye. 

Dema ku Medrese ya Mîr Hesen Welî de îlim tehsîl kîrîye, di gel Mîrê Miksê, pişre di gel emîr ên der-dor munasebetên germ û îstîşare yên kûr ava kîrîye. Li Cilemêrgê Medrese ya Meydanê de müderrîsî jî kîrîye.

Jîyana Mela ya edebî; ji xeyrî medenîyeta İslamîyetê tiştek nîne. Edebîyata Seydayê Batê; tiştê ku di bin tesîra medenîyeta İslamîyetê înkîşaf kirîye o temamê gelên Muslîman jî înşa, îmar û mamûr kirîye ev e. Ev medeniyet jî ji medenîyeta Şerqa Dûr û Xerbê cuda ye. Ji wehya Qur’anê, sîyer ên nebîyan (sav)  û ji dîroka İslamê ye.

Ev edebîyata, di nava ummeta Îslamê de “Edebîyata Dîwanê” an jî aKlasîk” tê zanîn. Ev edebîyata, bi qaîde û şertên taybetî înşa bûye. Bo vê yeka jî, li gor edebîyata xelkê (edebîyata gel); müstesna, qurre û qodaman tê zanîn; her çi mustesna yên xwe hebin jî gelemperî ji tebeqe ya jorîn yê ku murekebdalês in, ehlê qelemê ne ji wan re xîtab kîrîye. Heqîqet ev e ku; Bateî, ev qeyd û bendên taybetî qetandîye, derbasî halîyê gel û ewam jî bûye. 

Deng u awaza wî; bo gelemperî ye, teblîx e, Îşqa Xweda û Resulê wî, işqa îmanê ye. Mînak ev e:

“Hemdê bê hed bo Xwedayê Alemîn…” behsa tewhîdê ye.

“Merheba hatî Şivanê Ummetê…” mizgîndayîna temamên peyxemberan e.

“herçî bînit hindê tiştê xwerinê..” bo îhsan û îkramê bangkirina gelan e, keremkirina xwarin û vexwerinê ye. Yanê Mela, -himmet hazir be- ji temamê însanan re enwayçeşît mizgînî bi zimanê xwe şandîye.

Şeyxê Batê; li gor edebîyata dewra xwe, wezna arûzê bikaranî ye. Ev jî gor wan deman tiştek ecêb nîne, muhal e. Me’lûm e, Arûz ji çand û edebîyata Ereban derdikeve, paşê derbasî Ecem (Farsî)’an û Kurdan dibe. Ji Kurdan jî derbasî Tirkan dibe. Ewwil arûza ‘Eceman teşkîl dibe. Dû wî re li gor çand edebîyata Kurdan aruza Kurdan çêdibe. Edebîyata Dîwanê û vezna arûzê, her çi ji mehsûla wêje a Ereban bibe jî, her gel evana li gor ziman û wêje a xwe tebdîl û tezyîn dîke. Bo wê yeka jî wêje a Kurd û Tirkan -bi şiklî(teşe)- gelek nêzî hev e.

Gotinên mesnewî û na’tan jî ji hev dûr nîne. Tevhewên şairên Muslîmanan di van şî’ran de yek mesele, yek terz û şikl bi karanîn e. Behsa evana, me li jêr muxteser gotî ye. 

Suleyman Çelebî,  ji bo çûyîna ‘Îsa Mesîh yên asîmanan wiha gotîye: 

“Ölmeyîp Îsâ göğe bulduğu yol ê Ümmetînden olmak îçîn îdî ol” (Nemirina İsa û rê dîtina asîman ê ji bo ku bibe Ummeta Muhemmed bê guman)

Ka'b bîn Zuheyr, Qesîde ya Burde de: "Muhakkak ku Resûlê Xwedê; digihîjîne Haqq û hîdayetê; bi ev şûrê wî ye ji Nûra Xwedê!"

wêjea gel û a dîwanê; di muhteva de tam nebe jî di nifşên wan zêde li hev û dî çûye. Mîmarê tesewwufê Baba Tahirê Uryan (Baba Tahirê Tazî) (M.Teqrîbî 950- 1010); nevbera Ecem, Kurd û Tirkan de pire ki girîng û qewî ye. 

