ÇAVBIRÇÎTÎ Û AQÛBET- 2

Article

Bi navê Xweda...
Xwendevanên ‘ezîz! Rebbê ‘aleman we û me teva ji çavbirçîtîyê muhafeze bike. Lewra ev nexweşî tim û daîm meriv dike xisarê. Wek vê çîroka balkêş û hezîn...
Li bajarokekî zilamekî gelek maldar û çavbirçî hebûye. Ev zilam çiqas malên wî zêde bûne, ew qas xirsa wî zêde bûye. Rojekê cîranê wî wefat dike. Dotira rojê hê ku şîna cîranê wî didome diçe ‘erd û axa cîranê xwe tevî dikire.
Rojek ji rojan vîyê çavbirçî li malê ye. Ji xwe re rojnameyê dixwîne, di rojnameyê de bangewazîyek jê re pir balkêş tê. Lewra li gor xebera ku di bangewazîyê de hatîye nivîsandin; camêrekî gotîye: “ ‘Erd û axa heta dikarî li bi rê de herî, di bedêla 100 lîrayî de bila ji te re be.
Zilamê çavbirçî gava vê xeberê dixwîne, ‘ewil bawer nake. Careke din dixwîne, disekine û li der û dora xwe dinêre. Bi xwe bi xwe dibêje:
- A îcar Xweda da te ha! De zû rabe here hêja kesek berî te neçûye.
Hanhanka radibe xwe kar dike û dikeve rê. Diçe wê edresa di bangewazîyê de hatîye nivîsandin. Dinêre ku di nava dar û bera de qesreke bi debdebe û bedew heye. Diçe li derî dixe, xwedîyê malê dertê derve û tê bal zilamê çavbirçî. Dibêje:
- Heval keremke, tu ji bo çi hatî vê derê?
Zilamê çavbirçî dibêje:
- Keko! Min di rojnameyê de bangewazîyek dît û vê edresê dabûn. Gelo tiştê ku nivîsandî bû rast e?
Xwedîyê bangewazîyê dibêje:
- Erê tiştê ku te xwendîye raste. Di bedêla 100 lîrayî de, ezê ‘erd û axa bi qasî ti karibî pê de herî bidim te. Lê belê şertekî min heye.
Zilamê çavbirçî dibêje:
- Keremke şertê xwe bibêje.
Xwedîyê bangewazîyê dibêje:
- Şertê min ev e: Tê serê sibê derkevî rê, ‘erd, bexçe, rez û daristanê fêkîyan ku tu tê de derbas bibî ezê bidim te. Lê belê ji bo ez bidim te jî pêvist e ku berî roj here ava tu li vir bî.
Zilamê çavbirçî dibêje:
- Min şertê te qebûl kir.
Roja dinê şeveqê zû zilamê çavbirçî dikeve rê. Arazîyê ku tê de derbas dibe di dilê xwe de parî jî dike. Dibê bila ev daristanê fêkîya ji zarokên min re be. Ha ev rezê tirî bila ji birayê min re be. Ha evî ‘erdê ku genim ajotinê bila ji birazîyê min re be û (h.w.d)
Zilamê çavbirçî nizane sekn û hedan çi ye. Ji wexta bi rê dikeve gelek deşt û newalan derbas dike. Car carna jî li tavê dinêre, ka dereng e an jî na. Lê dike nake bi xwe nikare û pêş de diçe.
Edî wext dibe piştî ‘esir dereng. Zilamê çavbirçî, ji bo cîye ku gihîştîyê winda nebe îşaretek qûç datîne. Û bi lez û bez ji bo vegerê dikeve rê.
Hingî ku bazdideb û dilezîne bînefişk pê dikeve. Di navbêra wî û cîyê xwedîyê arazîyan de hew newalek dimîne. Feqet zilamê çavbirçî edî ji qidûm dikeve. Berê xwe dide asîman fam dike ku ji bo roj here ava pir hindik maye. Wexta ku îhtîmala negihîştinê dikeve bîra wî hew dimîne ji kerban geberbibe. Bi axîn û nalînan dîsa dikeve rê.
Gava zilamê çavbirçî nezî xwedîyê arazîyan dibe edî xwe bi ‘erdê re kaşkaş dike. Li binî lingê xwedîyê arazîyan de xwîneke zelal ji kêleka devê wî diherike û nefesa xweyî dawî dide. Xwedîyê arazîyan û xulamê wî bi ser de xwardibin dinêrin ku mirîyê. Xwedîyê arazîyan ji xulamê xwe re dibêje:
- Lawê min ha tu dibînî! Ji bo benîadem bi qasî cîyê ku li ser ‘erdê cîh digre arazî têra wî dike. Lê belê ew ji ber ku çavbirçîtî dike tim û daîm poşmanî dibe para wî.
Rebbê kaînatê çavtêrîtî bike nisîbê me tevan înşallah. Bimînin di xêr û xweşîyê de.
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê ÎMTÎHANA BI TENÊBÛNÊ
Ê Li Pey Keyf û Şahîya Îdan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.