BIHARA MIZGÎNA MÛHEMMEDÎ

Article

 

Xwedayê mezin hes bike ji îro pê de bihare. Bihar, dem û demsala xemilandina deşt û çiyane. Wexta xemilandina dar û devîya ye. Wexta xemilandina werz û bîstana ye. Xemilandina bi hezaran celebên gul û kulilkên rengîn e.

Bê gûman demsala biharê ji hemî nifşê mexlûqan re şahî û xweşî ye. Lewra ewilî tebi’et di piştî seqem, cemed û mirinê de bi hatina biharê bi can dibe.  Ax xezinên xwe yên veşartî ji bo mexlûqên Xweda bi carkê dertîne holê. Temamê ajalan bi hesret li benda vê demsalê ne.  Ji ber eşq û evîna biharê bilbil û şalûr bi dengê xweyî  herî şêrin qesîde û kilamên evînê dixwînin. An jî ji nû de kilaman dihûnin. Çimkî biharê derdor weke bûka bi kulîlk û sosinan neqişandiye û bi gul û reyhanan jî.

Bêhnmisk kiriye. Di vê hengama evinê de gelo kîja aşiq dikare lehîya di dil de bersed bike. Na wellahî tu aşiq nikare vê lehiya di besta dilê evînî de berbend bike. Jixwe beytên evînî ji dilê evîndaran bê destûr û daxwaza aşiq li ser ziman, ji devê însan diherikin û  dirêjin. Aha bihar bi vî rengê xweyî xweşik, lê demborî temamê zîrûhan tîne coş û xurûşê.

Ka gelo ku bihar bihara rastî û heqîqî be û aşiq jî aşiqê heqîqetê be, gelo ewê  evîneke bi çi rengî û awazeke bi çi miqamî derê hola evînê, navenda eşqê? Bê gûman ewê dinya kevnare û pîr bibe weke bûka çarde salî, dînhezarî. Ka em çendekê bi hevre bifikirin: Gelî hogir û hevalno!

Di piştî vê tarîtî û hovitîya sê royê dinyê dîsa ji nûv de Hz. Muhemmed (s.x.l) teşrîfî ser rûyê zemînê bike. Hêvî ji bêçare û bendeyan re, weke roja havînê temamê şiklên tarîtîyan bi nûr ronî bike, perdên reş û qalin ku li ser rûwe îbadan raxistine bên qetandin, sûrên zilmê ku di navbera jaran û ‘edla îlahî de ava bûne bên xerakirin, ma ne bihara rastî û heqîqî ye? Ma ji bo jar û bindestan ew roj ne mihrîcan û newroz e? Ma vê rojê ji nava ketî û birçîyan bi sedan Mela Camî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Huseynê can ewê dernekevin? Belê belê ewê bi hezaran aşiq bi awaz û na’atên Mûhemmedî afaqan tijî bikin. Mizgînê bidin ketî û mehrûman, va dîsa bihar tê, bihara Muhemmedî, bihara rast a heqîqî.

Qet nebêjin ma ev tu xiyalan dibînî, ka bihar, ka xwedyê ketiyan xelasker Muhemmed? Belê belê ma bihara sirûştî ne mizgîna wîladeta pêxember e? Ma vebûn û bîhndana gul û kulilkan, ne mizgîna mewlidê ye? Ma kêf û şahiya cumle mexlûqan hew ji bo gihakê şîn e, an jibo bîhn û pelkê kulilkên kurtewextî ne? Na na, ev kêf û şahiya mezin ku li tevê alemê peyda dibe û mîhrîcanê ji dilê ketî û mezlûma re tîne, encex ji bo mizgîna Muhemmedî dertê holê.

Xwedayê mezin jî tu carî rê nedaye tesadufê.  Madem pelên darên hişk û ziwa bê îrada wî nakevin, nexwe ev xweşiya ku bi biharê tê jî encex layiqî mizgîna xwediyê kainatê Mûhemmedê Muxtar e. Xweda me teva bike leşkerê  wî û birayên wî yên axir zeman.

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê BI NAVÊ XWEDA
Ê Li Pey SALÊN FETRETÊ YÊN KURDISTANÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.