Jûdocî Muhemmed ‘Elî Rasvan

Article

 

 Silav û rêz gelî birayên e’zîz û bi qîmet!

Di dîrokê de û di demên anha de gelek çîrok û jîyanên balkêş û xweşik hene ku,dibin mînak ji bonî meriv.Yek ji wan çîrokan jî ya Jûdocî Muhemmed ‘Elî Rasvan e.

Fermo… Em bi hev re çîroka bixweynin:

Jûdocî Muhemmed Elî Rasvan di pêşbaziya xwe ya jûdoyê de tiştek wisa kir ku li çar aliyê cîhanê bi hezaran Japonî li Islamê gerîyan û  bêyî ku kesek ji wan re dîn teblîx bike bûn Misilman. 

Tiştê ku Jûdocî Muhemmed kir û bû sedem bi hezaran kes bibin Misliman çibû û tiştekî çawa bû. De werin guh bidin vê qissetê:

Pêşbirk dest pê dike. Li alîyekî Jûdocî Muhemmed û li alîyê din jî Japonî Yamashita

Pêşbaziya fînalê ya Olîmpiyad û Judoya 1984an.  Judovanê Misrî Muhemmed Ali Rasvan û reqîbê wî yê Japon Yasuhiro Yamashita li ser xalîçeyê ne.

 Di dema pêşbaziyê de, masûlkeyên rastê yê Yamashita parçe bûn û ew di fînala dawî de birîndar bû.

 Yamashita li ser lingê xwe yê çepê dimeşe û lingê xwe yê rastê li dû xwe dikişîne ...

 Di dema maçê de, rahênerê Muhemmed Elî bi berdewamî ji alîkî ve gazî dike:

-Li ser lingê wî yê rastê bilîze!"  Li lingê wî yê rastê bixe! "

Bi rastî, her kesê ku maç temaşe kir, dît ku e wê bes be ku Muhemmed carekê li lingê rastê yê dijberê xwe bixe.  Lê wî lê nexist.  Muhemmed Alî wenda kir û qîma xwe bi madalyayeke zîvî hanî.

Piştî maçê rojnamevanên dora wî girtin û çend pirsan jê kirin:

                 - Çima? ... Te çima wîya nekir?

 Bersiva wî ev bû:

-Ola min lêdana kesê birîndar, nexasim cîyê birîndar qedexe dike.  Ger min di wê rewşê de lê bixistana,dibe ku ew seqet bibûya. Min nikaribû  ji bo madalyê a wiha pê bikim."

Helwesta Muhemmed ji hêla temaşevanan ve hate ecibandin û Komîteya Fairplay ya Navneteweyî 1984 Xelata Fairplay da Muhammed.  Piştra, ku ew çû Japonya,wan ew mîna padîşahekî pêşwazî kir.

 Wê salê, bi hezaran kes ji helwesta wî tesîrdar bûn û hate tomarkirin ku wan Îslam xwendiye û bûne Misilman! Muhemmed ji kesekî re negotibû bibe misilman,lê belê wî tenê xwe wekî misilmanekî dida nîşandan û ev exlaqa xweş a ku dînê wî dabûyê bes bû ji bo nîşandahîna xweşikbûna ola wî .Yek ji wan Japonîyên jin a ku navê wê Riko Xanim bû,  bû misilman û bû evîndarê Judo Muhemmed û ew zewicîn.  Li gorî hin çavkaniyan, ew niha li Îskenderîyê dijîn.

Ji Resulê Xweda(s.x.l)tê pirsîn:

-Ji kî re tê gotin misilman?

Bersiva Pêxember (s.x.l.) ya pirsê pir kurt e:

 -Ji wî kesê ku xwediyê exlaqekî baş re tê gotin.

 Pişt re dîsa hat pirsîn:

-Xwedîyê exlaqê xweş tê çi wateyê?

 Bersiva wî ya pirsê:

-Ew kesê/a ku zirarê nade kesî û tenê ji hemî kirinên xwe fêde dide însanan.

Ustad Se`îd ê Kurdî jî (r.x.l), ji me re wiha nesîhet dike:

- Heger em exlaqê Îslamiyetê û rastîyên bawerîya xwe bi temamî di tevgerê xwe de bidin nîşandayîn,pêgirtîyên olê din wê helbet bi kom û civatan bikevine Îslamê. Belkî hinek qit’e û dewletên li ser rûyê erdê jî bikevine Îslamê.

Belê gelî birayên e`zîz! Belkî belavbûna Îslamê bi piranî ne bi gotinê  tenê bû, belkî piranîya wî, jîyana bi exlaqê Îslamê bû.

Xweda wê exlaqê xweşik bike para me û gelê me tevan.

Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê YEKBÛN Û AZADÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.