“Eger destem bighê çerxa felekê

Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê

Te bi yekî daye sed nîmet

Bi yê din jî înanê cehd evê xwînê” (Baba Tahîr)

 

Gotin a Baba Tahir a jorîn; lehçe ya Lorî ye. Tesîra wî li pir kesan bûye. Pişt wî re bi zimanê Ehmed Yesevî, Hecî Bayrem, Hecî Bektaş, Yunis Emre, Emer Heyyam (wefat-1123), Celaleddînê Romî (wefat-1273) rêza wî de çûne. 

Suhreverdîyê Şehrêzorî, Molla Sadra, Şeyx Xalidê Şehrezorî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî jî ev mêras e. Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî jî ji wê felsefe û ‘eşq û tesewwufê nesîbdar bûne. Bi lehçeya Kurmancî gotin û nîvîsandin a Melayê Bateî ji tesawwuf û edebîyat a Tahirê ‘Uryan nesîbdar e. Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateî; di jîyan û bînakirina tesewwufê de nebe jî; di hola wêje ê de, taybetî jî hola şî’ran de ji Baba Tahir bilindtir in. 

Îro Dîwana Melayê Cizîrî, a Şeyxê Xanî, taybetî jî Mewlûda Bateî, wergêrê pir zimanên cîhanê bûne, li temamên Kurd û Kurdistanê jî tê xwendin û tê zanîn. Qesîde ên wî li Kurdistanê belav bûne, bi qîmet in. 

Melayê Batê; temamê şîrên wî bi wezna arûzê hatîye gotin. Nezmên xwe de beyt û parzemîn (çarok) bikaranîye. 

Zimanê Mela; hesan e, her kes, xisûsen jî ewam jê fam dike. Rîsteyê Dîvanê, her çi ji zimanê Erebî û Farisî dur nebe, dîsa jî bi zimanê hesan e. Mela; taybetî bo edebebîyata Kurdan, beyna Şeyxê Xanî, Melayê Cizîrî û Baba Tahîr de bo wê dewrê û ji bo me pirek gelek grîng e. Gelê Kurd û Kurdistan, bi beyt û qesîdeyên Mela, bî Mewlûda Nebî û bi Zembîlfiroş bi qeyd û bendên qewî kûr digihîje hev û dîn.

Berhem ên Mela:

Lîteratorê de behsa hinek nîvîs, nisxe yên Mela dibin. Gelek zimanan de wergerê berhemên Mela hen in. Şuxulên wî yên edebî û nezmê wî, li çar parçê Kurdistanê tê zanîn û têne xwendinê.  Ew, xwedî yê se berheman e. 

 Gor lêkolînêran, hinek berhem, beyt û mufredên Mela hen in lê belê haya me û lîteratorê bi sê berhemên wî hen e. Melayê Batê û Mela Mensurê Girgaşî bi hev re bi şî’ran berhevdan (atişme) jî kirine. Ev jî edebîyata Kurdan de, hola berhevdanê de nimûne ên yekem in, yên pêşîn in.  

Çap û weşadina berhemên Bateî û temamên ‘alim, zana û şa’îrên me hetta “diroka Kurd û Kurdistanê;” ewil li bajar û kolanên ehle Xaç û Seneman bûne.  Ev hal; bo Ummetê jî bo me Kurdan jî eyb û şermek mezin e belkî suc e jî. 

Ev Fermana Xweda yê Teala, ji bo temamên ehlê iman û însafê, iqaz û emr e! “Xweda; ji kesên ku xwedyî kitêb in ji wan ehd û Peyman stand bo ku; ‘Ji insanan re Wê (Heqîqetên Wehyê) izah bikin; Heqîqetan veşartî mekin!’ Lê belê wan, ayetên Xweda paşguh kirin û bi bihayek kêm guherandin. (Weyl li wan be) Tiştê ku dêlvê wî de standin e çi tiştek bê qîmet e!“(Alê İmran 187) 

