KÛVÎ

Article

Padîşah û wezîr bi tebdîlê qiyafet weke du derwêşan li welêt digerin. Paş çend rojan, berbiêvarî li gundekî destê xwe li deriyê gundiyekê dixin. Ji malê pîrekekî dertê û dibê keremkin, we xêrê hun çi dixwazin. Dibên em derwêşin ji kerema xwe îşev bi mêvanî me bihewîne, sibê înşalla emê bikevine li rîya xwe û herin. Pîrek tenê li male û hemla wê jî girane, hinekî liber xwe dikeve û dibê mêrê min ne li male ka ezê çawa we bi mêvanî hildim mal. Padîşah dibê qîza min ma çi dibe em weka babê te ne û Xwedê çi kiribe qismet tuwê deynî ber me û sibê jî emê herin ser rêya xwe, ka vê şevê emê herin ber deriyê kî? Pîrek pir li ber xwe dikeve, belê bêçare dimîne û dibêje mêvan mêvanê Xwedê ne, de ka keremkin û wana hildide hundir. Paş şîvê cihê razanê nîşanî wan dide û wana tenê dihêle.
Padîşah ji wezirê xwe re dibêje me neheqî li vê pîrekê kir, xwezîka  îşev em nebûna mêvanê vê pîrekê. Me dikarî em herin maleke din. Wezîr jî dibê padîşahim, de ka xem nake, me nanê xwe xwar û emê niha razin, sibê jî emê herin riya xwe, ma çi dibe. 
Wezîr bê xem serê datîne û radize, belê padîşah xew lê diherime û dikeve xema pîrekê. Derengê şevê dibe nale nala pîrekê û dikeve ber hemla xwe. Padîşah jibonî pîrekê zêde diqehire belê tiştek jî jê nayê. Ew jî weke pîrekê dikeve ber sancoyê.
Berê sibehê dengê pîrekê hew tê. Padîşah dibê her hal pîrek mir û ji nişkave radibe diçe li ber deriyê oda pîrekê. Hew dibîne zilamek ji oda pîrekê dertê. Padîşah bi zenda zilamîre digire û dibê vê şevê te xîre û tu çi kesî? Dibêje ez melaîketim, Xwedê kurek da vê pîrekê û ez jî hatim min qedera wî nivîsand. Padîşah dibê te jêre qederek çawa nivîsand? Dibê min jêre qederek pir baş nivîsand. Padîşah dibê jiyan û qedera gundiya tev weka heve, tu dikarî hinekê ji qedera vî lawikî ji min ra bêjî? Melaîket dibê li qedera vi lawikî de qiza padîşah jî heye û melaîket winda dibe.
Padîşah vedigere li ser ciyê xwe belê xew jî şev jî lê diherime û nema êdî bikare razê. Rûdine li ser ciyê xwe û dikeve xem û xeyala. Wezîr jî têra xwe radize û radibe dinêre padîşah li ser ciyê xwe rûniştiye belê pir xemgîne. Wezîr dibê padîşahim xêre ez te pir xemgîn dibînim. Padîşah dibê wezîr, tu bê xem raketî. Ma te çi hay ji min heye û serpêhatiyên ku îşev min diye. Wezîr dibê xêrê ma çi bûye padîşahim. Padîşah wê şevê çi dî be tevê  ji wezîrî re dibêje û dibê xema min eve ka çewa ev lawik dê bibe zavê min. Wezîr dibê padîşahim xem nake, eger destûra te hebe ezê vê qederê betalkim. Padîşah dibê wezîr, qedera ku Xwedê nivîsandî tu nikarî betalkî. Wezîr dibê xem neke padîşahim, bes tu destûra min bide ezê vê qederê betalkim. Padîşah dibê wezîr binêre ger tu vê qederê betal nekî serê te wê here. Wezîr dibê ez qayêlim. Padîşah dibê tu çawa dixwazî wisa bike, destûr ji tere heye. Wezîr hêvî dike padîşah qiza xwe bide lawê wî. Bona vê yekê dixwaze vî sebîyî ji holê rake. 