“Kesê ku pîvandinê de kêmasî û hile dikin weyl li serê wan!...” Îro şunda, gerek em nebin gumanbar û mixatebê wî suretê Muteffîfîn. Ji milletan kesê ku derin “delaletê, asê dibin û nezan dimînin” suala wan qey ji zana û aqilmendê wan nabin?  Qasidê Xweda gotî ye: “Kesê nezan ra yek carî, yên zana ra heft caran wêl be!” Em berhemên Mela nasbikin:

1-Dîwana Mela: bi aruzê, ji xezel û qesîdeyên Mela muteşekkîl e. Mewlûda Nebî jî ji wan şî’ran e. A. Jaba, ev berhema derxistîye holê. Hinek metnên wî kêm, nusxea wî kewnar û bê qewlîk e.

2-Zembîlfiroş: Wekî Leylî û Mecnûn, hikayetek işqa evîna beşerî û Îlahî tevlêhev. Zembîlfiroş, wêje a Kurdan de bi zimanê pir şairan hatîye gotin. Feqîyê Teyran û Mela ê Batê ji wan ne. 

3-Hemayîl: Berhemek wî yê destnîvîsî ye. Wê kitêba xwe de behsa hîmmet û hîmaya Îbrahîm Beg dike. Wiha dibêje: “Min, ev Hemayîl, …bi îzna Mîrê Mîran İbrahîm Xan Beg de qedand.”

4-Mewlûda Nebî: 

Edebîyata Kurdan a Klasîk (Dîwan) de mesnewîyek herî mezin û girîng e. Medrese yên Kurdistanê de di dû Quran û Hedîsên Şerîf, kitêbak bête xwendin Mewlûd a Nebî a Şeyx Bateî ye. 1905 li Qahireê hatîye çapkirin. Mewlûd a ku me bikarani ye 44 sahîfe, 557 beyt e. Bo Mewludê xeyrî evana nisxeyên din jî he nin.

Mewlûdê de temamê mezmun û mefhûmê wêje a Ereb, Eceman û yên Tirkan mewcûd in. Yanê ev, bixwe behsa medenîyeta muşterek a İslamî dike. Ji Peyxember (as) heta dewra Mela, çand û edebîyat a Îslamî, taybetî jî a Kurdîstanê her çi ava bûye temamê wan tiştên dîrokî û çandî di mewlûdê de mewcûd in.  Mefhûmên mucerred, nifşên mezmûnan, belaxet û luğet a her çar ziman ên herêmê (Erebî, Farsî, Kurdî û Tirkî) di mewlûda Bateî de mevcud in. 

Hunerên edebîyata klasik, temamî di beytên nât a Mela de bi hostatîyek mezin hatine neqşandin. Ji bo ku bahsa Quran, hedîs û dîroka Îslamî zêde hatîye ziman; xisûsen hunera “telmîh, teşbîh, tenasub;” zêde hatîye çêkirin. Pişt re hunerên  “kînaye, teşhîs, îrsalî mesel, îstîxare, husnê ta’lîl, nîda, tekrîr, leff û neşîr,..” bikaranîye.

Cûre ya Mewlûda Nebî (as); mesnewî ye. Mesnewî, ji edebîyata Îranê hatîye Kurdan, ji Kurdan jî derbasî Tirkan bûye. Bo wê jî arûza Tirkan, Ecem û Îranîyan zêdetir li yên Kurdan çûye. Qisûrên arûzê û xamîya nezm a her dû milletan li hev çûye. Zîhaf, îmale û wesl piranî her dû wêjean de heye ku ev jî ji bo arûzê qisûr in. 

Mînak: B’eşq u şewqek hûn bibêjin esselat (Bi eşq..)

Wesfê hisna te bibêjim subh û şâm

 

Mesnevî ya mewlûdê, beşa ne’tê de ye. Ne’tê Şerîf jî tê gotin. Ne’tê de hêjmara beytan mehdûd nîne, bi hezaran dibe. Ev mijara tewlûdê, medh û sena yê pêxemberan; Çaryarên Guzîn û dîroka Îslamî deke. 

Pergal a hevdengê (qafîye); aa bb cc, dd……hvd 

Em kirine Ummet a Xeyr’ul Beşer 

Tabîê wî muqtedaê namûwer

 

Mesnewî yên nât;  bi qalibên aruszê yên nedirêj têne nivîsandin. Mijar; zêdeî dîn, tewhîd û medh û sena a peyxemberan e. Di navbera beytan de yekîtî ya babetê(mewzû) mewcûd e. Nâta Şerîf ya Bateî de; ji serî heta dawî yek mesele heye; behsa îman û Îslamê. Ew jî li ser Tewhîd, Peyxemberê Îslamê û de’wa Îslamê ye.

Kesê ku mewlûdê dixwînin ji wan re mewlûdxan tê gotin. 

Mewlûda Nebî; li ser çend çavîyan bîna bûye.  Em bi kurtasî behsa van fesl û beşan bikin.

1-Tevhîd-munacat: Behsa yekîtîya Xweda; hemd û sena û wesfên Îlahî dibe.

“Hemdê bêhed bo Xwedayê ‘alemîn 

Ew Xwedayê daye me dînê mubîn …

Ya Reb îmanê dîxwazîn em, mudam 

Jêrê Âlaya Muhemmed wesselam … 

Ey Şefî’ê Sahibê alayê Hemdê

Min hene bê-hed guneh nîsyan û emd

 

2-Afirandina dunya û ‘aleman: Qelemê, lefza “Laîlahe Îlallah Muhememd resulellah…” li erşê Xweda dibîne. Fermana İlahî; “Got qelem binvîs ba emrê Îlah…” Qelemê bihîst û got: 

Ez dizanim Laîla îlla tuyî     

Ew Mûhemmed hemberê îsmek buyî” 

 

Navê Mûhemmed (as), li erşê, ber kelîmeê Tewhîd hatî nivîsandin. Lewh û qelem ji bo wî ecêb mane.  

Asîmanê bêstûn, wî kîr bedîd 

Suretê ba xal û xet, wî aferîd…

 

3-Afirandina Nûra Muhemmed şexsê Hz Adem de: 

Ger nebuya ew Muhemmed lewh û erş

Min netîna ne wicudê ta bi ferş…

Gote ewwel Ya Muhemmed esselam

Hem eleyke gotî Rebbê la yenam…

Çun ji Adem Nura Ehmed bû cuda 

Hate pişta Şîs û burhanul huda   

 

4-Veladet: Ji dîyîkbûna Peyxember (sav) e. Bi çi awayî ketîye rehma dîya xwe û heta vîladetê tê bîranîn.

Hem ji Ebdilmuttelîb bû hamîle 

Fatime hem muddete’ş bû kamîle...   

 

Peyxemberan, di hemla dê de Muhemmedê gotine Erebî re “merheba” mizgînî dane: 

Mâhê ewwel hate Adem teyyîba 

Kir selam û gote “Hemlê merheba!” ... 

Mehê tasî’ hate Îsa’j asîman    

Mujde da min “hatî Sultanê Cîhan” ...

 

Behsa ‘urf û ‘edetên ‘Ereban dike: 

Wê dema dê Amîne kodek bibî 

Yek zîyafet lazim e de’wet bibî   

 

Mirina baw û yetîmî ya Peyxember: 

Kan hebîbê min dilê min bû du nîm

Ah û hesret Godekê Min ma yetîm   

 

Wekîlî, sî û starî û cewaba Xwedê: 

Malîku’l Mulkê Mezin da ev cewab 

Çêtirim bo wî ji xeyra da û bab

 

Dema dayîkbûna Muhemmed (as): 

Wê demê min bû Mûhemmed Mustefa

Nurî can û me’dena sidq û sefa   

 

Temamê mexluqatan ji bo Mûhemmed mustefa mizgînê dedin; bo hatina Xeyrul Beşer (sav), “merheba” dibêje: 

Cumle zerratê cîhan da ev nîda

Kirne gazî pêkve gotin merheba

Merheba ey Rehmeten lîl-alemîn

Merheba ente şefî’ul muznîbîn

Merheba hatî Şivanê Ummetê

Merheba hat bo me Nûra Dewletê

 

Fexra Muhemmed (sav), medh û senâ: 

Ew Resûlê Xwedê, qasidê emîn e. Xêr û bereketa, emn û asayîşa zemîn; zelîl bûna kufr û şîrkê; betalbûna dek û dolab û kemîn; teyr û tiyûr, îns û cin û melaîk ji gotina wî re tiştek negotî ye ğeyr ji “âmîn!” 