Pîrek paş hemlê, sebî dişû û dipêçe û datîne ber pêsîra xwe û radizê. Wezîr jî hêdî hêdî derî vedike dinêre pîrek razaye. Ji nişkave sebî hildide û dibe derveyê gund û zinarekî de tavêje xar. Vedigere cem padîşah, dibê padîşahim min ev qeder betal kir. 
Hêdî hêdî roj dertê û pîrek radibe dinêre sebî tuneye, taştê dide ber mêvana û ji xwere dikeve xem û xeyala. Eva xewn nebû, lewra min hemla xwe daniye. Belê kanî sebiyê min. Bê guman ev derwêş ne wek kesên xerabin. Gelo kê sebiyê min bir?
Mêvan paş taştê xatir ji pîreka malê dixwazin û dikevine rêya xwe. Paş hingê zilamê pîrekê jî vedigere mala xwe. Dinêre pîreka wî hemla xwe daniye. Kêfxwêş dibe û ji pîreka xwe re dibê Xwedê çi daye me? Pîrek ji zilamê xwe re dibê Welleh ez dibêm Xwedê kurek da, belê nizanim ev şev çi hate serê min. Her tişt weke xewnekê derbaz bû. Du derwêş bûne mêvan. Şevê bi zor û zehmetiyê min hemla xwe danî. Min sebî şûşt û di pêçekê de li ber pêsîra xwe danî. Sibê jî rabûm sebî tune... Xuda! ev çibû hate serê min? Zilam çaxê ji pîreka xwe vê gotina ha dibihîse, hêrs dibe û dibê ew çi derwêş bûn, çima te hildane malde, ka ew derwêş li kîjan rêyê de çûne û radihêle tîr û kevana xwe û dikeve pey derwêşa. Baş li derûdorê dinêre belê kesekî nabîne. Ji aciziyê naxwaze vegere mal jî. Dertê ser zinar û li ser kevirekî rûdine. Dikeve xeyalên kûr û ji xwere wiha dibêje. Çend sale bi dua me ji Xweda dixwest û Xweda jî ji kerema xwe kurek daye me. Belê ew çi derwêşbûn, ma derwêş dê çi ji wî sebiyê bikin. Derwêş... Mêvan... Sebî... Ev gotinên ha li mejiyê wî de deng vedide. Xuda tu sebrê bide min.
Paş heyamek dirêj bi bazdana kûvîyekê ji xeyalên xwe şiyar dibe. Kûvî di pêşiya wî de baz dide û li keviya zinarî, di nava du keviran de mis dide. Zilam jî dibê ev çi nêçîrek xweşbû, radihêle tîr û kevana xwe û li benda kûviyê disekine, ku çaxê rabe ewjî tîrê bavêjê û nêçîr bike. Belê çaxê kûvî radibe û ji nişkave direve û tîr lê na keve. Zilam jî meraq dike û diçe li wî cihê ku kûvî lê sekinî, dinêre sebiyek di nava pêçekêde û ji devê wî şîr  têye xar. Zilamjî zarokê hildide û tête mal. Çaxê pîrek pêçekê dibîne, nas dike û pir kêfxweş dibe û navê wi Kûvî datînin, lewra şîrê keviyê xwaribû.
Paş heyamek dirêj cardin padîşah û wezîr, bi tebdîlê qiyafet weke derwêşa li welêt digerin. Rojekê berbiêvarê cardin li wê malê dibine mêvan. Belê ev car zilamê malê li male. Û xortekî bedew jî xizmeta mêvanan dike. Padîşah ji Xwedîyê malê dipirse dibê ev lawê teye? Dibê belê lawê mine. Dibê navê wî çiye? Dibê navê wî Kûvî ye. Padîşah dibê çima navê wî kûvî ye ma navekî xweştir we ne dizanî? Xwediyê malê dibê mêvanên hêja, helbet navên xweş hebûn û me dizanî. Belê çîroka vî navî heye. Padîşah dibê ez hêvî dikim tu çîroka vî navî ji min re bêje, lewra min pir mereq kir. Xwedîyê malê dibê de kanî keremkin şîva xwe bixwin, ezê ji we re bêjim. Paş şîvê Padîşah dibê de keremke ji me re çîroka navê Kûvî bêje. Xwediyê malê serpêhatiya xwe ji wan re dibêje. 