Waris û sertacê nesla Putşikest Îbrahîm ev e; yetîmê ‘Ebdullah, Sogula Amînê ev e! Gavanê Mekkeê, Şivanê Ummetê ev e. Tilya wî kanîya tî buyan, Şeqq’el Qemer ev e! Keçkujê Kurê Xettab yê ku kir ‘Emeru’l Faruq ev e! Şervanên wî zemanî ev bûn: Yexsîr dikuştin, mülk talan dikirin; yê ku Mekkîyan re got; “îro heyfgirtin tune, mal(xane) û meqamên emn û emnîyetê he ne; bindest gişt gune ne;  êdî gelek mizgîn ên min ji wera hene…” yê ku got ev e! 

Ev e Muhemmed! Li hember koletî yê azadî; zulmê re dadî; gumrah û reş û tarî re hadî; şînî û girînê re şadî; bêkesan re xwedî; hember batil êdî rabû “nebihîstin, negotin û nedîtî!” 

Navê wî; Ehmed, Mûhemmed, Mustafa ye! Durra yetîm, bê biha ye! Xweda; ji bo wî şandîye “îz remeyte, ma remeyte..” Ji wîre hatîye gotin “Lewlake lewlak..” We’l hasilî kelam; 

Bert û bâda her zeman û an û hîn

Ey Mûhemmed, sed hezaran aferîn!!

Mîn hebin sêsed hezar ezmam û dev

Yek demê xafîl nemînîm roj û şev   

Wesfê husna te bîbêjîm subh û şam

Sed qîyamet dê biçin hêj na temam..

 

Mûhemmed (as) ev e: li erde ezîz e, wek av û ax e; li erşê Xweda Mîrac tac e! Ew bo kul u derd îlac e.

5-Mucîze yên Peyxember (sav): 

Dema buyîna Ronîya Çe’van (sav); tiştên jîndar u bê-jîn de mucîze yên girîng çê bûn. 

Pareê ewrek spî ez-asîman

Hate hilgirt û ji min xaîb bû ân…

Min dî xanî bû ji deyran renge renge

Dem ji zumrûdan û yaqutân çeng.. 

Paşê hatin sê nefer lê her yekî

Husn û sûret mîslê qursa rojekî(?)… 

 

Bê hed mucîzat hene lê belê bi kurtasî hatine gotin: 

Naête hedd u hîsabê mu’cîzat 

Muxteser min gotîye ne’t û sifat   

 

Mîrac: 

Behsa Mîracê û şiklê çûyîna wê behs bûye.  Muşrrefbûna zatê Îlahî, tecellîya “Qabê Qewseyn” û hinik emrê Îlahî anîye ziman. 

Menzîla Mîracê; bi îlm û zanîna wê zemanê teknolojîya ‘esrî nayê zanîn. Kuder e, çitor meqam e em nikarin tarif bikin. Sîdretu’l Munteha; menzîla ku ‘eqlê me îdrak nake, îmkanên me nagîhîjî yê ew dera ye. Muheqqeq ev dera; ji menzîl û zemanan wêdatir û ji îdraka beşer der e. Ha, Hezretê Pêxember, bi emrê Îlah, li wî meqamî bûye mêvanê Sultanê Kaînatê. 

Mêrac; delîl û îsbata nubuweta Resûlê Xweda ye; derece ya îxlas û masûmîyeta Peyxember (sav) e. Çûyîna wan menzîlên namutenahî, bi îmkanên maddî, bi teknolojîya îro mumkîn nîne, belkî jî qet mumkîn nabe. Çûyîn û gîhaştina Mîracê “Dadê Xweda ye, bi cehdê nabe!”

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Red, Înkar, Talan û Zîmanê Kurdan
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.