Çaxê dimênine tenê, Padîşah ji wezîr re dibêje ka te digot ezê qederê betal bikim. Wezîr dibê Padîşahim destûra min bide ezê cardin betal bikim. Padîşah dibê min destûra te daye, belê tu bi canê xwe dileyîzî. Ka tu wê çawa qederê betal bikî. Wezîr dibê Padîşahim; sibê bêje xwediyê malê ez Padîşahim eva jî wezîrê mine. Û xeberekî muhîm heye lazime em zû bişînin paytextê. Belê hêj sefera me maye ku em herin. Vêca ji kerema xwe misade bide bilanî lawê te Kûvî vê mektûbê bibe paytextê. Û di mektûbê de jî binivîse kesê vê mektûbê tîne bê pirs û bê mehkeme derhal serî jêkin. 
Serê sibê radibin û taşta xwe dixwin. Padîşah ji xwediyê malê re dibjê ez Padîşahim û eva jî wezîrê mine. Xeberekî muhîm heye lazime em bişînin paytextê. Belê sefera me jî hê maye ku em herin. Vêca ji kerema xwe destûra we hebe em dixwezin Kûvî vê mektûbê bibe paytextê. Xwediyê malê çaxê wana nasdike bi rêz û hurmet dibê Padîşahim Kûvî di xizmeta we de ye. Padîşah jî mektûbê dide Kûvî û wiha tembîh dike. Ev mekteb pir mûhîmme. Lazime tu bi destê xwe bidî wezîrê min ê li paytextê.
Kûvî jî mektûbê hildide û berê xwe dide paytextê. Berêvarî digehê paytextê. Belê pir westiya ye. Di bexçeyê serayêde li ser hewzê dest û rûyê xwe dişo û li binê siya darê bîna xwe dide, belê pir xewa wî tê û li ber siya darê bê hemdê xwe radizê. Qîza padîşah jî li bexçe digere, çaxê tê li ser hewzê, dinêre xortekî bedew li binê darê razaye. Qîzik vî lawikî çaxê dibîne hezkirina wî dikeve dila. Qîzik dinêre li cêba lawikî de jî mektebek heye û hêdî wê mektûbê ji cêba lawik derdixe û dixwine. Çax dinêre fermana lawikî têde nivîsîye mora padîşah jî li ser mektûbê ye; dilê qîzike dişewite. Ji xwere dibê ev xortê bedew çi sûcê wî hebe jî lazime neyê kuştin. Hema cîda mektûbekî din dinivîse û wiha dibêje. Ev xortê ha çaxê hate paytextê qîza min lê nikah bikin û bi lez daweta wan bikin. Û mora padîşah jî li ser mektûbê dixe û cardin têxe cêba Kûvî.
Kûvî çaxê ji xew radibe, dibê le'net li şeytanî ev çi xew bû kete çavê min? Ma wextê xewê bû, zû bi zû çavê xwe dişo û berê xwe dide serayê. Mihafizên serayê dibên tu çi kesî te xîre? Kûvî dibê mektuba padişah li ba mine lazime ez bidim wezîr. Wî hildidin serayê û bi destê xwe mektûbê dide wezîr. Çaxê wezîr mektûbê dixwîne, heyirî dimîne. Ji xwe re dibêje ma çi eceleya zewaca wan heye. Belê emrê padîşah lazim were cî. Xeberê dişîne ji mala padîşah û qîza padîşah re. Ew jî qebûl dikin û daweta wan dikin. 
Çend roj paşda Padîşah û wezîrê din jî vedigerine paytextê. Di pêşwaziya wan de Kûvî jî heye. Çaxê wezîr Kûvî dibîne, rengê rûyê wî zer dibe û zane wê serê wî here. Belê padîşah kêf xweşe. Lewra ew wezîrê digo ezê qedera Xweda betalkim, rûreşiya wî derdikeve pêş û rezîl dibe...

Di debarê nivîskar de

Têhev

21

Gotar

Ê Berê Bi Rastî Qet Ez Nebûme Fedayê Dildara Xwe
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir